1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK'ê Banka Têkoşîna Bênavber Kir
KCK'ê Banka Têkoşîna Bênavber Kir,kck,ê,banka,têkoşîna,bênavber,kir

KCK'ê Banka Têkoşîna Bênavber Kir

A+ A-

BEHDÎNAN - Piştî ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) parlementeriya Hatîp Dîcle betal kir, Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. KCK’ê got; “Ev biryara YSK’ê dayî tê wateya israra dewleta Tirk a di tunekirin û şer de. Ev yek mudaxelekirina li dijî pêvajoyê ye. Em ê weke Tevger li gorî vê yekê nirxandin bikin. Wê gelê me di asta herî jor nerazîbûna xwe nîşan bide.”

KCK’ê got; “Hê jî pir nebûyî dereng, divê dewlet berpirsyartiya xwe ya li hemberî vê biryar ku wê encamên xirab ji bo gelê me bi xwe re bîne, nîşan bide” û got; “Ev yek tê wateya mudaxelekirina pêvajoya çareseriya makezagonî ya demokratîk a ku ji aliyê Rêbertiya me ve tê pêşxistin.”

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Dewlet û hikûmet ji bo vîna gel asteng bike bi zîhniyeta Jîtemwarî, êrîşên leşkerî, siyasî û psîkolojik û rêbazên şer ên taybet êrîşê gel kir. Ligel derfetên ne wekhev û êrîşan dîsa gelê kurd terciha xwe ya siyasî aşkera kir. YSK’a di serî de xwest ku namzetiya Hatîp Dîclê û yên dinê bixe, lê piştî hewldana gelê kurd û çalakiyên demokratîk YSK’a neçar ma ku biryarê betal bike. Lê dîsa bi biryara dewletê siyasetmedarê girtî Hatîp Dîcle ligel ev qas deng girtî dîsa parlamenteriya wî hate vetokirin. Ligel mezbeteya xwe girt jî dîsa parlamenteriya wî hate xistin. Ev helwest ne tenê ji bo Dîcle ye, di şexsê Dîcle de li hemberî kurd û demokrasiyê pêk hat. Tenê YSK’e ev biryarê nedaye, ev tişt girêdayê pirsgirêka kurd e û ji hêla dewletê ve hate dayîn.”

DIVÊ HIKÛMET SERERAST BIKE

Bi vê biryarê dewleta tirk cudaxwazî, mitîngerî û polîtîkayên qirkirinê nîşan daye ku bi israr e. Dewletê vîna gelê kurd a siyasî pûç hesibandiye û hemû norm bin pê kiriye. Bi vê biryarê tê xwestin ku derfêtên kurdan ên siyaseteke azad bê tengkirin, radest bigirin û riya tundiyê bê vekirin. Ev biryara siyasî hikumet û dewlet bixwaze dê serarerast bike û ev derfet hene. Divê hêj ev biryara ku dê ji bo gelên me encamên xirab bi xwe re bîne, di demek kin de bê sererastkirin û dewlet vê berpirsiyariyê nîşan bide.

EM LI HEMBERÎ BIRYAR ENIYÊ RÊZDAR IN

Saziyên kurd ên siyasî, hilbijêr û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê li dijî vê biryara neheq û bê dadî wekî berê heta niha bûne xwedî helwest. Namzetên Eniyê jî di civîna xwe ya ewil de biryareke rêgezî girtine. Em jî rêzê ji vê biryara Eniyê re digirin. Em bawer in ku hezên demokrasiyê û gelê kurd dê vê biryarê bi berfirehî binirxînin û biryara herî rast bigirin. Xûya ye ku gelê me jî li dijî vê biryara provakatîf bêdeng namîne.

BI ORGANÎZE YE

Ligel pêknehatina hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xûya ye ku ev biryar bi organize ye û stratejiyeke ku dikeve meriyetê. Hinceta dewletê ya ‘dijberiya hewayî’ ne rast e. Xûyaye ku li hemberî pêvajoya makezagona demokratîk ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin mudaxeleyek pêk hatiye. Di vê rewşê de israra dewletê ya têkildarî biryara YSK’ê tê wateya tunekirinê û şerekê. Em wekî tevger li gorî vê yekê em ê rewşê binirxînin û helwesta ji pêvajoyê re bibe bersive em dê bigirin. “

BI ASTAKÎ HERÎ BILIND WÊ BERTEK BÊ NÎŞANDAN

Gelê Kurdîstanê li hemberî binpêkirina vîna xwe û vê bêrûmetkirinê bê deng namîne û dê bi astekî herî bilind berteka xwe bide nîşandan. Hêzên demokratîk jî dê li hemberî vê biryara faşîzan ku biryarên hilbjartinê tune dihesibîne, nerazîbûnên xwe bîne ziman.

PROJEYA XWESERIYÊ

Ev dema ku em niha têde ne, di warê têkoşînêde heyamek gelek girîng e. Di vê demê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ji her demê pêtir merc baş bûne. Eger dewlet rêyên çareseriyê yên demokratîk ji holê rake bila baş bê zanîn ku gelê kurd ji bo avakirina paşeroja xwe bêalternatîf nîne. Gelê kurd ku bi projeya Xweseriya Demokratîk têketibû hilbijartina 12’ê hezîranê dê xweseriya xwe ava bike. Li ser van esasan di serî de gelê Amedê, em bang li hemû kurdistanî, civan, jinan û hêzên demokratîk dikin ku li hemberî vê neheqiya mezin xwedî li nirxên xwe yên azadî û demokrasiyê derkevin.”