1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kedkar dê di 1'ê Gulanê de berxwedana Rojava slav bikin
Kedkar dê di 1'ê Gulanê de berxwedana Rojava slav bikin,kedkar,dê,di,1,ê,gulanê,de,berxwedana,rojava,slav,bikin

Kedkar dê di 1'ê Gulanê de berxwedana Rojava slav bikin

A+ A-

09:10 22.04.2014

AMED (DÎHA) - Bi pêşengtiya Konfederasyonên KESK, DÎSK, TMMOB, Odeyan Bijîşkan û TÛRK-ÎŞ û rêxistinên pişeyan ji pîrozbahiya 1 Gulanê Komîteya Tertîbê ava kir. Komîte dest bi amadehiya Cejna 1'ê Gulanê kir. Serokê Komîteya Tertîbê Ugur Yaman anî ziman ku ew ji bilî slavkirina maf talebên kedkaran dê berxwedana Rojave jî slav bikin.

Li Amedê amadehiya 1 Gulanê ku sembola berxwedana karkeran tê zanîn destpekir. Komîteya ku ji aliyê konfederasyonên KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û TÛRK-ÎŞ'ê hat avakirin ji bo pîrozbahiyê serî li Qada Îstasyona dan. Piştî Komîteyê, MEMÛR-SEN'ê jî ji bo Qada Îstasyonê serlêdan kir. Serokê Komîteya Tertîbê Ugur Yaman diyar kir ku ew dê di pîrozbahiya wan ya li Amedê de peyama berxwedena kedkarên Rojavayê bidin pêş û slav ji Rojava'yê re bişînin

'Sedema têkoşîna karkeran ji bo jiyanek hevpar e'

Serokê Komîteya Tertîbê Ugur Yaman anî ziman ku 1 Gulanê, ji avakirina çîna karkaren heta niha tê pîroz kirin û wiha axivî: "1 Gûlanê cejna têkoşîna li hemberê sermayê û kapîtalîzmê ye. Di navbera salên 1800'an de karker wek koleyan carnan 10 seat carnan 20 seatan kar dikirin. Ev rewş li holê bû. Têkoşîna karkeran ji bo 8 seatan wek mirovek jiyandin bû. Giyana 1 Gulanê li vir dest pê kir. Lê piştre dîsa di navbera salên 1800'an de bi zordariya Emerikaya ku nijadperestiyê li ser mirovên reş dikirin, di dawiya salên 1800'an de mirovên reş û spî bi hev re li hemberê nîjadperestiyê têkoşiyan. Wê demê mirovên reş nikaribûn bikevin qada û parqan ji ber vê yekê têkoşîn hat dayîn. Destpêkirina 1 gulanê ya dîrokî wiha bû."

'Mafên kedkar û karkeran tê binpê kirin'

Ûgûr Yaman balkişand ser wateya Cejna 1 Gulanê û da zanîn ku 1'ê Gulanê cûdatî nake nav ol, ziman û netewan û wiha domand: "1'ê Gulanê Roja cejna ku mirov fikr û ramanê xwe bi hêsanî dikare bîne ziman e. Tabî di Tirkiyeyê de bi taybetî gava 1970'an de li Qada Taksîmê 37 hevalê hat şehîd kirin, wê demê 1 Gûlanê nîşan da ku pergala dewletê naxwazê kedkar û karker bên cem hev. Ev rewş hê jî didome. Heke em ev rewşa dîrokî neynin ber çav, nikarin pêvajoya nirxandina 1 Gulanê ya Amedê bikin. Bê tahamûliya pergala 1977'an hê jî didome. Di Tirkiyeyê de bi taybetî li Amedê em dîbinin ku li tevî saziyan cûdatî di nav karkeran û kedkaran de tê kirin. Bi taybetî bi avakirina sendiqayên dewletê ve vir de em nikarin ji mafên kedkaran û jinan bikin. Em nikarin behsa mafên kedkaran bikin û endamên KESK û endamên karker û kedkaran tê binpê kirin. Di serdemên dawî de hem li Tirkiyeyê hem li Amedê bi taybetî kedkarên tendûrîstiyê, kedkarên perwerdeyê û kedkarên milê karê me wek BTS (Sendîqaya Barkêşiya Yekbûyî) bi zordariyek mezin re rû bi rû dimînin. Tabî dîroka têkoşîna KESK'ê li holê ye. Em ê tu dem serî li van zordariyan netewînin. Ev zordarî qedera me nîne. Em ê bertekê xwe nîşan bidin û van tiştan jî, ji raya giştî re parve bikin. Têkoşîna me dê her tim bidome."

