1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Keda jinan nayê ditin
Keda jinan nayê ditin,keda,jinan,nayê,ditin

Keda jinan nayê ditin

Jinên bi keda zêde û heqê erzan dixebitin keda wan nayê ditin

A+ A-

DENÎZ TEKÎN Karkerên çandîniyê yên jin ên li navçeya Torbaliya Îzmîrê ku karên şitilên firengiyan û tevrikê dikin di nava şertên dijwar de dixebitin. Karker bêyî ewlehiya kar rojê bi 27 TL'yan dixebitin. Jinên karker bi şevê jî karê malê û xwarinê çê dikin û cila dişon.

Karkerên Çandîniyê yên jin ên li navçeya Torbaliyê ya Îzmîrê karên tevrîka şitilên firengiyê dikin, li hemberî keda rojane a 9 saetan 27 TL'yan digirin. Ligel jin bi pereyeke gelek kêm dixebitin bê ewlehiya kar a civakî dixebitin. Jinên ku rojê 9 saetan di bin tîrêjê rojê de dimînin, her çend serê xwe bi pûşî û laçikan biparêzin jî dîsa ji ber demek dirêj di bin tîrêjên rojê de dimînin rastî neşxweşiya tansiyonê ya kronîk tên. Jinên ji bo debara malbatê dixebitin rastî zahmetiyên gelek mezin tên.

Hem li zeviyan hem li malê dixebitin

Jina bi navê Çecan Gokan a ku di zeviyan de dixebite, diyar kir ku ji ber hevserê wê di kareke mayînde de naxebite lêhatineke wan a rêk û pêk tuneye û ji bo tevkariyê bide aboriya malê li zeviyan dixebite. Gokan, anî ziman ku serê sibê seat di 7.30'an de dest bi kar dike û saet di 17.00'an de karê wan diqete. Gokan, da zanîn ku di nava 9 saetên li zeviyan dixebitin tenê saetekê bêhna xwe didin. Gokan, bilêv kir ku li hemberî keda 9 saetan a li zeviyan didin 30 TL. pere digirin û ji vî pereyî 3 TL. didin kesê serhoste. Gokan, destnîşan kir ku hewcehiyên wan ên weke xwarin û av jî ji aliyê xwediyê zeviyê ve nayên dîtin û xwarin û ava xwe ji malê dibin. Gokan, diyar kir ku karên zeviyê gelek zor in û ji ber vê yekê gelek diwestin. Gokan, anî ziman ku piştî êvarê ji zeviyan diçin malê, karên malê dikin gelek diwestin. Gokan, da zanîn ku li malê ji karinê çêdikin, berê xwe didin zarokan, cilan dişopn û gelek karên din didin.

'25 salin ez li zeviyan dixebitim lê tu ewlehiya min a civakî tuneye'

Gokan, bilêv kir ku jin gelek pirsgirêkan dijîn û ji ber vê yekê divê şertên wan ên kar bên başkirin û wiha got: "Em dixwazin weke hemû kesî bi rehetî bixebitin. Divê jin ji zeviyan bên xelaskirin û li balê rehat bin. Ji ber rewaş hewayî gelek germ e û demeke dirêj em di bin rojê de bînin nexweşiyên weke tansiyona kronîk derdikevin." Gokan, destnîşan kir ku ji ber bêderfetiyan zarokên xwe nikarin bidin xwendin û zarokên wan ên jin jî li zeviyan dixebitin û wiha axivî: "Lê ez dixwazim zarokên min bixwînin. Xwedî karê bin û pêşeroja xwe bi ewlehî çêbikin. Bila weke me li zeviyan perîşan nebin. 25 salin ez li zeviyan dixebitim lê tu ewlehiya min a kar tuneye. Heke ez di kareke bi sîgorteyî de xebitîbam ez niha teqawî bibûm."

Ji bo debara malbatê dest ji dibistanê berda li zeviyê dixebite

Jina bi navê Reyhan Soysal jî diyar kir ku 30 sale karên zeviyan dike û karê zeviyan gelek zor e û wiha got: "Heke em nexebitin em dê biçî bimînin. Em debara xwe bi pereyê bi vî karî qezenc dikin, dikin." Soysal, anî ziman ku pereyê li hemberî karê dikin digirin ji bo debara malê gelek kê me. Soysal, da zanîn ku piştî karên zeviyê li malê jî karên malê dikin. Soysal, bilêv kir ku 30 salin li zeviyan dixebet lê tu ewlehiya wê ya kar tuneye. Jina bi navê Hatîce Baysar jî diyar kir ku pereyê hevserê wê qezenc dike têrî lêçûnên malê yên weke ceyran, tup, av, kira û lêçûnên din nake. Baysar, anî ziman ku ji bo tevkariyê bide debara malbatê li zeviyan dixebite û wiha got: "Em jin li zeviyan tên tepisandin. Em dixwazin vegerin welatên xwe." Jina bi navê Aysel Oruç jî diyar kir ku ji bo tevkariyê bide aboriya malbata xwe dest ji dibistanê berda. Oruç, anî ziman ku 7 sal berê dest bi karê zeviyan kir.

(bd/mae)


Bêjeyên Miftehî