1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Keyman: Koalîsyona derveyî pêvajoya çareseriyê dê hevsengiyê xirab bike
Keyman: Koalîsyona derveyî pêvajoya çareseriyê dê hevsengiyê xirab bike,keyman,koalîsyona,derveyî,pêvajoya,çareseriyê,dê,hevsengiyê,xirab,bike

Keyman: Koalîsyona derveyî pêvajoya çareseriyê dê hevsengiyê xirab bike

A+ A-

ROJDA KORKMAZ

STENBOL (DÎHA) - Hîndekarê Beşa Têkiliya Navneteweyî ya Zanîngeha Sabanci Prof. Dr. Fuat Keyman der barê encamên hilbijartinê de got ku divê koalîsyona were avakirin pêvajoya çareseriyê baş binirxîne û wiha axivî: "Kîjan partiyê tevli dikin bikin; heke di nîqaşên koalîsyonê de pêvajoya çareseriyê neyê nîqaşkirin ev yek dê hevsengiya civakî û siyasî ya Tirkiyeyê xirab bike."

Nîqaşên li ser serkeftina HDP'ê ya di hilbijartina 7'ê hezîranê de bi dest xist mijara sereke ya nîqaşan e. Di serî de lîderên partiyên siyasî û gelek derdor li ser avakirina koalîsyonê nîqaşên xwe dimeşînin. Hîndekarê Beşa Têkiliya Navneteweyî ya Zanîngeha Sabanci Prof. Dr. Fuat Keyman der barê nîqaşên koalîsyonê û geşedanê divê dê derkevin holê nirxand.

'Gel pergala Erdogan qebûl nekir'

Keyman diyar kir ku di encama hilbijartinê de baweriya bi pergala parlamenteriyê derket holê û got ku hemû nasnameyên li Tirkiyeyê dijîn li parlamentoyê ne. Keyman anî ziman ku du encamên girîng derketine holê û wiha axivî: "Yek jê pergala Erdogan ya 'serok' nehat qebûlkirin. Ya duyemîn jî 13 sal şûnde AKP bi tena serê xwe hejmara ku hikûmetê ava bike bi dest nexist."

'Keyman da zanîn ku di destpêka pêvajoya çareseriyê de wî piştgirî daye ku HDP bendê derbas bike û anî ziman ku bi vê yekê HDP bûye partiya sereke. Keyman bilêv kir ku AKP ji ber pêvajoya çareseriyê raswestand dengê wê kêm bû û wiha pê de çû: "Derbasbûna HDP'ê ya bendê ji bo rawestandina pergala 'serok' gelekî girîng e. Ji ber ku AKP'ê pêvajoya çareseriyê rawestand dengê wê kêm bû. Ji bo domandina pêvajoyê derbaskirina bendê gelekî girîng e."

'Dê ji hêla gel ve dê bên cezakirin'

Keyman li ser texmîna avakirina hikûmeta koalîsyonê jî nêrînê xwe anî ziman û got ku niha koalîsyona ji rewşa siyasî ya Tirkiyeyê re bibe bersiv koalîsyona AKP-CHP'ê ye. Divê bingeha vê yekê li ser pêvajoya çareseriyê ve. Heke li ser vê bingehê nemeşin wekî ku di 7'ê hezîranê de hat dîtin dê ji hêla gel ve dê bên cezakirin."

'Hilbijartina pêşwext encamê naguhere'

Keyman lis er texmîna hilbijartina pêşwext jî rawestiya û anî ziman ku di hilbijartina pêşwext de 2 rîsk hene û wiha berdewam kir: "Yek jê encama hilbijartinê zêde naguhere û AKP dengê xwe hinekî zêdetir bike. Ya din û ya herî girîng jî ev 5 meh ji bo hevsengiya Rojhilata Navîn gelekî girîng in. Heke van 5 mehan bi hilbijartinê derbas bikin ev yek dê zirarê bide Tirkiyeyê. Li hemberî DAIŞ û pirsgirêka ewlehiyê, nîqaşên çareseriyê tê kirin de careke din bi hilbijartinê mijûl bibe ev yek di aliyê madî de wê zirareke mezin derxîne holê."

(wk)