'Kes nikare bi girtinan xebatên me asteng bike'
Şaredariya Yenîşehîrê li taxa Hevsela Şehîtlîkê civîna gel lidar xist
Şaredariya Yenîşehîrê li taxa Hevsela Şehîtlîkê civîna gel lidar xist. Di civîna ku Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu karên hatine kirin bi gel re parvekirin de gelek kes jî tevlî bûn. Kurbanoglu got; "Bi girtinan kes nikare xebatên me asteng bike.
Şaredariya Yenîşehîrê li navenda çandê ya Gulerê civîna gel lidar xist. Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu, Cîgirê Serokê BDP'a Amedê Ahmet Gezen, Hevserokê BDP'a Yenîşehîrê Nîhat Yildiz, endamên meclîsê û gelek kes tevlî civînê bûn. Kurbanoglu di civînê de axivî û xebatên 3 salan bi slaytê pêşkêşî gel kir. Kurbanoglu diyar kir girînge ku ew hisap bidin gel û got; "Em di civînên gel de xebatên xwe test dikin. Di van civînan de xebatên ku me kirine û yên me nekarîne em bikin bi gel re parve dikin. Heke gotin di cih de be em hisab didin gel. Gelê me ev berpirsyarî da me. Em jî hewl didin ku bi awayeke herî baş karê xwe bimeşînin."
Kurbanoglu anî ziman ku ew ji bo erêkirina gel bigirin xebatên xwe bi gel re parvekirin û wiha axivî: "Şardarên BDP'î xebatên gelekî girîng kirin. Ji bo van xebatan asteng bikin gelek hevalên me yên hilbijartî hatin girtin. Lê bi girtinan kes nikare meşa gelê Kurd asteng bike. Rojên ronahî yên gelê kurd nêz in.
'Bila tecrîdê rakin'
Cîgirê Hevserokên BDP'a Amedê Ahmet Gezen jî polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî şaredariyên BDP'î rexne kir û wiha axivî: "7 hezar hevalên me avêtin zîndanan. Wezîrê Karên Hundir digot êdî 3 kes nikarin bên ba hev. Hejmara kesên tevlî civînên taxan dibin jî ji ser hezaran de ye. Kes nikare meşa gelê me asteng bike. Ji ber ku meşa gelê me meşa azadiyê ye. Gelê me dînamîk e. Gelê kurd li ser piyan e. Bi girtinan hûn nikarin pêşiya şaredariyên me bigirin. Ev gel dê xwedî li rûmeta xwe derkeve." Gezen ji bo çareseriya pirsgirêka kurd xwest ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin.
(ak)
