1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin
Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin,klasîkên,me,an,şahir,û,edîbên,me,ên,kevin

Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin

A+ A-

Herekol Azîzan

Celadet Alî Bedir-Xan

Celadet Alî Bedir-Xan - Em dikin qala klasîkên xwe bikin. Lê berî ewilî divêt em li bêjeya »klasîk«ê hûr bibin. Ji ber ko ev bêje bi me ne nas e. Di edebiyata miletên ewropayî de heyamek heye jê re heyama klasîkan dibêjin. Ew heyama ko tê de şahir û edîbên klasîk rabûne. Ji wan edîb û şahiran bi xwe re jî klasîk dibêjin. Ewan edîbên ha teqlîdî edîb û şahirên yewnan û latînî dikirin û li gora isûl û qeydeyên wan dinivîsandin; gelek bala xwe didan wan isûl û qeydan, yani gelek isûl û şikilperest bûn. Ji edebiyatê pê ve ji her tiştî re ko di wextê kevin de û bi islûleke bijarte hate çêkirin klasîk dibêjin. Di warê mûsîqiyê de jî klasîsm heye. Herçi bestekarên wê heyamê ne ji wan re jî klasîk dibêjin. Mîmariya klasîk jî heye. Xulase herçi fen û sinhetên ko bi wê rêzikê ve çûne ji wan re klasîk dibêjin. Gelo di edebiyatê de klasîkên kurdmancan kî ne? Ew kengê rabûne û bi paş xwe ve çi eser hiştine ?

Bersiva vê pirsiyariyê ne hêsanî ye û jê re xebateke zor divêtin. Ji xwe ji eserên beriya islamiyetê hesêb tiştek ne maye. Piştî islamiyetê ji nav kurdan gelek şahir, edîb û peyayên zana rabûne, lê eserên xwe bi piranî bi erebî, bi farisî an bi tirkî nivîsandine; û ji wan milet û edebiyata wan re xizmeteke mezin kirine. Herçî şahirên tirkan ên mezin yên ko serê tirkan bilind dikin Nabî, Nefhî û Fizûlî her sê jî kurdmanc in. Yên ko bi kurdmancî nivîsandine gelek hindik in û wan jî bala xwe ne daye zmên û çêtir kêfa xwe ji pirsên erebî û farisî re anîne.

Digel vê hindê ev çend eserên ko pêşiyan ji me re hiştine edebiyata me a klasîk ditînin pê û di nav wan de eserine kûr û hêja hene. Ji xwe herçî folklora me ye, yanî edebiyata xelkê, di nav folklorên dinyayê de bi bijarteyî dikeve rêza pêşîn. Di rohelatê nîzing de folklora tu miletî ne gihaştiye dereca folklora me.

Herçî klasîkên me, herwekî me got ev behseke dirêj û zehmet e, û jê re wextekî fireh divêt. Ev ne îşê bendekê an du bendan e. Heke îro em vê bendê dinivîsînin mexseda me ne ew e ko em li vê behsê hûr bibin û klasîkên xwe bisenifînin. Bi tenê em dixwazin vê behsê vekin; bi hêviya ko hinên din pê mijûl bibin û tiştekî tekûz bi ser xin.

Di vê bendê de emê bê awerteyî qala hemî şahir û edîbên kurdmanc bikin yên ko bi kurdmancî nivîsandine. Heye ko, hinekê wan bi tenê şahirê dîwanê ne û ne klasîk in. Bila misenifê klasîkan bi wan mijûl bibe û klasîkan ji neklasîkan bibijêre; û heqê herkesî li gora hêjabûna wî bidiyê.

Di vê babetê de di destên me de tu wesîqe nînin. Tiştên ko ez pê dizanim, min pirê wan ji şêxê rehmetî, Evdirehmanê Garisî bihîstine. Ji milê din di kitêba kurdîzanê ûris Eleksandr Jaba de der heqê edebiyeta kurdî hin not hene. Jaba ji melakî kurdmanc re di heqê edebiyata me de bendek da bû nivîsandin. Melayê kurdmanc, ji xêra Xwedê re, benda xwe ne bi erebî, ne bi farisî û ne jî bi tirkî, lê bi kurdmancî nivîsandiye. [Mebest ji Melayê kurdmanc Mele Mehmûdê Bayezîdî ye û di wê demê de Celadet-Alî Bedir-Xanî nedizanî ka navê wî melayî çi bû. Mele Mehmûdê Bayezîdî gelek destnivîs û belgeyên dî jî dane Alexander Jabayî, ravekirina Arif Zêrevanî.]

Ewî melayî di benda xwe de qala tarîxa bûn û wefata her şahirî jî kiriye. Lê wer dixuye ko mela di van tarîxan de şaş e. Melê ew bêî ko bi rastiya wan bizane, ji ber xwe de û bi texmîn gotine, û li hev siwar kirine. Digel vê hindê em gotinên melayê Jaba weke xwe diguhêzînin stûnên xwe. Di benda melê de tiştine xelet hebin jî ew bend di celebê xwe de esereke yekta ye. Herweki Xanî gotiye: »Kurdmancî ye ew qeder li kar e« .

