1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. KJK peyama Newrozê da
KJK peyama Newrozê da,kjk,peyama,newrozê,da

KJK peyama Newrozê da

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Kordînasyona KJK’ê têkildarî Newrozê daxuyaniyek weşand û got, “Hebûna Sêvêyan, Pakîzeyan, Mehmet Tûnçan nîşan daye, ku azadî misoger e, wê paş de gav neyê avêtin û ji bilî serketinê em ê jiyaneke din nas nekin. Ev sedsal sedsala me ye, ku bi paradîgmaya Serok Apo re wê çareserî bafire. Sedsala jinan, sedsala azadiya gelan e.”

Kordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku cejna vejîn û berxwedanê Newroz di sala 2016’an de xwedî wate û biryardariya rizgariya gelê Kurd û misogerkirina jiyana bi nasnameya xwe ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Jin, cejna Newrozê ku xwedî wateya azadiya gelê Kurd û gelên herêmê ye, li Serok Apo pîroz dikin û destnîşan dikin, ku ev sal wê bibe sala xwegihandina Serok Apo û bi awayekî bêdawî em hezkirin û dilsoziya xwe pêşkêşî wî dikin. Ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê hemdem Mazlûm Dogan, di şexsê Zekiye Alkan, Ronahî-Bêrîvan, Rahşan demîrel û Sema Yuce de, em li pêşberî bîranîna hemû şopdarên wan ên dîroka PKK-PAJK’ê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û dilsoziya bi bîranînên wan re bi ser dixînin. Em Newrozê li jin, gelê Kurd û gelên herêmê ên serhildan ji 8’ê Adarê gihandine Newrozê, berxwedan û têkoşîna azadiyê derxistine asta herî bilind, pîroz dikin û dibêjin ‘vejîn temam bû, dem dema rizgariyê ye.”

Kordînasyona KJK’ê da zanîn, ku sîstem di nava koaseke nema dikare bê meşandin de ye û ji bo xwe ji nû ve azad bike, Kurdistan û Rojhilata Navîn careke din veguherandiye qada şer û hilweşînê. KJK’ê diyar kir, di demeke bi vî rengî de jin û gelên li hemberî vê disekinin, ji bo çareseriya xwe hilberînin, sîstema xwe ava bikin û bi rê ve bibin, veguherîne aliyekî û hat gotin, “Têkoşîna azadiya Kurdistanê, ku bi pêşengiya jinan tê meşandin, derfetên bidestxistina destketiyên mezin û afirandina rêxistinbûyîneke mayînde derxistiye holê. Li Rojava û Bakurê Kurdistanê bi xwerêveberiyê re em di pêvajoya avakirina sîstema xwe û bi serxistina vê de ne. Têoşîna bi pêşengiya Serok Apo hat meşandin, ev derxist holê; Ji bilî komkujî û kolekirinê Dehaq nikarin tiştekî bidin mirovahiyê. Maskeya netewe dewletê ket xwarê, hemû hêzên desthilatdariyê bi awayekî tazî li holê ne, bi derewan, bi xapandinê re nikarin mirovahiyê, nikarin jinan bikin kole. Em li hemberî vê ne. Bi hêza xwe, bi rêxistinbûyîna xwe re em hene û bi têkoşîna xwe re em li ser piyan e, me xwe gihandine pêvajoya bi ser xistinê.

Netewe dewletên maskeya wan li pêşberî vê rastiyê ket xwarê, bi her awayî êrîşên faşîzan dikin. Li pêşberî daxwaza xwerêveberiyê ya gelê Kurd, dewleta çete-Erdogan ê faşîst fêm kir ku ew ê desthilatdariya xwe winda bike; lewma êrîşî hemû destketiyên gelê Kurd dike, di serî de tecrîda li ser Rêberê me giran dike û dixwaze li Bakurê Kurdistanê dixwaze bi komkujî, girtin û hilweşandinê re bi gelê me paş de gavê bide avêtin. Bi sûcê li dijî mirovahiyê re dixwaze li Cizîr, Sûr, Hezexê bi her şêwe komkujiyan re encamê bi dest bixe, êrîşî Rojava dike, şerê bi maskeya DAIŞ’ê dimeşan êdî bi awayekî fermî yekser bi xwe dimeşîne û bi êrîşan re ev derxistiye asta herî bilind. Qada navneteweyî bi krîza koçberiyê re esîr digire, di berdêla bêdengiya li pêşberî komkujiyên li Kurdan tên kirin bazariyê dike, bi dewletên herêmê re careke din li ser înkara Kurdan dikeve nava lêgerînên tifaqê. Dehaqên roja îro ku mîna Dehaq hewl dide bi xwarina mejiyên ciwanên Kurd re xwe baş bike, wê bi vê re rehet nebe, berevajî, wê di xwîna dirijîne de bifetise.”

