1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Kişanak: Bila tu kes kurdan bi mirinê neceribîne
Kişanak: Bila tu kes kurdan bi mirinê neceribîne,kişanak,bila,tu,kes,kurdan,bi,mirinê,neceribîne

Kişanak: Bila tu kes kurdan bi mirinê neceribîne

Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak bersiv da gotinên Serokwezîr Erdogan ên têkildarî grevên birçîbûnê û got: “Serokwezîr bi xwe jî baş dizane ku kurd çi dixwazin, azadiya xwe dixwazin."

A+ A-

Hezîl Rojda/Adar Serhat

Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak bersiv da gotinên Serokwezîr Erdogan ên têkildarî grevên birçîbûnê û got: “Serokwezîr bi xwe jî baş dizane ku kurd çi dixwazin, azadiya xwe dixwazin. Dixwaze mafên xwe yên xwezayî bi kar bîne. Kurd baş dizanin ew çi dikin. Ji ku tên û diçin ku. Ev bi salane gelê kurd têkoşînek bê hempa dimeşîne. Ew çima blof bikin? Ji bo çi dê şow bike. Jixwe hemû bedelên giran dane.”

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan duh ji vegera serdana xwe ya Bruneî yê di balafirê de pirsên rojnamevanan bersivandibû û gotinên wekî “Me hemû mafên kurdan dane. Ma êdî ew çi dixwazin” û têkildarî grevên birçîbûnê de jî “Me hemû daxwazên girtiyan bicih anîne. Tiştek din em bikin tune ye. Êdî hevserên wan jî di girtîgehê de dikarin biçin cem girtiyan” bikar anîbû. Serokwezîr piştî vegeriya Tirkiyeyê di heman rojê de piştî van gotinan vê car li Trabzonê axivî dîsa gotinên xwe yên li hemberî grevên birçîbûnê domand.

Serokwezîr li vir jî gotinên “Ew blof dikin, şow dikin. Niha parlamenteran jî dest bi grevê kiriye. Çi dikin bila bikin. Em dizanin em dê çi bikin. Dema wexta wê hat li gor tenduristiyê em, çi ji destê me tê wê bikin.”

Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak ku bi parlamenterên BDP’ê yên din re li Amedê dest bi greva birçîbûnê kiriye, têkildarî van gotinan daxuyaniyek da ANF’ê. Kişanak ku axaftinên Erdogan bi zimanekî tund rexne kir wiha axivî: “Bi rastî serokwezîr jî baş dizane ka kurd çi dixwazin. Kurd, azadiya xwe dixwazin. Dixwaze mafên xwe yên xwezayî bi kar bîne. Serokwezîr dixwaze hemû tişt li gor wî çêbibin. Tu eleqeya vê bi pergala demokrasiyê re tune ye. Ew dibêje ‘Ez çiqas bidim, lazime hûn jî razî bin û minedarê min bibin’ Li bendê ye ji ber van lutfan! Kurd hemû bibin AKP’yî. Lê kurd baş dizanin ew çi dikin. Ji ku tên û diçin kû. Ev bi salane gelê kurd têkoşînek bê hempa dide. Ew çima blof bike. Ji bo çi dê şow bike. Jixwe hemû bedelên giran dane. Gelê me baş dizane ku hemû destkeftiyên xwe bi keda xwe bidest xistiye. Loma, ji kurdan re tu wateya van gotinên Erdogan tune ye.

Kişanak, têkildarî parastina bi kurdî de jî nêrînên xwe anî ziman û da zanîn ku nêzî 10 hezar girtiyên siyasî ev nêzî 4 salene ji ber ku nikarin bi zimanê xwe parastin bikin, li dadgehan beyî parastin tên darizandin. Kişanak wiha domand: “Ev bi salane ev rewş didome. Ev yek li hemberî girtiyan wekî şantaj hat bikaranîn. Lê wan dev ji azadiya xwe berda, dest ji mafên xwe berneda. Ez dubare dikim. Tu vateya van hewldan û gotina ji bo kurdan tune ye.

‘SEROKWEZÎR DERAWAN DIKE’

Di berdewamê de Kişanak bersiv dan gotinên Erdogan û waha pêde çû: “Gelo gelek ê tekoşîn azadiyê dide, çima dê blof bike. Ev 30 sale ev têkoşîn bi dayîna bedelên giran didome. Ji ber vê serokwezîr dema van gotinan bi kar tîne, bi xwe jî baş dizane derewan dike. Bi zanebûn ji bo alîgirên xwe derewan dike. Ev 10 sela AKP desthilatdar e. Me êdî rewşa wê ceribandiye. Em AKP’ê baş nas dikin. Lê ev gotinên Erdogan gelek bi talûke ne. Lewma ev gotin, hander e û dibe sedema dijminiyê. Ev gotin diçin zora hevalên me ên girtî ev 42 rojin di greva birçîbûnê de ne jî. Ya rastî hevalên me di vî warî de gelek bi biryar in.

