1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Kerry ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê diçe Romayê
Kerry ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê diçe Romayê,kerry,ji,bo,şerê,li,dijî,daiş,ê,diçe,romayê

Kerry ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê diçe Romayê

A+ A-

NAVNEDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karê Derve yê Amerîka roja sêşemî li Romayê bi dewletên ku şerê terora DAIŞ’ê dikin, dicive.

Wezareka Karê Derve ya Amerîka duh ragîhand ku John Kerry wê roja sêşemî bi wezîrên karê dervê yê dewletên ku şerê DAIŞ’ê dikin re bicive, paşê jî wê biçe Londonê beşdarî kongreya derbarê Sûriyeyê bibe.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Amerîka di daxuyaniyekê de got ku civîna Romayê, dê pêşketinên mezin bi xwe re bîne, tê de planên şerê li dijî terora DAIŞ’ê werin nîqaşkirin.

Kerry ragîhand ku dewletên ku dê berşdarî civîna Romayê bibin, Austrailiya, Behrên, Belcîka, Kanada, Denîmark, Misir, Fransa, Almanya, Iraq, Îtalya, Urdun, Kiwêt, Holanda, Nywzêlenda, Norwêc, Qeter, Siûdiyê, Spanya û Siwêd e.

(bb)