1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. KCK: Êrîşên li Amedê êrîşên ji AKP'ê ne
KCK: Êrîşên li Amedê êrîşên ji AKP'ê ne,kck,êrîşên,li,amedê,êrîşên,ji,akp,ê,ne

KCK: Êrîşên li Amedê êrîşên ji AKP'ê ne

KCK'ê destnîşan kir ku êrîşên li Amedê û bûyerên qewimîne, êrîşên AKP'ê yên ji bo çewisandina gel e. KCK'ê diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi êrîşa li Amedê re li hemberî gelê Kurd şer îlan kiriye

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF KCK'ê destnîşan kir ku êrîşên li Amedê û bûyerên qewimîne, êrîşên AKP'ê yên ji bo çewisandina gel e. KCK'ê diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi êrîşa li Amedê re li hemberî gelê Kurd şer îlan kiriye û ragihand ku AKP dixwaze bi mezinkirina şerekî bi vî rengî re desthilatdariya xwe biparêze. KCK'ê got, "Divê tevahiya raya giştî û gelê me zanibin, ku ev êrîş li dijî firsend û hêviya demokratîkbûyînê ya bi hilbijartinê re derketiye holê, hatiye kirin. Ji ber vê yekê divê tevahiya raya giştî û hêzên demokrasiyê li hemberî van êrîşên plankirî yên lid ijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hestyar bin, ji bo şikandina van êrîşan tifaqa demokratîk û têkoşîna demokrasiyê xurt bikin û rê nedin hewesên rejîma otorîter û zextdar ên li Tirkiye û Kurdistanê."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê der barê bûyerên duh ên li Amedê qewimîn de daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK'ê da xuyakirin ku piştî serketina mezin a gelan a hilbijartinê, bûyerên li Amedê ku cihê serketina herî mezin lê bi dest hatiye xistin e, daxwaza ji bo rakirina encamên siyasî yên serketina hilbijartinê ye.

KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk, di her dema Tevgera Azadiyê ya Kurd lê bi pêş dikeve de serî li rêbazên bi vî rengî yên qirêj dide û destnîşan kir ku êrîşa nû ya li Amedê li hemberî gelê Kurd hat kirin jî di vê çarçoveyê de rû daye.

'ÊRÎŞA LI DIJÎ GELÊ KURD Ê WELATPARÊZ E'

KCK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Di nava bûyerên li Amedê qewimîn de ne Tevgera Azadiyê ya Kurd, ne jî tevgera demokratîk a Kurd hene. Bûyerên qewimîne, êrîşên li dijî gelê Kurd ê welatparêz e. Êrîşa li hemberî rêveberê komeleyeke tê gotin nêzî Huda-Parê ye, ji bo sedem ji êrîşên çewisandina gelê Kurd re bê afirandin, provokasyonek e. Yên ev êrîş kirine ew kesên dixwazin bandora serketina hilbijartinê ya gelê Kurd ji holê rakin û konsepta çewisandin û êrîşê ya li hemberî gelê Kurd plan kirine ye.

Di demeke ku gelê Kurd hêz û bandora xwe ya siyasî zêde kiriye de rûdana êrîşeke bi vî rengî nîşan dide, ku ji aliyê kê ve hatiye kirin. Mîna komkujiya di mîtînga li Amedê de hatiye xwestin, ku di 9'ê Hezîranê de jî hatiye xwestin ku heman tişt bê kirin. Li Kurdistanê, ku dema bûyereke biçûk jî diqewime polîs û leşker bi tundî dest li rewşê werdidin, bi agadariya dewletê hin hêzan rahiştine çekan û di bin ewlekariya polîsan de bi awayekî vekirî êrîşî gel kirine, gelek welatparêz qetil kirne û birîndar kirine. Ev rewş bi xwe nîşan dide ku çi tê xwestin were kirin. Em şehîdên demokrasî û azadiyê yên di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin, ji malbatên wan û gelê me re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bi afirandina Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad re bersivê bidin bîranîna van şehîdên xwe."

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Êrîşeke mîna êrîşên di bin kontrola JÎTEM'ê de careke din rû dide. Yên ku beriya hilbijartinê di her firsendê de êrîşî welatparêzan dikirin, ev êrîşên xwe piştî hilbijartinê jî dewam kirine. Gotinên berdevkê Huda-Parê Huseyîn Yilmaz ku digot, 'Dixwazin kaosê derxînin; hêzên emniyetê jî wezîfeya xwe nakin' gotinên dûrî rastiyê ne û demagojiyek ji bo rewakirina êrîşkaran e. Ev derdorên ku yekser bi van êrîşan re têkildar in, bi gotinên bi vî rengî re hewl didin êrîşên xwe rewa bikin.

Tevî ku tê zanîn Tevgera Azadiyê ya Kurd piştî serketina mezin a hilbijartinê wê nekeve nava ti helwesteke zerarê bide vê serketinê, helwesta berpirsyar a Tevgera Azadiyê ya Kurd a beriya hilbijartinê li hemberî êrîşan nîşan da tê îstîsmarkirin, êrîş li hemberî gel tê kirin û Tevgera Azadiyê ya Kurd tê tehrîkkirin. Ev êrîşên li hemberî gelê Kurd bi ti awayî ne li derveyî hêzên kûr ên dewletê ne. Di nava van êrîşan de hêzên kontra hebin jî, li pişt wan hêzên kûr hene. Hikûmeta AKP'ê hevparê van êrîşan e. Ji ber ku mîna salên 1990'ı ev êrîş di bin hîmayeya polîs û leşkerên dewletê de tên kirin. Ev êrîş bi şêweyekî din nayê fêmkirin.

Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji ber ku dizanîbû hikûmeta AKP'ê û hin hêzên di nava hêzên kûr de dixwazin êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurd bikin, li dijî her şêwe êrîşan bi berpirsyarî tevgeriya û her tim helwesta 'ya sebir' nîşan daye. Beriya hilbijartinê van derdoran li gelek cihan êrîşî HDP'yiyan û gel kirin. Tevgera me jî, hêzên demokratîk ên Kurd jî nehatine tehrîkê û hewl dane lîstikên AKP'ê û hêzên kûr pûç bikin. Helwesta xwe ya heta roja îro jî bi vî rengî ye.

Lê belê di her dema Tevgera Azadiyê ya Kurd xurt dibe de dewlet û hikûmeta AKP'ê polîtîkaya êrîşkirina leşker, polîs û hêzên kontra li hemberî Tevgera Azadiyê, meşandiye. Di her dema ku tevgera demokratîk a Kurd hilbijartin qezenç kiriye de, ya operasyonên qirkirina siyasî meşandiye yan jî mîna îro bi hin derdoran re êrîşî hêzên demokratîk û gel kiriye."

'DEWLET ÊRÎŞÊN BI VÎ RENGÎ YÊN KONTRA TEŞWÎQ DIKE'

KCK'ê da xuyakirin ku dewlet bi xwe êrîşên bi vî rengî yên hêzên kontra teşwîq dike û got, "Di protestoyên 6-9'ê Cotmehê yên ji bo Kobanê de zêdeyî 40 welatparêz, ji aliyê kontrayan, polîsan û faşîstan ve hatin qetilkirin. Tevî vê yekê jî çend zarok û ciwanên hat îdîakirin kiryarên kuştina 2-3 Huda-Pariyan e hatin û dûre hatin berdan. Lê belê ti ji kiryarên kuştinên din nehatin dîtin û nehatin darizandin. Eger hêzên kontra yên ji xwe re dibêjin 'Hîzbûllah' cesaretê dibînin ku êrîşî gel bikin, li pişta wan ev hêzên kûr hene. Divê ev êrîş weke êrîşên hêzên kûr ên bi maskeya Hîzbûllahê werin dîtin. Ji xwe cînayet û êrîşên 9'ê Hezîranê jî li pêş çavê polîsan pêk hatin. Êrîş û cînayetên salên 1990'î çawa hatibin kirin, êrîşa di 9'ê Hezîranê de jî bi heman rengî li pêş çavê polîsan hatiye kirin."

'ÊRÎŞÊN LI AMEDÊ, ÊRÎŞÊN JI BO ÇEWISANDINA GEL IN'

KCK'ê di dewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku êrîşên li Amedê pêk hatine û bûyerên qewimîn, êrîşên ji aliyê AKP’ê ve hatine organîzekirin yên ji bo çêwisandina gel in. KCK'ê ev xal destnîşan kir: "Yên di bin navê Hîzbûllahê de êrîşî gel dikin JÎTEM e; çeteyên rêxistinkirî yên hêzên kûr in. Tevgera Azadiya Kurd bi mehane li dijî êrîşên pêk hatine hestiyariya xwe parastiye û nehatine lîstika AKP’ê. Ev nêzîkatiya tevgera me hatiye dîtin, lê hatiye îstîsmarkirin û hedefkirine ku gel bê çewisandin. Wekê din îzahkirina van bûyerên qewimîne tine. Hikûmeta AKP’ê beriya hilbijartinê xwest aloziyê derxîne û dengê xwe biparêze, desthilatdariya xwe bidomîne. Piştî hilbijartinan jî ev êrîş û provakasyonên xwe berdewam kir û kaos derxist. Gotiye; 'li cihê ku ez ne tenê desthilatdar bim, wê tiştên bi vî rengî biqewimin' û hesabên ku bi tena serê xwe dîsa bibe desthilatdar kiriye. Ji bo careke din bibe desthilatdar dîsa serî li rêbazên xwe yên qirêj dide. Êrîşa li Amedê, îlana şer a hikûmeta AKP’ê ya li dijî gelê Kurd e. Dixwaze şerekî wisa bimeşîne û desthilatdariya xwe biparêze.

Divê tevahiya raya giştî û gelê me zanibin, ku ev êrîş li dijî firsend û hêviya demokratîkbûyînê ya bi hilbijartinê re derketiye holê, hatiye kirin. Ji ber vê yekê divê tevahiya raya giştî û hêzên demokrasiyê li hemberî van êrîşên plankirî yên lid ijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hestyar bin, ji bo şikandina van êrîşan tifaqa demokratîk û têkoşîna demokrasiyê xurt bikin û rê nedin hewesên rejîma otorîter û zextdar ên li Tirkiye û Kurdistanê."