MELAYÊ CIZERÎ

Mela li cem hemî kurdmancan, nemaze li cem feqehan ewçend nas e ko ne hewce ye ez wesfê wî bidim. Mela şahirekî mitesewif e, dîwana wî di sala 1919 an de li Stenbolê ketiye çapê. Beriya wê li Petresbûrgê jî hati bû çap kirin. Min ji vê çapê nisxeyek li Şamê di taxa kurdmancan de dîtiye. Çapa Petresbûrgê çapeke lîtografîk e.

Melayê Jaba di heqê Melayê Cizerî de dibêje: »Şahirê diwê Melayê Cizerî ye. Eslê wî ji Cizîra Bihtan e. Navê wî şêx Ehmed e. Di tarîxa pansed û çilî de di nêv Cizîrê de peyda bûye. Di wî wextî Mîr Imadedîn li Cizîrê mîr bû û xweheke mîr hebû. Ev şêx Ehmed li xweha mîr aşiq bûye. Xezeliyatine zehf gotiye û diwançeyek tertîb kiriye. Dîwana Melayê Cizerî dibêjin qewî dîwaneke misteleh e, û zehf li nik ekradan meqbûl e. Paşê, Mîr Imadedîn ew şêx Ehmed ceribandiye ko aşiqê heqiqî ye û xweha xwe da ê. Şêx Ehmed qebûl ne kiriye. Ev şêx Ehmed jî di tarîxa pansed û pêncî û şeşê de merhûm bûye û di nêv Cizîrê de medfûn e, û ziyaretgaha xelkê ye« .

Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizêrî ziyaretgah e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber şetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdînişt û şihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piştî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin.

Ji dîwana melê me xezala jêrîn bijartiye. Heye ko di dîwana melê de jê spehîtir xezel hene. Lê me kêfa xwe ji ber gotina »Şebçiraxî şebî Kurdistan im« jê re anî.

Pir ji dîna te xerîb im xanim Ji te ser ta bi qedem heyran im Her bi can teşnelebî lehlan im Dil di benda giriha zilfan im Yûsifî cirhekeşî hicran im Niqteyî daîreyî rindan im Lew şebî daîre sergerdan im Badenûşî qedehî hirman im Bedel ateş ji ceger biryan im Lew perîşan im û pir êşan im Aşiqî nazik û mehbûban im Tu mebîn bêser û bêsaman im Gulî baxê iremî Bihtan im Şebçiraxî şebî Kurdistan im Çi tebîet beşer û insan im Lilehil hemd çi alîşan im Di riya yar li rêza san im Lew di iqlîmî sixen xaqan im Sibehî îd e û ez pê zanim Ko bi kêra te seher qurban im Xweş birîndarekî bêderman im Carekê şefeq e rûhim can im Ji Xwedê re veke benda beriye. Dînbirê hurmisalê zeriyê Nazikê nîşkerê sirperiyê.

FEQEHÊ TEYRAN – Melayê Jaba di heqê Feqehê Teyran de gotiye: »Şahirê siyê Feqiyê Teyran e ko navê wî Mihemed e. Eslê wî ji qesaba Miksê ye, welatê hekariyan e. Di tarîxa heft sed û diwê peyda bûye. »Hikayeta Şêxê Senhanî« û »Qiseya Bersîsayî« jî mewzûn gotiye û »Qewlê hespê reş« jî wisanî mewzûn gotiye û zehf beyt û eşhar jî qewî mileme û rengîn gotine. Û navê wî jî di şihrê da »Mîm û Hey« e, û miqdarê heftê û pênc salan emir kiriye û di tarîxa heft sed û heftê û heft da merhûm bûye û li Miksê jî medfûn e« . Gelo Feqehê Teyran kî bû? û navê wî, çi bû? Ji ber ko Feqehê Teyran leqeba şahir e û ne navê wî ye. Ji eserên wî »Wesfê şêxê senhanî« nik min heye.

Yê ko ev nisxe nivîsandiye di dawiya wê de bi erebî gotiye: »Qesîda wesfê şêxê senhanî ya ko Mîr Mihemed nezim kiriye temam bûye, Ev mîr Mihemed bi navê Feqehê Teyran meşhûr e« . Li gora vê şerhê Feqehê Teyran mîr bû û navê wî Mihemed bû. Lê mîrê kîjan welatî? Heye ko ji mîrekên Miksê bi xwe bû. Ji eserên Feqeh min ji »Wesfê şêxê senhanî« pê ve tu jî ne dîtine. Ji xwe esera »Qiseya Bersîsayî« bi guhê min ve jî ne bûye. Min navê »Qewlê hespê reş« bihîstiye. Bawer bikin jê re »Hikayeta hespê reş« jî dibêjin. Min hin xezel û qesîdeyên wî ên peregende jî dîtine.

Dibêjin ko Feqehê Teyran şagirtê Melayê Cizerî bû û li ber destên wî xwendiye. Feqeh di wefata Melê de jê re mersiyeyek jî gotiye û li tarîxa wefata Melê tê de bi ebcedê işaret kiriye. Ew mersiye bi destê min keti bû lê di dema nivîsandina vê bendê de ne bi min re ye.

