1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. KJAR: AKP-MHP'ê li dijî Rêberê me li hev kirine
KJAR: AKP-MHP'ê li dijî Rêberê me li hev kirine,kjar,akp,mhp,ê,li,dijî,rêberê,me,li,hev,kirine

KJAR: AKP-MHP'ê li dijî Rêberê me li hev kirine

KJAR’ê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê û hevkarê wê MHP’ê li ser planên qirêj li hev kirine û got: "Ev demeke dîsa darvekirinê dixin rojevê. Ev rast e rast Rêbertiya me dike hedef. Eger ku bi vê şaştiyê rabin wê bi destê xwe dawiya xwe bînin."

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Koordînasyan Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdisanê (KJAR) daxuyaniyek da û bal kişand ser planên lihevkirina hikûmeta AKP’ê û hevkarê wê MHP’ê û got: "Ev plan raste rast Rêbertiya me dike hedef."

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de got: "Berxwedana ku Rêber APO bi salane li hember hemû cure tecrîd û îşkenceyê bi rê ve dibe, xeyalên faşîst û nijadperestan pûç kiriye. Ji ber vê jî dewleta faşîst a Tirk bi taybetî AKP careke din darvekirinê dike rojev. Hedafa wan serok APO û gelê Kurd e. Bi vê yekê êrîşên xwe bi rengekî hovane û zelal dide nîşandan. Dewleta Tirk a bi êrîşên hovane dixwaze diktatoriya xwe li ser Kurdan ferz bike ji bo wê dest bixe, her cure erîşan tîne ser gelê Kurd û hemû kesên demokrasîxwaz."

KJAR’ê diyar kir ku gelê Kurd bi salane li hember her cure êrîş û zextan li ber xwe dide û radestî ti hêzên faşîst nebûye, her tim bi vîneke mezin xwedî li Rêbertiya xwe derketiye, îro jî têkoşîneke mezin dike û jiyaneke bê Rêberê xwe qebûl nake. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Her êrîşên li ser Rêbertiya wan tê meşandin weke êrîşekî li hember xwe dibîne û bi vê zanabûnê li welat û derveyî welat li ber xwe dide û bi hişyarî tev digerin. Çawa ku xelekek ji agir li derdora Rêbertiya xwe ye, îro jî li hember her cure êrîşên faşîst bê ku gav şûnde bavêje û bê rawestan têkoşînê didomîne. Rêbertî ji bo hemû gel, netewe û civakan bûye hêviya ji nû ve jiyanê."

KJAR’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xusûsan: "Fîkir û felsefa Rêber Apo bûye mirateya her kesên azadîxwaz li cîhanê. Ji bo wê pêwîste ti kes li hemberî faşîzma Tirk bêdeng nemîne. Bi taybet di vê dema ku hikûmeta Tirk û Erdogan ê diktator li dijî gelê Kurd êrîşên topyekûn ên tinekirin û qirkirinê dane dest pê kirin bêdeng nemînin. Faşîzma dewleta Tirk ti sînoran nas nake, dikuje, bajaran wêran dike. Bi hezaran kes girt, ji cih û warên wan dan koç kirin, serketina her Kurdekî li ku dibe bila bibe li dijî xwe weke gefekê dibînin. Em careke din dibêjin, lihevkirina AKP’ê û MHP’ê li ser bingeha tinekirin û qirkirina gelê Kurd e. Dîsa li dijî nuqteya herî hesas a gelê Kurd Rêber Apo ye. Ev demeke dîsa darvekirinê dikin rojevê. Ev rast e rast Rêbertiya me dike hedef. Eger ku bi vê şaştiyê rabin wê bi destê xwe dawiya xwe bînin.

Gelê Rojhilatê Kurdistanê ku li hember esareta li ser Rêbertiya xwe ti car bedeng nema ye û bi ruhê neteweyî xwedî li vîna xwe derketiye pewîste di vê demê de jî, li dijî esareta li ser Rêber APO bêdeng nemîne . Çawa ku sala 98’an bi ruhê berxwedanê xwe li derdora Reber APO kire xelekek ji agir, dengê xwe gihand cîhanê û got ti kes nikare vîna me ya azad jî me bistîne, li seranserê Rojhilat û Îranê li hember pîlangerîya navdewletî bêdeng neman, di vê demê de jî bi yek dengî bi yek ruhî ji bo azadiya Rêber APO bi ruhê seferberiyê rabîn û erîşên faşîzan ên li ser vîn û îradeya gelê Kurd tek bibin."

Herî dawî Komelgeha Jinên Azad ên Rojilatê Kurdistanê (KJAR) bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir ku li dijî her êrîşeke li ser Reber APO bi ruhê berxwedanê xwedî li nirxê mirovayetiyê derkeve. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Çawa ku her demê jinan pêşengtiya berxwedanê kirine di vê pêvajoyê de divê di serî de jin û ciwanên Rojhilat pêwîste bi rêxistinebûnekî pir xurt ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin. Bi ruhê têkoşînê diktatoriya faşîst a dewleta Tirk têk bibe."