1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ketin mewziyên leşkeran
Ketin mewziyên leşkeran,ketin,mewziyên,leşkeran

Ketin mewziyên leşkeran

A+ A-

Meşa Mertalên Zindî ya ku bi pêşengtiya Însiyatîfa Dayikên Aştiyê hate destpêkirin gihîşs noqteya sifirê ya sînorê Herêma Federal a Kurdistanê. Bi hezaran Mertalên Zindî yên ku bi talîmata "narincokê amede bike, çeka xwe amede bike" ru bi rû man ketin mewziyên leşkerên di operasyonê de. Dayikên ku bi bedenên xwe yên pîr û bi êşan weştiyane derketin ser giran, heta serê sibehê ranezan, balafirên şer temaşe kirin û çîrokên zarokên xwe yên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane vegotin.

Mertalên Zindî ku ji bo şermezarkirina êrîşa hewayî ya li dijî Herêma Federal a Kurdistanê dan destpêkirin hatin girên Derî Berkur û Derî Davetiya ya gundê Zevyanê ya bi ser navçeya Qilabana Şirnexê. Çalakiya Mertalên zindî kete roja duyemîn. Bi hezaran kesên ku piraniya wan jin in û ji Amed, Riha, Êlih, Mêrdîn, Sêrt û Şirnexê duh derketin rê şeva xwe li qontara çiyayê ku qereqola sînor heye û herêma Zavîteyê derbas kirin. Mertalên Zindî bi betanî û xwarinên ku bi yek rezî ber bi sînor meşiyan û rastî leşkerên ku ji qereqolê derketin û xwestin biçin mewziyên bi cih bibin hatin. Leşkeran dema ku Mertalên Zindî pêşberî xwe dîtin, leşkeran barîqat danîn û fermana "naricokên xwe amade bikin, çekên xwe amade bikin" dan. Leşker deme ku wisa man û bêyî ku bikevin mewziyên xwe paşve vegeriyan.

Mertalên Zindî li mewziyên leşkeran in

Piştî ku leşker vegeriyan mertalên zindî bi girên ku mewziyên leşkeran hene bi cih bûn. Leşkeran hem ji qereqolê û hem jî ji qontara çiya gel şopandin, li aliyeke bi projektoran li aliyeke jî bi tîrêjên lazerê gel tacîz kirin. Mertalên zindî jî li hemberî vê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e", "Pêkutî me bêzar nakin", "Em şer naxwazin" bersiv dan. Ji ber ku rê ne baş bû wesayît derbas nebûn hin dayik li gel temenê xwe ji wesayîtan daketin û derketin ser gir. Moral û motîvasyona dayikên ku di şer de zarokên xwe winda kirine geleke bal kişand.

Mijara sohbetan çîrokên windayan bû

Mertalên zindî yên ku li qadê bi cih bûn di saetên pêş de sînevîzyona jiyana HPG'iyan û axaftinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan temaşe kirin. Mertalan bi baldariyeke mezin sînevîzyon temaşe kirin û berê xwe zivirandin qereqolê û dirûşa "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin. Dema sînevîzyonê de hin dayikan rondik barandin. Piştî sînevîzyonê mertalan agir pêxistin û xwe germ kirin, çay vexwarin û sohbet kirin. Mijara esasî ya sohbetan çîrokên xizmên xwe yên ku winda kirine, valakirina gundan, texrîbatên şer bûn. Ya ku herî zêde bal kişand jî fikarên dayikên ku zarokên wan li çiyan in bûn. Di şeve ku bi tava heyvê ronî bû de sirûd û slogan qet kêm nebûn. Mertelan hilatina rojê jî bi sloganan pêşwazî kir. Ciwan dema ku derketin hemberî girê ku qereqol lê ye bi agir "Apo" nivîsandin girseyê demeke dirêj li çepikan da.

Ji botaniyan peyama bi pankart

Mertalên zindî heta seatên dereng govend gerandin û posterên Ocalan û alên PKK û HPG'ê vekirin. Ji bilî vê jî di qadê de pankartên "Hedef hemû kurd in", "Kêr gîhîşt hestî, gerîla li Qendîlê li ber xwe da, Erdogan, Ahmedînejad behecîn, çiya bi botaniyan tijî bûn" hatin vekirin û gelek bal kişand. Di saetên pêş de jî dayikan stran stran û li aliyê din jî hêrsa xwe ya li dijî operasyonên leşkerî anîn ziman.

Sewqiyata leşkerî

Dema ku çalakî berdewam dikir sewqiyata leşkerî ji bo qereqola sînor hate kirin. Sewqiyat bi helîkopterên skorsky hate kirin û mertalên zindî li hemberî vê nerazîbûnên xwe bi slogana "pêkutî me bêzar nakin" nîşan dan.

Qaymeqam gote ji vir biçin

Li aliyê din Qaymeqamê Qilabanê û Cîgirê Midûrê Qereqola Polîsan a Şirnexê hate qereqola sînor û bi BDP'iyan re hevdîtin pêk anî. Qeymeqam ji gel re "ev der qada leşkerî ye, sibehê ji vir biçin. Heke hûn neçin leşker dê însiyatîfa xwe bişuxulîne û dê mudaxale bike" got. Li ser vê yekê BDP'iyan jî diyar kirin ku ev çalakî ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hatiye organîzikirin û biryarê jî ew ê bidin. Lê DAyikên Aştiyê anîn ziman ku heta operasyon bi dawî nebin ew ê çalakiya xwe bi dawî nekin.

Bombebarana balafiran hate dîtin

Duh şevê dema ku balafirên şer ji Amedê rabûn û axa Herêma Federal a Kurdistanê bombebaran kirin ev bûyer ji aliyê mertalan ve jî hate ditin. Balafirên şer ji ser qadê derbas bûn û aliyê din ê sînor bombebaran kir. Di qada çalakiyê de jî ev yek hate ditin.

Dê sînor derbas bikin

Mertalên zindî serê sibehê dema ku hişyar bûn qada ku lê mane paqij kirin. Leşkeran jî bênavber qada ku mertalên zindî lê ye şopandin. Hate zanîn ku di saetên pêş de mertalên zindî mînakeke din a raperîna sivîl nîşan bidin û sînor derbas bikin.

(Nûçe, Wêne û Dîmen: Sertaç KAYAR, Îsmet MÎKAÎLOGULLARI, Huseyîn BÎRLÎK, Mehmet AFŞAR) DÎHA (sa)


Bêjeyên Miftehî