Lê qenc tête bîra min ko Feqeh di mersiya xwe de dibêje »Heft eyn û lam ji hev bûn cida, şîn û girî dîsa tê da« . Heke mirov ev pirsên ha bi hisabê ebcedê hel kir bawer bikin tarîxa wefata Melê jê xuya bike. Dîsan ji wê qesîdê tête zanîn ko Melayê Cizerî ji gundê Hêşetê ye. Ji ber ko Feqeh dibeje:

Îro werin, lazim werin, cîran û xelkê Hêşetê.

Herçî »eyn û lam« Feqeh qala van her du tîpan di »Wesfê şêxê senhanî« de jî kiriye û gotiye:

Miksî [1] ji wê meymestihê Tewîl diket hîkayetê Miksî ji eşqê sihtiye Ev şihir vi şêx ve nihtiye Halê xwe tê de guhtiye ji »eyn û lam« a hicretê

[1] Feqeh qala nefsa xwe bi xwe dike. Herwekî me got Feqeh ji welatê Miksê ye. Lê gelek li Cizîra Botan maye û tê de xwendiye.

Gelo leqeba Feqehê Teyran çawan bi vî şahirî ve bûye. Dibêjin ko Feqeh bi zimanê teyran dizanî bû ji lewre navê Feqehê Teyran lê kirine. Di vê babetê de min ji şêx Evdirehmanê Garisî çîroka jêrîn bihîstiye.

Feqehê Teyran diçû Cizîrê. Bi rê ve rastî keşekî hat; pev re hevaltî kirin. Midekî çûn, westiyan, xwe dan ber siha darekê. Bihna xwe didan. Du çûk hatin û veniştin ser darê. Çûk pev re diştexilîn û Feqeh dikenî. Keşê ji Feqeh pirsî û got ê: Ma tu çire dikenî?

Feqeh got: Ev adeta me ye, em feqeh holê dikenin.

Keşe: Divêt jê re sebebek hebe, mirov bê sebeb nakene.

Feqeh: Xebera te ye, lê heke min ji te re got, ditirsim tu bêbextiyê li min bikî û belakê bînî serê min.

Keşe soz da yê ko nabêje tukesî. Feqeh rabû mesela xwe jê re qise kir û got:

– Ez bi zimanê teyran dizanim. Tu van çûkên ser darê dibînî, yekî ji ê din re dibêje, ev feqehê ha diçe Cizîre, lê nizane ko li Cizîrê serê wî dê bête êşandin.

Keşe deyn ne kir. Her diwan da xwe û ji nû ve bi rê ketin. Gava gehiştin Cizîrê Feqeh çû Medresa sor, keşe çû Westaniyê. Li Westaniyê xelk giha bûn hev û wek mirovine ko li tiştekî digerin diçûn, dihatin û li erdê fedikirîn û dipeyivîn. Keşê sehîtî kir û zanî ko remildarekî gotiye ko di erdê Westaniyê de xezîneyek heye, lê nikari bû cihê wê şanî bide. Mîrê Cizîrê jî li xezînê digere.

Vê carê, keşe kenî û çû nik mîr; mesela feqeh û çûkan jê re got. Mîr şande pey feqeh. Feqeh gote mîr; belê ezê xezînê derînim, lê para xwe jê dixwazin.

Mîr jî şertê Feqeh pejirand, yanî qebûl kir. Feqeh jî çû hinek zad anî û reşand nava Westaniyê, û xwe li paş kevirekî veşart. Teyr hatin ser zad, zad xwarin û bi hev re ştexilîn. Teyrekî ji yekî dîtir pirsî:

– Ma kê ev zad reşandiye vê derê? – Feqehê Teyran ev zad reşandiye, seba xezînê. – Ma tu nizanî xezîne li kû ye ? – Belê dizanim, sibehî wextê roj hiltêt kevirê ko tavê berî ewilî lê didit xezîne di bin wî kevirî de ye.

Feqeh zivirî medresê û nivist. Sibe zû rabû çû Westaniyê û piştî ko kevirê xwe nas kir berê xwe da mala mîr û gote wî: Ezbenî min xezîne bi cih kir. Mîr digel xulaman rabû, hat Westaniyê, erd kolan û xezîne derêxistin. Malekî zehf derket. Mîr ji feqeh pirsî: Para te çi ye bêje...

Feqeh got: Beramberê serê keşê bidin min.

Mîr got: Serê keşê bi laşê wî ve ye, em çawan beramberê wî bidin te. Feqeh got: Rahet e, serê keşê ji laşê wî vekin.

Anîn serê keşê jê vekirin û danîn ser şehînê û li milê din hêdî hêdî zêrên xezînê êxistin, hetanî ko zêr temam bûn. Zêr beramberê serê keşê ne hatin.

Mîr enirî û gote feqeh: Te zanî bû ko serê keşê hinde giran e, ji lewre te ev şert bi min re kir.

Feqeh deyn ne kir, zêr ji şehînê rakirin û çend kulm ax avêtine şûnê. Milê axê daket, serê keşê rabû. Hingê Feqeh berê xwe da mîr û got ê:

– Mîr im, min zêr navêt, zêr ji te re divêtin, tu ko xwedî xulam û mêvan î. Mexseda min ew bû ko ez şanî we bidim ji serê insên girantir ax heye, û insan bi tenê bi axê têr dibe.

