1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. KJAR: Pêwîste jinên kurd bi yek deng û fikrî hilbijartinan boykot bikin
KJAR: Pêwîste jinên kurd bi yek deng û fikrî hilbijartinan boykot bikin,kjar,pêwîste,jinên,kurd,bi,yek,deng,û,fikrî,hilbijartinan,boykot,bikin

KJAR: Pêwîste jinên kurd bi yek deng û fikrî hilbijartinan boykot bikin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona KJAR'ê bi daxuyaniyekê bang li hemû jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kirin ku li hemberî siyaseta rejîma Îranê di hilbijartinên bên de neçin li ser sindoqan û dengê xwe bi kar neynin.

Koordînasyona Komelgeya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistan (KJAR)'ê der barê hijbijartinên di rojên pêş de li Îranê pêk werin de daxuyaniyek nivîskî weşand. KJAR'ê diyar kir ku divê di serî de jinên Kurd û hemû jin li hemberî siyeta Îranê ya nepejirandina jinan bibin xwedî helwest.

'Mafê jinane beşdarî biryardayînê bibin'

KJAR’ê dazanîn ku Pergala rejîma Îranê di dawiya vê salê de ji bo hilbijartinan kete nava amadekariyan de û wiha got: “Her çiqas ku pir zêde baweiya gel nebû jî, lê belê cara yek bû ku ji bo hilbijartinan ewqas bi hijmarek zêde ji kesên rêxistinê medenî, çalakên siyasî, hunermend, akademîsiyen û bi taybet jinan xwe namzed dan nîşandan. Ew helwesta gel û jinan li Îranê eva dida nîşandan ku êdî ji vê rejîmê re serî tevandin û îrada xwe teslîmê hişmendiya zayendîperst û nijadperst kirin bi dawî anîne. Lê belê mafê jinan yê beşdarî biryardayînê bibin heye."

'Divê jinên Kurd bibin xwedî helwest'

Ji bo vê jî em wek rêxistina jin KJAR bang li tevahî jinan li Rojhilatê Kurdistanê dikin, heya ku ev rejîma Îranê ya zayendperest û nîjadperst di nêzîkatiyên xwe yê dij bi vîna jin de guhertin çêneke di hilbijartinan de jinên Kurd bi boykut kirin û neçûyîna xwe ya ser sindoqan de helwesta xwe bidin diyar kirin û dengê xwe nedin kesên bi hişmendiya mêrsalar û desthilatdar hatine diyar kirin. Divê jin xwedî li vîna xwe ya siyasî derbikevin û helwesta xwe bi vê şêwazê bidin diyar kirin. Bi dirûşmeya ku ‘Heya ku ev rejîma zayendîparêz û nIjadperest hebe em dengê xwe nadin kesekê.’ Hilbijartinên pêşiya me boykot bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de KJAR’ê wiha got: “Pêwîste jinên kurd bi yek deng û fikrî xwedî li vê helswestê derkevin. Jin yê dengê xwe bide xwe ne bide kesên ku qetil dikin, şîdet û bê mafiyê li ser jinan ferz dike. Ji hemû jin bi taybet jinên kurd û kesên ku namzediya wan hatiye red kirin daxwazin dikin ku bi boykotê siyasetên dewleta Îranê vala derxînin."

(rn)