1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Kevirên Bendewarîyê, pirtûka nû ya helbestan a Kawa Nemir derket!
Kevirên Bendewarîyê, pirtûka nû ya helbestan a Kawa Nemir derket!,kevirên,bendewarîyê,pirtûka,nû,ya,helbestan,a,kawa,nemir,derket

Kevirên Bendewarîyê, pirtûka nû ya helbestan a Kawa Nemir derket!

Lîsê berhema nû ya helbestkar, wergêr, çîroknûs û edîtor Kawa Nemir, Kevirên Bendewarîyê weşand!

A+ A-

“Bager telpê davê’ esmên –

Bagerînk tev rakirî –

Ha dehbekî dike zûkîn,

Ha nolanî zar digirî,

Ha li qesela li ser ban dixe,

Dike dewî û dengî,

Ha li pencereya tam dixe

Mîna rêwîyê derengî.”

Alêksandir Pûşkîn

Lîsê berhema nû ya helbestkar, wergêr, çîroknûs û edîtor Kawa Nemir, Kevirên Bendewarîyê weşand!

Kevirên Bendewarîyê, pêncemîn pirtûka helbestan a Kawa Nemirê helbestkarê pirtûkên helbestan ên bi navê Selpakfiroş (Rewşen-Name, Stenbol, 2003; Lîs, Amed, 2014), Bîşenga Deşta Dûr (Lîs, Amed, 2006), Salname (Lîs, Amed, 2009) û Bêdengî û Tiştên Din (Lîs, Amed, 2012) û nivîskarê pirtûka kurteçîrokan a bi navê Çavdêriyên Barbarekî (Lîs, Amed, 2009) û di Kurdî de wergêrê berhemên William Butler Yeats, James Joyce, Walt Whitman, T. S. Eliot, Ezra Pound, T. E. Hulme, William Shakespeare, Emily Dickinson, Sylvia Plath, William Blake, Tennessee Williams, Yavuz Ekinci, Herman Melville, Oscar Wilde, Stephen Crane, John Berger û gelekên din, 69 helbestan bi xwe ve digire.

Wekî helbestkar, çîroknûs, wergêr û edîtorekî zimanê Kurdî, Kawa Nemir ev bîst û pênc sal e, ji destpêka qonaxa Nifşê Rewşenê yê Bakur û vir ve ye, bi tenê ji zimanê Îngilîzî; ji wêjeyên Îngilîzî, Îrlandî, Emerîkan, Keneda, Awistralyayê û Tirkî, devîdevî 7000 helbest, bi dehan kurteçîrokên çîroknûsên navdar ên van wêjeyan, çendîn şanoname û çendek roman wergerandine Kurdî.

Tevayîya helbesta ku Kawa Nemir heta niha nivîsîye ji du şax, çiqr û geverên serekî dizê: Ya yekem ji kelepora li keşkola dêrîn a Kurdî civîyayî, ji deng û şêweyên rabirdûyê yên her-dem-nû dikişe ber bi îro ve. Ya duyem ji nava şax, çiqr û geverên parzemînên helbesta cîhanê de dertê, ku ev yek jî xwe dispêre wergêrîya wî ya ku ev serê çaryeka sedsalekê ye her berdewam e. Di vê çarçoveyê de, helbesta ku Kawa Nemir heta niha nivîsîye û dinivîse, ji alîyê bihûrgilîbûna xwe, pevgirêdanên xwe yên xurt ên li gel rabirdûyê, îroyê û sercema kelepora Kurdî, nûjenîya xwe û dijwarîya zimanê xwe ve her tê gotûbêjkirin, lê bi şikra îro, van gotûbêjan rê li ber sînerjîyeke hêjayî behsê xweş kirine.

