1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Kefareta Sedat Yurtdaş li bihara kurteçîrokan zêde bû!
Kefareta Sedat Yurtdaş li bihara kurteçîrokan zêde bû!,kefareta,sedat,yurtdaş,li,bihara,kurteçîrokan,zêde,bû

Kefareta Sedat Yurtdaş li bihara kurteçîrokan zêde bû!

Weşanxaneya Lîsê Kefaret, duyem pirtûka kurteçîrokan a nivîskar Sedat Yurtdaş weşand.

A+ A-

Weşanxaneya Lîsê ya ku li navenda xwe ya li Amedê, bi xebatên xwe yên van salên dawî yên di warê wêjeya Kurdî de, ziman û wêjeya Kurdî geş dike, di çarçoveya bernameya xwe ya weşanê ya bihara 2012’an de, Kefaret, duyem pirtûka kurteçîrokan a nivîskar Sedat Yurtdaşê parlementerê berê yê DEP’ê (Partiya Demokrasiyê) weşand. Sedat Yurtdaşê nivîskarê pirtûkên bi navê Orkestra Yeni Ezgiler Çalacak (helbest, Belge, 1992), Bir Gensoruda Parlamento Gerçeği (bîranîn, Yurt, 1993), İnsanlar Düşünceler Kavgalar (bîranîn, Öteki, 1996), Remo ‘Bitmeyen Sorgu’ (roman, Çiviyazıları, 1998) û Xelat (kurteçîrok, Sî, 2002), bi vê pirtûka xwe ya kurteçîrokan a duduyan, Kefaretê ve, çavdêrî û têçespanên xwe, bêyî ku li dora peyvê bigere, bi şêweyekî rasterê, her wekî ku bûyer û qewaman bandor li ser hiştine, vedibêje. Yurtdaş bi pênûsa xwe ya asanbêj ve gava ku vê yekê dike jî, hewcetiyê pê nabîne ku xwe li paş zimên veşêre; lewma jî vegotina xwe bi zimanekî rewan û nêzîkî zimanê rojane ava dike da ku em bikaribin ji xema wî fam bikin. Çîroknûs serboriyên mirovan û çavdêriyên ku kirine, piştî dawerivandina di sefoka hiş û bîra xwe re, bêyî ku xwe ji rastkînotiya jiyanê bide alî, bi awayekî dîtir û ji nû ve saz dike û di gel qehirîn, hêrsbûn, hezkirin, acizbûn, lixwemikurhatin, bêbextîkirin, lixwepoşmanî û xweşbîniyê, ku hest û nestên mirovane ne, vedibêje û bala xwendevanan dibe ser sedem û encamên çîrokan. Kefareta Sedat Yurtdaş sê kurteçîrokên bi navê Tolhildan (ji çar beşan pêk tê), Kefaret û Sefer bi xwe ve digire, ku beşek ji Tolhildanê ev e:

“Min xwîna xwe kire çavên xwe û min nehişt. Wan çi qasî xwe avête min, çi qasî li ber min geriyan jî, tewş bû. Min got, na û na! De ka xwezî wê çaxê ev çavên min birijiyana, kor bibûma, ziman li min negeriya, ling li min bişikiyana, deng ji min bihata birrîn û min rê li ber wan negirta. Ez hem bûme bayîsê xwe û hem jî bûme bayîsê hemûyan. Ez bûm bela û bi canê tevan ketim. Lewma jî, îro cezayê sûcên xwe yên giran dikişînim. Kefareta gunehên min ji min tê standin…”

Kefareta Sedat Yurtdaş awêneyek e, ku serpêhatîne takekesî yên civakî û polîtîk tê re têne xuyanê û şewqa xwe didine ser qûçên kurteçîroka bi Kurdî ya nûjen.

Kefaret Sedat Yurtdaş Kurteçîrok, 96 rûpel Adar 2012 Weşanxaneya Lîs, Amed