Ev her sê şahirên ha yanî Elî Herîrî, Melayê cizerî û Feqehê Teyran bivê nevê beriya Ehmedê Xanî ne. Ji ber ko Xanî qala wan dike û dibêje:

Min dê elema kelami mewzûn Alî bikira li banê gerdûn Bînave riha Melê Cizêrî Pê hey bikira Elî Herîrî Keyfek we bida Feqiyê Teyran Heta bi ebed bimaye heyran Çi bikim ko qewî kesad e bazar Nînin ji qimaş re xerîdar

Ezê niho hin şihrên Feqehê Teyran bidim zanîn. Ji Wesfê şexê senhanî:

Van qisetan izhar bikim Behsan kar û bar bikim Yar û biran hişyar bikim Da ez ji şêx dim wesfekî Şêxek hebû çaxê ewil Nûrha Xwedê hel bû di dil Sed gumreh û dal û midil Bi destê wî tên tobetê Şêxek hebû sinhaniyan Serdarê pansed sofiyan

Ji qesîdeke wî:

Bizan ko min yar ti wî Dil ji birîndar ti wî Ez kuştim yekcar ti wî Çi bikim ko min yar ti wî Bê dest û hem pa ti wî Pir li min kubar ti wi Ê b'xezeb xwendî ez im Di qeyd û bendê ez im Zencîr bi zendê ez im Miştaqi rindî ez im Aşiqê cindî ez im Perwazi findê ez im Xweş qed û ehla ti wî Cama piyala ti wî Şûx bejn û bala ti wî Delala mala ti wî Pir bext û tala ti wî Nîmeta ala ti wî. Dûr ji wisalê ez im Yar di xeyalê ez im Îsa li erdan ti wî Bi girt û berdan ti wî.

EHMEDÊ XANÎ – Mela Camî di heqê Mewlana Celaledînê Rûmî û kitêba wî »Mesnewî« de gotiye: Men çi gûyem wesfi an alîcenab Nîst pêxember welê dared kitab.

Yanî: Ez di heqê wî alîcenabî de çi bibêjim, ne pêxember e, lê kitêba wî heye. Ev pesnekî bilind û hêja ye û bi her awayî li bejna Mewlana têt.

Di heqê Ehmedê Xanî û kitêba wî »Memozîn« de, bi min be, mirov dikare jê bêtir jî bibêje. Belê Xanî jî xudan kitêb e. Lê Xanî pêxember e jî. Pêxemberê diyaneta me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn.

Xanî di wextekî welê de rabû ko - beriya niho bi sê sed û neh salan - ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijadê xwe hişyar ne bû bûn û zelamên ji yek miletî hev û dû ji bo ketolîkî an protestaniyê dikuştin. Di heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra kurdaniya xwe biri bû û ji kurdan re goti bû hon berî her tiştî kurd in, rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin.

Melayê Jaba der heqê Ehmedê Xanî gotiye: »Şahirê pêncê jî Ehmedê Xanî ye. Eslê wî ji tayifeyê hekariyan ji eşîreta xaniyan e. Bi xwe hatiye Beyazîdê, di tarîxa hezarê da tewetin kiriye. Di zimanê kurmancî de Memozîn nav kitêbek aşiq û maşûqan gotiye û kitêbek lixet jî bi kurmancî û erebî gotiye, navê wê Nûbihar e. Zarokê di Kurdistanê hemû di piştî Quranê dixwînin. Û zehf jî xezeliyat û eşharan û beyt bi zimanê kurmancî gotiye. Û di zimanê erebî û farisî û tirkî jî qewî mahir û sahibi irfan e. Û ji şierayê di Kurdistanê hemûyan jî meşhûr û faiq e, belkî ji hemû şieran meqbûl û memduh e. Û dii hezar û şêst û sê da jî merhûm bûye û di nêv Beyazîdê da mizgeftek jî bi navê xwe bîna kiriye. Û bi xwe jî li kenarê mizgeftê medfûn e« .

Xanî herwekî bi xwe dibêje di sala hezar û şêst û yekê hicrî de ji diya xwe bûye.

Lewra ko dema ji xeyb fek bû Tarîx hezar û şêst û yek bû

Kengê emirê Xwedê kiriye em pê nizanin. Lê gava Memozîna xwe qedandiye çil û çar salî bû.

Îsal gehişte çil û çaran Ev pêşrewê gunahkaran

Xanî ji Memozînê pê ve hin eserên din hene. Nûbihar: ferhengeke menzûm e. Kurdî-erebî. Xanî ji bo Nûbiharê dibêje:

Ji paş hemd û selewatan Ev çend kelîme ji ji lixetan Vêk êxistine Ehmedê Xanî Nav lê Nûbihara biçûkan danî Ne ji bo sahibi rewacan Belkî ji bo piçûkê di kurmancan

Ji Eqîda îmanê:

Sifatê di sebhe ji bo zilcelal Bizan heft in ey arifê pir kemal Xweşî, şîn û zanîn û vên û kelam Bihîstin digel dîtî bû temam

Xanî li Beyazîdê dibistanek jî danîbû û tê de dersa zarokan bi kurdmancî digot. Di pey mirina wî re şagirtê wî Ssmaîn bîst salên din li wê dibistanê guhdar bû û dersên kurdmancî tê de gotin.

