1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Kişanak: Hikûmet berpirsiyarê bûyerên Sêrtêye
Kişanak: Hikûmet berpirsiyarê bûyerên Sêrtêye,kişanak,hikûmet,berpirsiyarê,bûyerên,sêrtêye

Kişanak: Hikûmet berpirsiyarê bûyerên Sêrtêye

A+ A-

Parlementera BDP'ê ya Sêrtê Gultan Kişanak, têkildarî êrîşa polîsan a li dijî merasima cenazeyê endamê HPG'ê Mahfuz Aykaç konê sersaxiyê diyar kir ku berpirsiyarê vê yekê Wezîrê Karên Hundir û Walî ye.

Li Sêrtê hefteya borî li dijî wesatiya polîsan êrîşa çekdarî pêk hat û polîsekî jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê polîsan li gelek taxên sêrtê operasyon pêk anî û endamê HPG'ê Mahfûz Aykaç di operasyonê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha bi dehan kes hatin binçavkirin. Piştî merasima endamê HPG'ê Mahfûz Aykaç, konê şînê hate vedan û polîsan bi awayekî hişk mudaxaleyî merasimê û kon kir. Di êrîşa polîsan de gelek kes birîndar bûn. Parlementera BDP'ê ya Sêrtê Gultan Kişanak, bi boneya êrîşa polîsan a li dijî merasima cenazeyê endamê HPG'ê Mahfuz Aykaç û konê sersaxiyê şermezar bike û lêkolîn bike çû Sêrtê. Kişanak di ziyarete de odeya keyayan ziyaret kir û li pirsgirêkên wan guhdar kir. Li gel Kişanak, pişt re li gel parlementera Êlihê Ayla Akat Ata, yê Colemêrgê Adîl Kurt, endam û rêberên çûn serdema Şaredar Sadak û gotin derbasî be.

Di ziyaretê de Parlementera BDP'ê ya Sêrtê Gultan Kişanak, têkildarî êrîşa polîsan a li Sêrtê axivî û êrişên polîsan şermezar kir. Kişanak, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê zilma li hemberî gelê kurd rewa dibîne û êrîşan zêde dike. Kişanak, da zanîn ku berpirsiyarê van êrîşan hikûmeta AKP'ê Walî û Wezîrê Karên Hundir e.

Selîm sadax jî êrîş şerezar kir û ji bo serdana heyeta BDP'ê spasiyên xwe anîn ziman.

DÎHA (mae)