'MEMÛR-SEN li dijî kedkaran dixebite'

Yaman dest nîşan kir ku ewê îsal kedkarên 1 Gulanê, bi awayekî coş hem li cîhanê hem jî li Qada Taksîmê ya Tirkiyeyê li Amedê slav bikin û wiha domand: "Em dê li Qada Îstasyonê pîrozbahiyekî bi girse lidarbixin. Di nav Komiteya Tertîpê de saziyên KESK, DÎSK, TMMOB, Odeyan Bijîşkan û TÛRK-ÎŞ dê hebe. Divê Qada Îstasyonê ji bo çi didin MEMÛR-SEN'ê em ê fam bikin. Ji bo çi dixwazin xwe li vir biafirînin divê em bizanibin. MEMÛR-SEN heta 2003'an 30 hezar endamên wî hebû. Bi desthilatdariya AKP'ê ve çiqas çû tiştek çênekir û tu têkoşînek neda. Di ser de antî propagandaya karkeran kir û di carek de 750 hezar endamên wan çêbû. MEMÛR-SEN ji ber ku tu qezençkiriyên karmendan çênebe li dijî karmendan dixebite û li cem desthilatdaran disekine. Bi taybetî ev sendîqayekî nîne, xwe bi desthilatdariyek li peya digire. Em dizanin ku ev desthilatdarî têk biçe, ew jî tûne dibe. Tabî hatina wan yê Amedê divê mirov cûda bigire dest. Tişteke dizanim ku ji bo pêvajoya aşitî û diyalogê bînin ziman tên. Ev pêvajo wiha tê nîşandan ku sankî lutfa desthilatdara AKP'ê ya ji bo gel e. Lê gor me ji bo nirxandina pêvajoya ku nav wî vala ye tên. Serokê MEMÛR-SEN'ê ya giştî di nava koma mirovên bi aqil de bû. Wê demê em şahadê axaftinên wê demê bûn. Nêzîkatiyên wî yên nîjadperest û şoven hebûn. Em qet ji sekna wî kêfxweş nebûn. Xwedî feresatek wiha bû. Em jî ji bo pîrozbahiya xwe li qada îstasyonê bikin serî li Walîtiyê da. MEMÛR-SEN jî serî lê daye. Lê em xwediyê vê bajariyê rast in. Em 5 sazi serî lê dan. Em bawer dikin ku Qada Îstasyonê dê bidin me. Ji bo wan jî dê cîhekî guncan bidin."

'Em li hember polîtîqayên neolîberal û pergala kapîtalîzmê ne'

Yaman, bibîranî ku her çiqas 1'ê Gulanê cejna karkeran be jî, ev roj cara yekemîn ku li Emeriqayê mirovên reş û spî aniye cem hev û aşitiyek pêk aniye û wiha bi dawî kir: "Di pîrozbahiya me ya Amedê de jî em ê peyama berxwedena kedkarên Rojavayê bidin pêş û slav ji Rojava'yê re bişînin. Slogana me ya yekem dê ev be. Ji bilî van cûdatiya ku li ser kedkarên Kurd û tevî kedkaran tê kirin em ê ev tişt deşîfre bikin û qal bikin. Bi dirûşmên xwe, bi panqart û afîşên xwe em ê nîşan bidin ku li hemberê polîtîqayên neolîberal û pergala kapîtalîzmê ne. Bi vê awayî em ê fikr û hêsten xwe bînin ziman."

(sç-mc/mae)