Li gor atiştê ko min bihîstiye Xanî kitêbeke cexrafyayê jî çêkiriye û tê de qala ezman û stêrkan kiriye. Herçend ez gelek lê geriya bim jî ev kitêb neket destên min.

Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye Mem û Zîn ji xwe re kirine behane û bi vê hêncetê kula dilê xwe bi der daye, derdê miletê xwe ê ker û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye.

Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî dibîne ko ew rêzik winda dibin, kurdmanc bi zimanine din dixwînin û dinivîsînin, bi rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin rengên miletên din û bi vî awayî û bi rêva bindestiya wan dikin. Seyda dibêje:

Sazi dili kul bi zîr û bem bit Sazendeyê 'eşqi Zîn û Mem bit

Şerha xemi dil bikim fesane Zînê û Memî bikim behane

Nexmê we li perdeyê derînim Zînê û Memî ji nû vejînim

Derman bikim ez ewan dewa kim Wan bê mededan ji nû ve rakim

Meşhûr bikim bi terz û islûb Mimtaz bikim mihibb û mehbûb

Ewreng bikim ji nû serefraz Da bêne temaşeyî nezerbaz

Dilber li Memî bikin girînê 'Aşiq bikenin bi derdê Zînê

Ev meywe eger xirab e ger qenc Kêşaye digel wê me dused renc

Ev meywe eger ne avdar e Kurmancî ye, ew qeder li kar e

Ev tifl e eger ne nazenîn e Nûbar e bi min qewî şirîn e

Ev meywe eger ne pir lezîz e Ev tifl e bi min qewî 'ezîz e

Mehbûb û libas û gûşiwar e Milkê di min in ne miste'ar e

Ez pîlewer im ne gewherî me Xudreste me ez ne perwerî me

Kurmanc im û kûhî û kenarî Ev çend xeber in di kurdwarî

Memozîna Xanî di sala 1919an de li Stenbolê hatiye çap kirin. Seyda Hemze - îro midirê dibistanên Hesiçê ye - jê re dîbaçeyek nivîsandiye. Tê de dibêje ko Xanî Nûbara xwe di sala 1094ê hicrî de nivîsandiye. Li gora vê tarîxê Beriya qedandina Memozînê bi neh salan. Tirba Xanî li Beyazîdê ziyaretgaha xelkê ye.

NALÎ

NALÎ – Ji şahirên Soran e. Dîwana wî di sala 1931ê de li Bexdayê çap bûye û yên ko dîwan dane çap kirin biserhatiya Nalî jî tê de gotine. Jê dixuye ko Nalî leqeba şahir e navê wî Mela Xidir e, bavê wî Ehmed Şawês e. Nalî di sala 1215ê hicrî de, li Şarezorê, ji diya xwe bûye. Di sala 1255an de çûye Stenbolê û heta dawiya emrê xwe li Stenbolê ma û di sala 1273an de emirê Xwedê kir. Li Stenbolê di gornistana Eba - eyûbê - ensarî de veşartî ye.


ELÎ HERÎRÎ – Di nav şahirên kurdmanc de yên ko piştî islamiyetê rabûne û bi kurdmancî nivîsandine; ê pêşîn Elî Herîrî ye. (Xwedê rehmeta xwe lê erzan bike û heke di ser bihuştê re bihuşteke din, bihuşteke bijarte heye cih û meqamê wî tê de çêke). Li gora ko me bihîstiye gundê wî Herîr di welatê Soran de ye û Elî bi xwe sorî ye. Lê Melayê Jaba dibêje ko Herîr di welatê Şemdînan de ye. Me bi xwe tu esera wî ne dîtiye. Dibêjin ko dîwana wî heye.

Melayê Jaba der heqê Elî Herîrî dibêje: »Şahirê berê Elî Herîrî ye. Dîwançeyek heye, şihir û qesayid. Herîr jî gundek e, di cihê û nehya Şemzdînan, di sencaxa hekariyan de, û şihir û ebyatê di wî jî di nêv Kurdistanê qewî zêde meşhûr û marûf e. Texmîna ko di tarîxa çar sedê hicretê de peyda bûye û di çar sed û heftê û yekê de merhûm bûye û di nav Herîrê de medfûn e« .

MELAYÊ BATE – Melayê Jaba der heqê Melayê Bate gotiye: »Şahirê siyê jî Melayê Bate ye. Navê wî jî Mela Ehmed e. Eslê wî ji Bate ye. Bate gundek e, ji gundê di hekariyan. Di tarîxa heşt sed û bîstî da peyda bûye, û zehf şihir û ebyat gotine. Dîwaneke mexsûs heye, qewî qenc e, û mewlûdeke kurmancî gotiye. Di Kurdistanê de ew meqbûl e; û heştê salî emir kiriye û neh sedê hicrî merhûm bûye. Di nêv gundê Bate de jî medfûn e« .

