1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Kevnareyên Ûrartûyan mane ji xerakirinê re
Kevnareyên Ûrartûyan mane ji xerakirinê re,kevnareyên,ûrartûyan,mane,ji,xerakirinê,re

Kevnareyên Ûrartûyan mane ji xerakirinê re

A+ A-

WAN (DÎHA) - Perestgeha Ûrartûyan ku dîroka wê heta 9'emîn sedsala Beriya Zayînê diçe ji ber ku nayê parastin li ber hilweşînê ye. Li ser deriyê hezar û 100 salî ku divê were parastin nivîsên tewş û reşkirî balê dikişînin.

Li taxa Akkopru ya Wanê, deriyê dîrokî yê Ûrartûyan "Deriyê Haldî" ku di nava gel de wekî "Deriyê Kevin an jî Deriyê Mehrê" tê zanîn ji ber ku nayê parastin niha hatiye ber hilweşînê. Li ser deriyê li paytextê dawî yê Ûrartûyan "Rûsahînîlî" ye ku 5 kîlometir li rojhilatê bakurê Keleha Wanê dimîne, navên xweda û xwedawendên Ûrartûyan hatine nivîsîn. Deriyê ji Sedsala 9'emîn a Beriya Zayînê û heta niha li ser piyan maye ji ber xemsariyê û bikaranîna şaş niha riziyaye. Li ser derî nivîsên wekî "Şanli Komando" resmên dil, nivîsên cuda cuda hatine nivîsandin û hatine reşkirin.

Nivîskar û dîrokzanê ku dîroka Ûrartûyan nêzîk ve dişopîne Îhsan Colemergî, diyar dike ku derî ji aliyê 1'emîn Qralê Ûrartûyan Sordorî ve hatiye çêkirin. Her wiha Colemergî ragihand ku derî 4 metre û niv bilind, 2 metre û 70 santîm jî stûr e. Li ser derî bi zimanê Ûrartûyan bi tîpên bizmarî navên 79 xweda û xwedavendên Ûrartûyan hatine nivîsîn.

Li gorî agahiyên Çolemêrgî navên çend xweda û xwedavendên Ûrartûyan yên li ser derî hatine nivîsîn wiha ne:

"Xwedeyê Şer Haldî û jina Haldî Xwedawend Arûbanî, Xwedayê Hewa Teîşeba û Xwedayê Rojê Şûînî."

(lg/tt)