‘GELÊN HERÊMÊ BI AVAKIRINA SÎSTEMA XWE RE BERSIVÊ DIDIN’

Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir, ku gelê Kurd û gelên herêmê bi avakirina Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê re bersiv dane hêzên navneteweyî yên bi nêzîkatiya pragmatîst re Kurd li derveyî civînên diyaririna sîstemê-pêvajoya Cenevreyê hiştine û destnîşan kir, ku ev sîstem bûye xwedî hêza avakirin û parastinê. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Îlana federasyonê ku gaveke dîrokî ye, ji bo jin û ciwanan serketineke mezin e û bûye biryar û seknek li Newrozê tê. Weke Tevgera Azadiya Jinê em vê gava dîrokî silav dikin û parastina şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinê, mayîndekirina destketiyên wê weke wezîfeya xwe ya bingehîn dibînin. Mîna li Rojava, gavên gelê me yên li Bakurê Kurdistanê avêtiye, bi serketina xwerêveberiyê re tevî gelên herêmê wê Neteweya Demokratîk mayînde bike û sedsala 21’an bike sedsala Kurdan û jinan. Ev sedsal wê bibe dema azadiyê. Hebûna Sêvêyan, Pakîzeyan, Mehmet Tûnçan nîşan daye, ku azadî misoger e, wê paş de gav neyê avêtin û ji bilî serketinê em ê jiyaneke din nas nekin. Ev sedsal sedsala me ye, ku bi paradîgmaya Serok Apo re wê çareserî bafire. Sedsala jinan, sedsala azadiya gelan e. Sedsala têkbirina Dehaqan, hilanîna tolê û li ser navê mirovahiyê darizandina wan e. Newroz hatiye, bihar hatiye xaka me. Newroz dema îsyanê ye, dema têkoşîna bê eman û serketinê ye. Ev dem dema me ye, wê bi azadiya gelê me û jinan re watedar bibe. Newroza 2016’an, bi xwerêveberiyên neteweya demokratîk re mizgîniya têkbirina desthilatdaran e, bihar e, destpêk e. Bi vê rastiyê re em ji ruhê azadiyê yê gelê me û jinan ji Newrozê re dibêjin tu bi xêr hatiye, tu bû xwedî hêzeke ku rûmeta mirovahiyê bi serketinê re garantî bike; em ê bi te re sala 2016’an bikin sala serketinê, li ser sûrên Amedê em ê bi Serok Apo re vê salê pîroz bikin.

Bi vê biryardariyê re em bang li jinan, gelê Kurd û tevahiya gelên herêmê dikin ku tevlî Newrozê bibin, xwe bigihînin wateya Newrozê, îsyanê, serketinê, hesabpirsînê û azadiyê bi sîstemeke mayînde re garantî bikin. Roj ne roja xwe vegirtinê ye, ne dema temaşekirinê ye. Roj roja meşa li pêş, xwe bi rêxistinekek xurt, bûyîna xwedî hêzeke mezin û hesabpirsîna ji dewlete netewe dewlet a bi serdestiya mêr e. Em careke din di şexê lehengên Cizîr, Sûr û Hezexê de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin, Serok Apo bi rêzdarî silav dikin,gelê me, gelên cihê xwe di berxwedana bi rûmet de digirin pîroz dikin û dibêjin, ’em tevlî Newrozê, tevlî sekna biharê, tevlî sekna serketinê bibin, hesab ji înkar û qetlîamkeran bipirsin, her qada jiyanê bi rengê biharê re bixemilînin û tehm bikin’. Em bang li tevahiya jinan, gelê xwe û gelan dikin ku agirê Newrozê bilind bikin, salê veguherînin Newrozê û qadan, meydanan bikin Tahrîr û bi ser kevin. Agirê Newrozê agirê jiyanê ye, agirê azadiyê ye, tevlîbûn û mezinkirina govenda yên ji xeleka ji agir in. Di vê dema bilindkirina agirê Newrozê de em ê li pêş bin, bi mezinahî şer bikin û bi mezinahî bi ser kevin.”


Bêjeyên Miftehî