Kevirên Bendewarîyê, pêncemîn berhema wî ya poetîk jî bi nimûneyên navhatî ve tijî ye. Di vê berhema wî ya nû de pirranîya 69 helbestan yên kurt in, ku wek dûmahîka berhema wî ya çarem, Bêdengî û Tiştên Din, dane ser rêya helbestkarên gewrê yên gerdûnî yên wek T. S. Eliot û Yannis Ritsos. Lê di dawîya vê dîwana nû de surprîzek heye. Ew jî ew e ku Kawa Nemir deh helbest li ber best û îlhama Fêrîkê Ûsivê gewre nivîsîne. Weşanxaneya Lîs a ku bi weşandina hemû berhemên Kawa Nemir berdewam e, bi weşandina Kevirên Bendewarîyê ya Kawa Nemir ve hindek qûçên teze di helbesta Kurdî ya hevçerx de bilind dike, ya ku dibêje:

“Ji ser pişta xwe ya zêrê sar de li Demê hiltêm.

Li nava gîhayê ku xwe mêrg dihesibîne, lê kewş e,

Xewş e bûnewera xwe li laşê min disepîne, tewş e.

Navan li gunehên min dikin, tarîya xwe dihêlim.”

Kevirên Bendewarîyê

Kawa Nemir

Helbest, 91 rûpel

Bihara 2015’an

Weşanxaneya Lîs, Amed

Berhemên Kawa Nemir

Helbest:

- Selpakfiroş, Rewşen-Name, 2003; Lîs, 2014

- Bîşenga Deşta Dûr, Lîs, 2006

- Salname, Lîs, 2009

- Bêdengî û Tiştên Din, Lîs, 2012

- Kevirên Bendewarîyê, Lîs, 2015

Kurteçîrok:

- Çavdêriyên Barbarekî, Lîs, 2011

Werger:

- Gilgamêş û Çend Mythosên Din, mîtolojî, Jiyana Rewşen, 2000

- Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Îrlandî, William Butler Yeats, helbest, Sî, 2002

- Pêşengno! Lo Pêşengno!, Walt Whitman, helbest, Bajar, 2004

- Welatê Bejî û Deh Koroyên “The Rock”ê, T. S. Eliot, helbest, Bajar, 2004

- Ji Çîn û Maçînê + Hemû Berhemên Helbestî yên T. E. Hulme, Ezra Pound & T. E. Hulme, helbest, Bajar, 2005

- Sisli Şehir, Jan Dost, roman, Beybûn, 2006

- Pûşpera Gêlazan / Kirazların Haziranı, Mehmet Çetin, helbest, li gel Lal Laleş, Lîs, 2008

- The Complete Sonnets of William Shakespeare / Hemû Soneyên William Shakespeare, helbest, Lîs, 2010

- Diyarbekir El Sallıyor/Diyarbekir Dest Li Ba Dike/Diyarbekir is Waving Its Hands, Şeyhmus Diken, danasîna bajêr, wergera wê ya bo Kurdî û Îngilîzî, Lîs, 2011

- Naûm Faîq, nivîsên wî yên di kovara Beth-Nahrînê de, wergera wê ya bo Kurdî, Lîs, 2011

- Taxa Filla, Migirdiç Margosyan, kurteçîrok, wergera wê ya bo Kurdî, Lîs, 2011

- Ev nameya min e ji Cîhanê re, Emily Dickinson, helbest, Lîs, 2011

- Piling, William Blake, helbest, Lîs, 2013

- Xewna Şeveke Havînê, William Shakespeare, şano, Lîs, 2013

- Hamlet, William Shakespeare, şano, Lîs, 2013

- Erdên Bihuştê yên Winda, Yavuz Ekinci, roman, Doğan Kitap, 2013

- Tramwaya Viyanê, Tennessee Williams, şano, Weşanên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, 2013

- Bartlebyê Nivîsevan, Herman Melville, novel, Lîs, 2014

- Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin, Stephen Crane, helbest, Lîs, 2014

- Şêweyên Dîtinê, John Berger, huner, Weşanên Akademîya Sînemayê ya Rojhilatê Navîn, 2015

- Stranên Evînî, Sara Teasdale, helbest, Lîs, 2015