Li gora tiştê ko min bihîstiye Bate li Behdînan û li nîzingî Amediyê ye. Ji eserên Batê min bi tenê mewlûda wî dîtiye. Herçî dîwan û şihirên wî ne, çavên min bi wan ne ketiye. Mewlûda wî di sala 1905 an de li Misrê hate çap kirin. Heke ez ne şaş im ew mewlûd di sala 1919 an de li Stenbolê jî ketiye çapê. Bi min re nisxeke destnivîs heye. Eve çend dûrik ji mewlûda Batê:

Hemdê bêhed bo xudayê alemîn Wî Xudayî daye me dînê mibîn Em kirîne imeta xeyrel beşer Tabihî wî miqtedayê namwer Wî xudayî malikê milkê ezîm Daye me mîras qurana kerîm. Bo cemihî mislimîn û salihe Bo feqîrê Bate jî el-fatîhe.

***********

AXAYÊ BÊDARÎ – Me tu eserên vî şahirî ne dîtine. Me bi tenê navê wî seh kiriye. Rawiyan gote me ko Axayê bêdarî gelek guh daye zimên û çiqas jê hat ewçend bêjeyên erebî û farisî ne xistine şihrên xwe. Melayê Jaba qet qala vî şahirî ne kiriye. Dibêjin ko Axa di pey Batê re rabûye. Ji lewra me ew daniye vê derê.

******************


SMAÎLÊ BEYAZÎDÎ – Melayê Jaba di heqê vî şairî de gotiye: »Şairê şeşê, j şairê di Kurdistanê Ismaîl e. Eslê wî ji Beyazîdê ye, ji şagirtê di Ehmedê Xanî ye. Di hezar û şêst û pênê hicretê peyda bûye û di hezar û sed û bîst û yekê de merhûm bûye. Kitêbeke lixetan jî »Gulzar« nav telîf kiriye û bi kurmancî û erebî û farisî, zaro dixwînin. Bi xêrî ji wê jî zehf xezel û eşharan û ebyat bi zimanê kurmancî gotiye. Cehda wî meşhûr û marûf e. Û di nêv Beyazîdê da merhûm û medfûn bûye« .

Me Gulzara Smaîl ne dîtiye; ne jî şihirên wî. Tiştê ko em di heqê wî de dizanin ew e ko Smaîl daye ser şopa Xanî û di dibistana Beyazîdê de dersên zarokan bi kurdmancî gotiye.

*****

ŞEREF-XAN – Melayê Jaba di heqê Şeref-Xan de gotiye: »Şairê heftê Şeref-Xan e, ji mîrê di hekariyan e, û ji neslê Ebas. Di hezar û sed û yekê da jî li Colemêrgê ko cihê hikûmeta hekariyan e peyda bûye. Eşhar û ebyat bi zimanê kurmancî û farisî zehf gotiye. Di hezar û sed û şêst û yêkê da merhûm bûye û di nêv Colemêrgê de medfûn e« .

Me ev Şeref-Xan nas ne kir. Heke jê mexsed xwediyê Şerefnamê Mîr Şeref e, mîr Şeref ji mîrên Bidlîsê ye, û me tu şihrên wî bi kurdmancî ne dîtine.

*****


MIRAD-XAN – Me navê vî şahirî jî ne bihîstiye. Melayê Jaba qala wî dike û dibêje: »Şahirê heştê Mirad-Xan e ko di tarîxa hezar û sed û pênciyî da li Beyazîdê peyda bûye. Ewî jî miqderekî xezeliyat û eşharan bi zimanê kurmancî gotiye û di hezar û sed û nehê da merhûm bûye û di Beyazidê da medfûn e û paşî wî ji kurmancan êdî şair peyda ne bûne, heta niha« .

Herwekî me got di heqê Mirad-Xan de em tu tiştî nizanin. Li gora navê wî divêt ew jî ji mîrekên Kurdistanê be.

Melayê Jaba - em wî hergav bi vî navî bi nav dikin ji ber ko bi navê wî nizanin piştî ko heşt şairên jorîn hejmartine benda xwe bi gotinên jêrîn qedandiye:

»Berê zaf medaris di wilayetê di Kurdistanê de hebûn. Dikat, bajar, qeza û qesebe û gundan da ehlê islamê di Kurdislanê da elbete felabid medreseyek û dido û sisê û belko êdî zêde hebûn û bila derece diqet û ihtimam ji kenarê di hakim û ehaliyan der heqê emrê di medaris û islaman hebûn. Li nik mezin û piçûkê di Kurdistanê qedr û rifta ilm û ileman hebû.

Melayê di qewî û zûfinûn di Cizîr, Amedî, Soran û Sêrt û etrafan da zaf bûn. Lakin niha êdî medrese û ilema û xwendin di Kurdistanê de qewî kêm bûye, nadir peyda dibe. Elbetde elametê axirî ye ko ilm ilema niqsan dibin« .

Kitêba kurdîzanê ûris di sala 1860î de ketiye çapê. Li gora vê tarîxê melayê ko em bi navê wî nizanin beriya niho bi 80-90 salî şairên jorîn senifandine û di heqê ilm û zanînê de ev tişt bi dilekî kul gotine.

