1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kerboranî: Axa me çavkaniya nefesa me ye
Kerboranî: Axa me çavkaniya nefesa me ye,kerboranî,axa,me,çavkaniya,nefesa,me,ye

Kerboranî: Axa me çavkaniya nefesa me ye

A+ A-

MÊRDÎN(DÎHA) - Piştî terora dewletê Kerboranî zend û bendan badan û dest bi xebatên avakirinê kirin. Ji welatiyan Faîk Çîçek bi gotina "axa me çavkaniya me ya nefesê ye çi dibe bila be em ê li mala xwe bimînin" dest bi kar kiriye, welatiyê bi navê Sebahattîn Acar jî ev tişt anî ziman: "Derî û pencereyên me hatin şikandin. Yên nû dikarin bên cihê wan. Heke rûmeta gel bûbûya dîlê dewletê û derî û pencere saxlem bimana ev bê wate bû."

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hêzên dewletê bi tank, top û çekên giran êrîşî xwerêveberiya gel kir lê di encama berxwedana gel a bêhempa de piştî 19 rojan dorpêç hate rakirin. Hêzên dewletê yên ku bi her awayî çekên giran bi kar anîn, dorpêç û amborgoya xwarinê jî ji bo gel bide koçberkirin wekî amûr bi kar anî. Gelê Kerboranê bi berxwedaneke bêhempa ve xwedî li îradeya xwe derketin û ji bo texrîbata hatiye danîn ji holê rakin zend û bend badan.

Dewlet dê bi tank û topên xwe ve axa me biterikîne'

Di encama êrîşan de binesaziya navçeyê, şebekenên av û ceryanê xira bûn bi dehan mal texrîb bûn. Gelê Kerboranê niha jî bi derfetên xwe ve hewl dide texrîbatan ji holê rake. Faîk Çîçek ê li taxa Safayê dijî diyar kir ku çi dibe bila be ew ê li ser axa xwe bijîn. Çîçek destnîşan kir ku ne gel hêzên dewletê dê bi tank û topên xwe ve axa wan biterikîne û ew ê heta dawî axa xwe biparêzin. Çîçek wiha got: "Mirovên me qetil kirin. Hemû tiştên hereket dikirin gulebaran kirin. êrîşan tam 19 rojan berdewam kir ji ber dorpêçê bi dehan sewal telef bûn. Di dema êrîşan de derî û pencere hatin ikandin. Ev meheke ceryanê me tuneye. Bi derfetên xwe ve me derû pencereyên xwe çêkir. Ceryan nebe jî sobeya me heye. Ji bo xwarin û germbûnê sobeya xwe vedixin. Em ê li mala xwe bijîn. Lê van êrîşan tu caran ji bîr nakin."

'Bêhna azadiyê dê ji vî axê bê'

Sebahattîn Acar ê bal kişand li ser zilma dewletê diyar kir ku armanca êrîşên 19 rojan koçberkirina gel bû. Acar wiha got: "Li dijî êrîşan gel li kolanan parastina xwe ya cewherî pêş xist. Gelê kurd dê li dijî înkar û zilmê serê xwe netewîne. Derî û pencereyên me hatin şikandin. Yên nû dikarin bên cihê wan. Heke rûmeta gel bûbûya dîlê dewletê û derî û pencere saxlem bimana ev bê wate bû.Ey Erdogan tu malan xira jî bikî, derî û pencereyan jî bişikênîn em ê li ser axa xwe bijîn. Li dijî vî xirakirinê em ê bi israr li mala xwe bijîn. Hûn ê di bin vî dorpêçê de bimînin. Em ê zirarên hatine dayîn bi derfetên xwe ve çêkin. Heta dilopa dawîya xwîna me dê bêhna azadiyê ji vî axê bê."

(sa)