‘GOTINEN SEROKWEZÎR DIDE NÎŞANDAN KU EW DIXWAZE MIRIN ÇÊBIN’

Kişanak, destnîşan kir ku bi van gotinên çewt Serokwezîr dixwaze di girtîgehan de mirin pêk werin û ev tişt gotin: “Ev 61 rojin grev didomin. Çima dema grev kete roja 61’an van gotinan bi kar tîne. Dixwaze bêje ‘ev kese heta niha çima nemirin’. Serokwezîr bi vê helwesta xwe bi zelalî alîgiriya mirinê dike. Niha jî dibêje ez dê mudaxale bikim. Ev tiştekî ne rast e. Wê rê li ber mirinan veke. Bila Serokwezîr vê yekê baş bizane; Em ji bo ku ji girtîgehan darbest nederkevin gelek bi biryar in. Canê hevalên me ji bo gelek bi qîmet û girîng e. Tenê yek kes jiyana xwe ji dest bide ev dê bibe qiyameta Serokwezîr. Tehemula tu kesî ji mirina yek kesî re jî tune ye. Bila serokwezîr vê baş bizane. Bi van gotinan em tu kesî tehdît nakin. Bila şaş neyê fêmkirin. Em rastiyê dibêjin. Lazime rê li ber muzakere û çareseriyê bê vekirin. Serkwezîr, dibêje ‘hûn dest ji mafên xwe bernedin. Ez dê li Îmraliyê tecrîde bişidînim, li çiyê operasyonan li dar bixim’. Şantaj û tehdît a rastî ev in.”

‘BILA TU KES KURDAN BI MIRINÊ NECERIBÎNE’

Kişanak têkildarî gotinên Erdogan yên der barê nîqaşên ‘Darvekirinê’ de jî nêrînên xwe anîn ziman û got, “Bila tu kes kurdan bi mirinê neceribîne”. Kişanak wiha dirêjî da gotinên xwe: “Bi rastî darvekirin, şantaj û gefek gelek mezin. Ew li gorî qeweta xwe wiha diaxive. Hemû hêz û derfetên dewletê niha di destê Erdogan de ye. Ew vê hêzê bê sînor li hemberî kurdan bi kar tîne. Serokwezîr bi van nîqaşan dixwaze çavê gelê kurd bitirsîne. Encaq, bila Serokwezîr baş bizane ku gelê kurd li hemberî van gotinan tu demê stuyê xwe naçemîne. Gelê kurd heta niha gelek caran bi qetliyaman re rû bi rû maye. Kesên îro sax mane hemû ji van qetliyaman filîtîne. Lê li gel hemû qetliyaman jî gelê kurd dev ji azadiya xwe û têkoşîna xwe bernedaye.”

‘EV GOTINÊN VALA NE’

Kişanak, der barê daxuyaniyên Erdogan yên têkildarî li hev hatina gerîla û parlamenterên BDP’ê de jî ev tişt gotin: “Ev gotinên vala ne. Qey hinek derketine dibêjin, bi wî re neaxive bi min re biaxive. Tiştek wiha tune ye. Li aliyê kurdan pirsgirêka muxatabiyê tune ye. Esas ji bo muzakereyê em tu muxataban nabînin. Gelê kurd. Teklîfek gelek baş ji Tirkiyeyê re dike. Dibê ‘Ez dixwazim em bi hev re di nava demokrasî û aştiyê de bijîn’ Bi rastî ev pêşniyarek gelek bi qîmet e. Silametiya Tirkiyeyê di vê pêşniyarê de ye. Bila Erdogan derkeve bêje ‘Ez dixwazim pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk , bi muzakereyê çareser bikim’ Wê demê dixwaze bila kurdekî qal ê li kolanêye re biaxive. Tu pirsgirêka me di vî warî de tune ye. Here kesên ku xizmên xwe di kuştînên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest dane re biaxive. Lê em baş dizanin ku tu projeyên wan yên çareseriyê tune ye. Ji ber vê jî tecrîda li Îmraliyê dişidînin. Dixwazin gelê kurd radest bibe. Lê gelê kurd dê li hemberî wekî heta niha wê li ber xwe bide. Bila ev baş bê zanîn.”

ANF NEWS AGENCY