*****


SIYEHPÛŞ – Sed heyf û mixabin ko di heqê vî şairê hêja de em tu tiştî nizanin, ji şihra jêrîn pê ve, ya ko vê paşiyê ketiye destên me.

Dilberek min dî bi çavan Sed elif pabûsî bû Agirek berda hinavan Şemh û der fanûsî bû. Şemh û rihniya zilamê Agirek berda di amê Zilf û xalên û temamî Qeyd kirin mehbûs bi damê Şerbeta şîrînkelamê Terkî min nadit midamê Sed şikir îro selamê Kir li min taze xulamê Şerh û teqrîrê Isamê Fikr û teswîrê kelamê Reng û elwanê di Camî Şibhetî tawûsî bû. Şibhetî çavê duyengê Qews û ebrûyê du bengê Mir-reyê tîra xedengê Zilf û xal û xuncerengê Kes ne dî qet wî çi rengî Neqşê maçîn û firengê Qet ne ma qet wî çi rengî Hikmeta Têmûr û lengî Sifdera mêrê du cengê Şêr û mexmûr û pilingê Sed hezaran wek bişengê Hikmekî kawûsî bû. Min qebûl e hikmê rindan Serxweş û sûretlewendan Lê çi bêjim qewl û bendan Ketme tora lehl û xendan Zehmetek wan pir bi min dan Kefşe bim wek gaz û sindan Dil hedef kir tîr li min dan Lê ji halê mestemendan Bê eded cewher bi min dan Lewmenoşê can bi der dan Xemzeyê pir mekr û fendan Lê li min casûsî bû. Lê li min berda girînê Mihbeta wê nazenînê Bê sebeb ketme nivînê Ax û efxan û enînê Lê ji ber hisna şerînê Şeq bû bedra yasemînê Kanî hûra ser zemînê Carekê bête girînê Ev bi xef, hal im bibînî Merhema bavê birînê Zilf û xal û xemrevînê Bo me calînosî bû. Zilf û xal û mest û naz e Işweyê wan xemzebaz e Gerdenê gerdenfiraz e Lê ji eşqa rûyê faze Cerd dikin ehlê mecazê Ta sedî yasî û qaze Xef dibin esrar û raze

.......

Ez çi kim sewm û nemaz e Kar û şixl û bê niyaz e Min ji dest tenbûr û saz e Dil wekî naqûsî bû. Dil ebîr û mest û mîrê Begler û şah û wezîrê Da li min derbek bi tîrê Ta li mir' nê min vebîrê Kirme hib-ba zemherîrê Sîne kir armanc li tîrê Kanî mel-layê Cizêrî Mek-kî û Elyê Herîrî Xanî, Şêxê Babeşîrê Bên li dengê min feqîrê Xemrî û gîs û herîrî Şev li min kabûsî bû. Şev dikim nalîn û zarî Şibhetî teyrê Biharê Ey Siyehpûş tu xumar î Sahibê adab û kar î Çend Siyehpûş tu sitar î Lê bi eşqa dil nikarî Dir û yaqût û mirarî Misk û enber jê dibarî Hespê şahê şehsiwar î Angeh ez pabûsî bûm. Dilberê ehlê dilan bû Qatilê cergê pijan bû Qasidê rûh û we can bû.

Dibêjin leqeba Siyehpûş pê ve bûye ji ber ko hewranikî reş bi xwe ve dikir, li hespekî boz siwar dibû û kolosekî spî li serê wî bû; û ew di nav hesp û kolosê spî de reş dikir.

Ji şihra jorîn em dizanin ko Siyehpûş di pişt Xanî re ye. Jû pê ve Siyehpûş bi vê şihirê ji me re du şairên din dide nas kirin: »Mekî« û »Şêxê Babeşîrê« .

*******


AXAYOK – Gelo ev kurdê ko bi zmanê xwe bi qasî Ristemê kurd mêr e kî bû? Belê ew axa an pisaxayek bû. Lê axayê kû derê, navê wî çi ye, û kengê rabûye?

Disan û dîsan em nizanin, em nizanin. Bi tenê çend dûrikên wî ketine destên me û bi vî awayî me zanî şahirek rabûye û leqeba wî Axayok e. Nebe ko ev û Axayê Bêdarê yek hibin. Dîsan em nizanin. Ev in dûrikên Axayok yê ko bi dest me ketine:

Tawûs bi vî şiklê melîh, Şermendeyê saqê di reş Ew qijika gûxwer binêr Qij qij dikit elwan im ez. Şêrê ji heft bavê xwe şêr, Dawayî şêrî naketin Tûlepîsê heft kûçikan Ewew dikit erslan im ez. Nanê cehî têr naxwitin Tiştek di malê da niye Simbêl û çavan bel dikit Zobaşiyê qewman in ez. Fezl û terîqa neqşebend Ger ew bi şorbe germ biya Ew dîzika şorbe di nêv Dê şêxê Bestamî biya Fezl û terîqa sofîyan Ger ew bi reh beh'ta wicûd Ew nêriyê lehyetewîl Dê bê guman sofî biwa Fezl û terîqa aliman Ger ew bi şaşa gir biya Cismê kulindê ser mezin Dê qazî beyzawî biwa. Fezl û terîqa qadirî Ger teq teq û şeq şeq biya Ew şeqşeqa asî, yeqîn Dê qutbê gêlanî biwa.

