1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK: Tola her şehîdê me wê qat bi qat bê girtin
KCK: Tola her şehîdê me wê qat bi qat bê girtin,kck,tola,her,şehîdê,me,wê,qat,bi,qat,bê,girtin

KCK: Tola her şehîdê me wê qat bi qat bê girtin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Qetilkirina birîndarên li Cizîrê teqez pêkanîna tolhildana wehşî ya zîhniyeta qirkir e. Lê, divê ev jî baş bê zanîn ku tola her şehîdê me wê ji aliyê hêzên me yên azadiyê qat bi qat bê girtin

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê bi awayekî di cîhanê de nehatiye dîtin bi tank, topan bajaran bomberdûman dike, kolanên nikare bikevê bi topan, teqemeniyan hildiweşîne, taxan, bajaran dagir dike. KCK’ê destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê bi bomberdûmankirina jiyangehên sivîlan a bi tank, topan ve sûcê mirovahiyê û sûcê şer dike. Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hat gotin: “Mînaka wê ya herî somût li Cizîrê, di avahiyên ku bi tank, topan hilweşandine qetilkirina mirovên birîndar e. Li gor agahiyên ne zelal, li gel deh ciwanên heta guleya xwe ya dawî li ber xwe dane, bi dehan birîndar hatine qetilkirin. Em mirovên bi berxwedanê, bi lehengî şehîd ketine û yên bi birîndarî hatine qetilkirin bi rêzdarî û mînet bi bîr tînin.

Hikûmeta AKP’ê li Cizîrê bi tank, topan bi mehan e taxan bomberdûman dike, zarok, jin, kal, ciwan jî di nav de bi sedan sivîl qetil kiriye. Çend roj beriya salvegera komploya navneteweyî bi dehan mirovên ku bi bomberdûmanên tank û topan birîndar bûne jî qetil kiriye. Hikûmeta AKP’ê xwestiye ku van mirovên birîndar ji ber piştgiriya berxwedana Cizîrê kirine ceza bike. Astengkirina wergirtina birîndaran, bi bomberdûmankirina van avahiyên tê zanîn ve qetilkirina birîndaran, teqez pêkanîna tolhildanek wehşî ya zîhniyeta qirker e. Lê, divê ev jî baş bê zanîn ku tola her şehîdê me wê ji aliyê hêzên me yên azadiyê qat bi qat bê girtin.”

‘GELÊ KURD WÊ HESABÊ QETLÎAMÊ TEQEZ BIPIRSE’

KCK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk polîtîkayên qirkirinê di serî de li ser rêberên Kurd pêk aniye, wiha dewam kir: “Li ser vî esasî, di salvegera komploya navneteweyî de pêkanîna van qetlîaman, encama polîtîkayên qirkirinê yên li ser rêberê gelê Kurd û gel bi xwe ye. Gelê Kurd di salvegera komploya navneteweyî de zilm û qetlîama bi zîhniyeta qirker a AKP’ê li Cizîrê pêk aniye wê ti carî ji bîr neke û hesabê wê teqez bipirse.”

‘EV DESTHILATÎ WÊ TEQEZ HILWEŞE’

KCK’ê got, “Ev bomberdûmanên hikûmeta AKP’ê yek bi yek bomberdûmankirina desthilatiya xwe bi xwe ye” û wiha dom kir: “Bi qetilkirina birîndaran ve dawî li desthilatiya xwe aniye. Piştî bajarên Kurdan bêyî cudahiya jin, zarok, kal, ciwan, çekdar-sivîl bike bi bomberdûmankirinê sûcê mirovahiyê pêk anî, êdî ne mimkûn e ku ew desthilatî di welatekî gel bi hev re dijîn de li ser desthilatiyê bimîne. Bi kesên daxwaza yekîtiya azad û demokratîk a her du gelan dixwaze ve wê ev desthilatî teqez hilweşe. Ji ber ku nikare polîtîkayek jiyana hevpar a du gelan ava bike û desthilatiyek bi awayekî polîtîk winda kiriye, ne mimkûn e ku li Tirkiyeyê li ser piyan bimîne. Di rewşa heyî de an wê heta dawiyê li dijî Kurdan polîtîkaya şer bidin ber çavên xwe an jî yên demokratîkkirina Tirkiyeyê dixwazin bi têkoşînê ve wê ji vê polîtîkayê re bêjin raweste.

