1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Kiryarên demên derbeyan dikine qanûn"
"Kiryarên demên derbeyan dikine qanûn",kiryarên,demên,derbeyan,dikine,qanûn

"Kiryarên demên derbeyan dikine qanûn"

A+ A-

ÎZMIR (DÎHA) - "Pêşnûmeya Qanûna Ji Nûve Sererastkirina Guhertinê ya Hin Qanûn û Personelên Hêzên Çekdarî yên Tirk", piştî ji Komîsyona Parastina Mîllî ya Meclisê derbas bû, bertekên li hemberî pêşnûmeyê didomin. Hevserokê OHD'ê Rotînda Polat, diyar kir ku pêkanînên di dema derbeyê de tên qanûnkirin.

Hikûmeta AKP'ê dixwaze di bin navê 'têkoşîna bi terorê re' hemû sûc û îşkenceyên ji hêla leşkeran ve tên kirin di bin navê "Pêşnûmeya Qanûna Ji Nûve Sererastkirina Guhertinê ya Hin Qanûn û Personelên Hêzên Çekdarî yên Tirk" de, ji bo leşkeran "mertalê destnedanê" û vê yekê jî bi qanûn bike. Qanûna derbeyê ji Komîsyona Parastina Mîllî ya Meclisê derbas bû. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Rotînda Polat, pêşnûne wekî 'qanûna ku fermana lêdanê dide leşkeran' nirxand.

Polat diyar kir ku di bin navê "qedexeya derketina kolanan" de hemû li Kurdistanê hemû pêkanînên derveyî hiqûqê tên kirin û ev reya jî dane destê waliyên herêmê. Polat got ku ev ji bi rêya Qanûna Îdarî ya Bajêr hatiye kirin.

'Hikûmet li benda qanûneke nû ye'

Polat da zanîn ew wekî hiqûqnas, di serî de diyar kirine ku "qedexeya derketina kolanan" divê li gorî Qanûna Îdarî ya Bajêr neyê kirin û di qadeke ew qas fireh de, dê bi milyonan mirov bi mehan di binê dorpêçê de mexdûr bin. Polat aşkera kir ku di dema niha de Qanûna Îdarî ya Bajêr jî têra hikûmetê nake û dixwaze ji bo şer hêj berfirehtir bike, li qanûnê nû digere.

Polat bi lêv kir ku şerê ku ev salek e tê meşandin, hemû rêgezên dewleta hiqûqî hatine binpêkirin û TSK jî wekî sazî tevlî vê yekê bûye. Polat piştrast kir bi vê pêşnûmeyê re, personelê TSK'ê yê li qadê jî dê bibe xwediyê reyayê.

Polat di dewama axaftina xwe de aşkera kir ku bi vê qanûnê re fermandarê berpirsyar, beyî ku destûra dadger bigire, dikare biçe kunûtan û li gorî xwe lêgerînê pêk bîne û ev tişt got: "Ev reyaya ku dane artêşa tirk, ne ji hêla meclisê ve hatiye dayîn, li ser pişniyara Wezareta Navxweyî ji hêla Lijneya Wezîran vê dê bê dayîn. Bi vê rewşê hikûmet, li kîjan herêmê bixwaze dê rêvberiyekî saz bike û rejîmeke hiqûqî ava ke. Dîsa pêşî li şopandina meclisê jî hatiye girtin."

Ji bo TSK'ê ceza tune

Polat got ku tiştên ku biqewimin dê wekî berpirsyar êdî TSK neyê tewambarkirin û wiha got: "Hikûmetê TSK û hêzên çekdarî bi reyayeke bê sînor gurçopêç kiriye, bi ser civakê de berdaye û her sûcê ku bê kirin dê der barê tu leşkerî de lêpirsîn neyê vekirin."

'Amedekariya pevçûnan tê kirin'

Polat da zanîn ku ev pêkanîn ji xwe bi mehan e bi awayekî fîlî li bajarên Kurdistanê di dewrê de ye, tenê divê di aliyê qanûnî de bihata temam kirin û aşkera kir ku ev gelekî wan dixe nava fikaran.

(ms)