1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kerkûk: 2 kuştî û 20 birîndar
Kerkûk: 2 kuştî û 20 birîndar,kerkûk,2,kuştî,û,20,birîndar

Kerkûk: 2 kuştî û 20 birîndar

A+ A-

Li navçeya Hewîce ya bajêrê Kerkukê meş pêk hat û pevçûn derket. Li navçeya Tûzxurmatû ya Kerkûkê jî meşê de teqîn pêk. Hate zanîn ku ti teqînê de kustî û birîndar çêbûn. Rayedarê Polîsên Kerkukê diyar kir ku di pevçûnê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar bûne.

Pistî xwepêsandanên li welatên ereb belav bûn, meşên nerazîbûnê li dijî bêdadî û nelirêtiyê îro li Iraqê destpêkir. Di meşên ku li navçeya Hewîce ya bajêrê Kerkukê destpêkir de pevçûn derket. Di meşa ku li Hewîce pêk hat de zêdetirî 500 kes besdar bûn. Çalakvanan xwestin avahiya sarederiya qezayê bisewtînin. Di encam de pevçûn di navbera hêzên ewehiyê qezayê û çalakvanan de derket. Li navçeya Tûzxurmatû ya Kerkûkê ku niha dimilê îdarî de girêdrayî bajêrê Selahedînê ye, di nava meşa nerazîbûnê de teqîn pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê kuştî û birîndar hene. Lê hêj jî di derbarê jimarê kuştî û birîndarn de agahî tune. Her wiha nehat zanîn ku teqîn çewa û ji aliyê kê ve pêk hatiye. Li Kerkûkê PDK, YNK, Tevgera Goran, Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê û hêzên din yên kurdan li hev kirin ku îro beşdariya meşa nerazîbûnê yê li Kerkûkê nebin. Eniya Turkimanî jî di daxuyaniyê de diyar kir ku ew jî besdariya mes û nerazîbûnên îro ya li Kerkûkê nabin. Lê îro di mesa li Kerkûkê de herî zêde ereb besdar bûne.

Alî Sîstanî û Miqteda Al Sedir: bila meşên nerazîbûnê bên paşxistin

Du êvarî Rêberê Olî ya sîhiyan Alî Sîstanî û Oldara Sîhî Muqteda Al Sedir, ji gel xwestin ku meşa nerazîbûnê heya 6 mehên din taloq bikin. Her wiha Serokê Hikumeta Iraqê Nûrî Al Malîkî jî bang li gelên Iraqê kir ku meşên nerazîbûnê pêk neyînin û ew wê dest bi guhartinan bike. Li Bexdayê jî rewşa awarte hat îlan kirin û hatin û çûn jî heya demek ku nayê zanîn, hate qedexekirin.

Qayîde: Di rojên nerazîbûnê yên li Iraqê de em çalakiyên xwe diseknînin

Her wiha, hêzên ku li Iraqê kiryarên teqînê pêk tînin yên nêzîkî rêxistina Al Qayîde di malpera xwe de agahdarî dan. Rêxistinên girêdrayî Al Qayîde diyar kirin ku di rojên nerazîbûnê yên li Iraqê de ew çalakiyên xwe di seknînin.

Li Kerkukê 2 kes hatin kuştin

Rayedarê Polîsan ê Kerkûkê Hemîd Serhed Qadir jî anî ziman ku li navçeya Hewîceyê 2 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûne. Qadir. anî ziman ku di teqîna li navçeya Tûzxurmatû de jî 4 polîs û 2 welatî birîndar bûne. DÎHA

(ssq/mae)