AKP’e niha polîtîkayek her tim şer û parçekirinê dişopîne. Ne mimkûn e ku ev polîtîka li Tirkiyeyê bi ser keve. Yên dibêjin em ê bi pelçiqandinê ve yekîtiyê ava bikin, li Tirkiyeyê pêşeroja wan tineye. Gelê Kurd bi têkoşîna bi hêzên demokrasiyê re wê vê polîtîkayê têk bibe, wê Tirkiyeyê demokratîk bike û çareseriya pirsgirêka Kurd pêk were.”

‘HÊZÊN DEMOKRASIYÊ DE SERÎ DE METROPOLÊN TIRKIYEYÊ DIVÊ LI HER DERÊ RABIN SER PIYAN’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniyê de wiha ragihand:

“Divê tevahî hêzên demokrasî û gelên Tirkiyeyê bibînin ku ev şerê li dijî gelê Kurd tê meşandin şerekî li hemberî tevahî Tirkiyeyê ye, pêwîst e bi gelê Kurd re li hember AKP’ê têkoşîna demokrasiyê mezin bike. Tam dema wê ye ku gelê Tirkiye bi gelê Kurd re têkoşîna hevpar bimeşîne. Bêdengiya van rojana wê bê wateya cesaretkirina faşîzm û qirkirinê. Lewre li hember van êrîş û qetlîamên giran divê hêzên demokrasiyê demildest bên gel hev, di serî de metropolên Tirkiyeyê divê li her derê rabin ser piyan.

Hikûmeta AKP’ê li hember gelê Kurd ê ku jiyanek azad û demokratîk dixwaze dijminantiyê xwedî dike. Polîtîkayeke ku an hûn ê ji îdîaya jiyana azad û demokratîk berdin an jî rastî mirin û qetlîamê bên tê şopandin. Bi vê zîhniyetê ve li dijî mezinkirina têkoşîna azadiya gelê Kurd di havîna 2014’an de biryara şerê topyekun a bi armanca qirkirinê girtine û vê biryara di 2015’an de xistine meriyetê.

‘DIVÊ GELÊ KURD LI HER DERÊ BERXWEDANÊ MEZIN BIKE’

Pêwîst e tevahî gelê Kurd êrîşên hikûmeta AKP’ê wek pelçiqandina têkoşîna azadiya gelê Kurd û temamkirina qirkirinê bibînin û berxwedanê li her derê mezin bikin. Divê ti bendewariyek tinebe ku wê desthilatiya AKP’ê ji bo jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd tiştekî erênî bike. Dijminantiya bi Rojava re, gotina, ‘xetayê me 2003’an li Başûrê Kurdistanê kir em li Rojava nakin’, vê rastiyê pir eşkere datîne holê. Dijminantiya bi Rojava re encama dijminantiya bi gelê li Bakurê Kurdistanê ye. Berxwedêrên Rojava tfaqa AKP’ê DAIŞ’ê têk bir, niha tolhildana wê dixwazin ji gelê Bakurê Kurdistanê hildin.

‘POLÎTÎKAYA LI ÎMRALIYÊ POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ YE’

Em dikevin 18. sala komployê. Polîtîkaya li Îmraliyê tê şopandin, polîtîkaya qirkirina li hemberî Kurdan e. Ev polîtîkaya tecrîda giran û zextê ya li ser rêbertiya gelekî, cihê destpêkê û navenda polîtîkayên qirkirina li hember gelê Kurd e. Di salvegera komployê de divê gelê Kurd li dijî polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê Kurd a bi polîtîkaya qirkirinê ya li Îmraliyê rabe ser piyan. Ji bilî têkoşînê wê ti tiştên din desthilatiya AKP’ê nesekinîne.

Hikûmeta AKP’ê bi zext û zilmê ve hewl dide li dijî êrîşan bêdengiyê çêke, gelê Kurd têxe rewşeke ku bê îrade û rûmeta wê hatiye şkandin. Gelê Kurd bi têkoşîna bi dehan salan ve daniye holê ku gelekî bi rûmet e, divê nîşan bide ku wê li hemberî van qetlîaman bêdeng nemîne. Divê gelê me bibîne ku êşkence û qetlîamên li ser birîndarên li Cizîrê, êrîşên şkandina îradeya azadiya gel e. Di van rojên ku komploya navneteweyî tê protestokirin de divê li hember vê êrîşa şkandina îradeyê ya desthilatiya AKP’ê, divê gelê me berxwedana ku îradeya qirker û paşverû ya AKP’ê bişkîne deyne holê, li Kurdistanê û li her cihên lê ne jî berxwedanê mezin bikin.”