1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCKê nûçeya ”PKK û PDKê li hev kirin” derewand
KCKê nûçeya ”PKK û PDKê li hev kirin” derewand,kckê,nûçeya,pkk,û,pdkê,li,hev,kirin,derewand

KCKê nûçeya ”PKK û PDKê li hev kirin” derewand

A+ A-

KCKê nûçeya ev çend roj in di çapemeniyê de derdikevin û îdîa dikin ku PKKê û PDKê derbarê Rojava de li hev kirine, derewand.

Derbarê nûçeya ku ev çend roj in di çapemeniyê de derdikeve û îdîa dike ku PKK û PDKê li ser mijara Rojava li hev kirine de KCKê daxuyaniyek da û nûçe derewand. Berdevkê KArên Derve Demhat Egîd derbarê mijarê de daxuyaniyek da DÎHAyê û got: ”Tu daxuyaniyên me yên bi vî rengî nebûne, mijar hatiye berovajî kirin.” Egîd da zanîn ku beriya civîna Cenevre 2 di navbera PKKû PDKê de derbarê mijara Kongreya Neteweyî û Rojava de lihevkirinek bûye lê PDK şertên vê lihevkirinê pêknehaniye.

Egîd di berdewama daxuyaniyê de dide zanîn ku li gor lihevkirina bi PDKê re diviya kurd bi hev re beşdarî Cenevre 2 bibûna an jî nebûna. Ev nêzîkahiyeke bingehîn a prensîbî bû. Beşdariya kurdan bi Muxalefeta Neteweyî ya Sûrî re jî, girêdayî şertê ku Muxalefet nasnameya kurdan nas bike bû. Li ser van tiştan bi PDKê re li hev kiribûn lê li gel ku hîn jî Muxalefeta Sûrî kurdan nas nake, Abdulhakîm Beşar û yên din bi heyetekê çûn û tevlî Cenevre 2 bûn. Ev jî pir aşkere nîşan dide ku PDK bi wê lihevkirinê ve girêdayî nemaye.

DÎHA