1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KESK'iyan li 11 bajaran meşên protestoyî lidar xistin
KESK'iyan li 11 bajaran meşên protestoyî lidar xistin,kesk,iyan,li,11,bajaran,meşên,protestoyî,lidar,xistin

KESK'iyan li 11 bajaran meşên protestoyî lidar xistin

Tevî çalakiya KESK'ê ya li hemberî teklîfa zagona "4+4+4" a li Enqerê 2 rojan dê bidome li 9 bajarên wekî; Amed, Semsûr, Dêrsim, Şirnex, Riha, Êlih, Dîlok, Wan, Sêrt, Edene û Qersê çalakî hatin lidar xistin.

A+ A-

Tevî çalakiya KESK'ê ya li hemberî teklîfa zagona "4+4+4" a li Enqerê 2 rojan dê bidome li 9 bajarên wekî; Amed, Semsûr, Dêrsim, Şirnex, Riha, Êlih, Dîlok, Wan, Sêrt, Edene û Qersê çalakî hatin lidar xistin. Di çalakiyan de qedexekirina çalakiya KESK'ê hat şermezarkirin.

DÊRSIM

Platforma Şaxên KESK'a Dêrsimê ji bo teklîfa 4+4+4 protesto bike ji bo 2 rojan dest bi greva birçîbûnê kir. Di çalakiya ku xwendevan û malbatên wan jî piştgirî dane de dirûşmeyên dijî zagona nû ya ji bo perwerdehiyê tê fikirîn hatin berzkirin. Endamên KESK'ê li kolana hûnerê civiyan û dest bi meşê kirin. Piştî meşa ku li ber nexweşxana dewletê bidawî bû daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin; "Em ji vê derê ji Serokwezîr re dibêjin em îro û sibê ji bo grevê dê li qadan bin."

Piştre nîv saet çalakiya rûniştinê hat lidar xistin.

ŞIRNEX

Şaxa Egîtîm Sena Şirnexê jî bi heman armancê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî perwerdehiyên hatin şermezarkirin de hat gotin; "Em îro li qadan in. Ji perwerdehiyê ta tenduristiyê di her awayê sazumankariyê de em tune tên hesibandin. Lewma em niha bi hev re ne, me mil dane ber hev û em li qadan in."

Di daxuyaniyê de bê navber dirûşmeyên wekî; "Serkeftin dê bibe ya kedkarên liber xwe didin", "Em ê liber xwe bidin û biser bikevin" û "Pêkûtî nikarin me bin bixin" hatin berzkirin.

RIHA

Nûneriya Egîtîm Sena Rihayê jî teklîfa 4+4+4 a îro li meclîsê tê nirxandin şermezar kir. Bi sedan Sendîkavanên li ser cadeya Serêkaniyê lihev civiyan û xwestin bimeşin. Li ser astengiya polîsan Serokê Egîtîm Sena Wêranşarê Orhan Ozkan daxuyanî da û got; "Ji bo em daxwazên xwe bînin ziman me xwest em biçin Enqerê lê bi hincetên keyfî em asteng kirin. Em dijî vê zagona perwerdehiyê ne. Heke ev zagon bikeve meriyetê dê bûkên biçûk û zarokên karker zêde bibin."

EDENE

Endamên Platforma Şaxên KESK'a Edenê jî ji bo şermezarkirina binçavkirinên 74 kesan ji ber avahiya xwe heta parka Înonuyê meşek lidar xistin. Tevî DÎSK, KESK, TMMOB, TTB, ÎHD, TKP û EMEP'ê bi sedan kes tevlî meşê bûn. Di meşa ku bê navber dirûşme hatin berzkirin de 4+4+4 hat şermezarkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û hat xwestin ku 74 kedkarên ku îro hatin binçavkirin ji demekê ya din zûtir bên berdan. Çalakiya rûniştinê li parka Înonuyê dewam dike.

SÊRT

Endamên Platfoma Şaxên KESK'a Sêrtê jî li ber navenda kar a Kizilayê daxuyanî da çapemenaiyê. Serokê Şaxa Egîtîm-Sena Sêrtê Silêman Beştaş li vir daxuyanî da û xwest hikûmeta AKP'ê dev ji van helwestên xwe yên gefan berde. Piştî daxuyaniyê ji bo der heqê 4+4+4 de agahî bên dayîn li ber navenda kar stand hat vekirin. Di çalakiyên li Êlih, Dîlok, Wan, Amed, Semsûr û Qersê de jî polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî perwerdehiyê hatin şermezarkirin.

(ak)