*********


MEWLANA XALID – Şêx Xalid Ziyaedîn di terîqeta neqşibendî de şihba Xalidî daniye. Mewlana Xalid ji kurdên Silêmaniyê ye. Şêx Xalid berî ewilî li Bexdayê û di pey re li Şamê terîqeta xwe belav kiriye û di sala 1242 an da li Şamê çûye rehmetê. Di çiyayê Çilyaran de veşartî ye. Mewlana Xalid şahirekî mitesewif e; û wî dîwaneke farisî heye. Min bi xwe dîwan ne dîtiye. Dibêjin ko di wê dîwanê de çend qesîdeyên bi kurdî an nîvkurdî hene. Me got nîvkurdî ji ber ko Mewlana di wan qesîdan de kurdî û farisî tevlî hev kirine. Êdî mirov nizane ew qesîde bi kurdî an bi farisî ne. Eve qesîdeyek ji wan qesîdan:

Çi tedbîr ey misilmanan Kî men xod ra nemîdanem Ne tersa me yehûdiyem Ne gebr û ne misilmanem Ne beriyem, ne behriyem Ne şerqiyem ne xerbiyem Ne ez erkanî tebhiyem Ne ez eflakî gerdan im Ne ez Çîn im, ne ez Hind im Ne ez bilxar û maçîn im Ne ez milkê Iraqê me Ne ez xakî Xuristan im Ne ez av im, ne ez ba me Ne ez xak im ne ez ateş Ne ez dinya, ne ez iqba Ne ez firdewsî ridwan im Nişan im bê nişan başed Mekan im lamekan başed Ne ten başed ne can başed Ne min ez canî canan im Ne baba me, ne dada me Ne ema me, ne xala me Li ser wechê çiraya me Dikim îro di efxan im Ji efxana bes e salek Ji maşûqan bes e yarek Ji bo mihiban hero carek Welî bim ez bi çeşman im.

**********


MELA YEHYAYÊ MIZÛRÎ – Min bi tenê navê wî bihîstiye û ji min re gotine ko dîwaneke wî heye. Dîsan rawiyan gote min ko Mela Yehya gelek bala xwe daye zimên û di daira imkanê de, bêjeyên erebî û farisî ne xistine dîwana xwe. Çiyayê mizûriyan di ser Dihokê re ye.

**********


MELA XELÎLÊ SÊRTÎ – Dibêjin ko Mela Xelîl di wextê Mela Yehyayê Mizûrî de rabûye. Evî melayî kitêbek heye hi nnvê »Nehcel Enam« . Beytên jêrîn ji wê kitêbê ne:

Tu guh dêre nitq û beyana fesîh Ji bo ferz û eynan e merdê melîh Ko îman û islam û sewm û selat Li ser malîdaran e hec û zekat Li ser te ji ferzan e ey nûrî can Bizanî tu erkan û şertê di wan Heçî hikmê şerhê tu mihtac dibî Ji bo zanîna wî tu minqad dibî We lêken qe yek bê yekî nabitin Misilmanî bê her diwan nabitin Tû manayê şehdê ko bawer bike Telefiz eger qadir î pê beke.

********


ŞÊX EVDILQADIRÊ GÊLANÎ – Ev kîjan Şêx Evdilqadirê Gêlanî ye? Xwedê pê zane. Yê ko navê wî ji min re gotiye, gote min jî ko dîwana wî di gundê Qelenderan de peyda dibe. Qelenderan di dora Mêrdînê de ye.

***********


HECÎ FETAHÊ HEZROYÎ – Dîsan min bihîstiye ko dîwaneke wî heye û herwekî ji navê wî dixuye ji Hezroyê ye.

*********


ŞÊX MIHEMEDÊ HADÎ – Rawiyan gote min ko pêşiyên Şêx Hadî ji Rewandizê hatine û di Lîcê de cih bûne. Dibêjin ko dîwana wî heye.

*******


ŞÊX EVDIREHMANÊ TAXÊ – Dibêjin ko Şêx Evdirehman bidlîsî ye. Tax çi ye? Ji gundên Bidlîsê ye, an Şêx ji taxeke Bidlîsê e dûr e, û ji lewre jê re Evdirehmanê Taxê an »taxî« gotine. Me dîsan bihîstiye ko dîwana wî heye.

*******


ŞÊX RIZA – Şêx Riza jî sorî ye. Ew jî çûye Stenbolê û li Stenbolê di civata şahir û zanan de gelek bi qedr û rûmet bûye. Dersa efendî û beglerên Stenbolê digot, nemaze bi farisî. Şêx Riza hecawekî bêeman bû. Mixabin ko tu şihirên wî bi min re nînin ko ezbelav bikim. Bi tenê çîrokoke wî dizanim.

Herwekî me got Şêx Riza li Stenbolê dersa edebiyatê digot. Wezîrê miarîfê gelek ji Şêx Riza hez dikir. Lê carekê wezîr şêx xeyidand. Di mala wezîrê miarîfê de, li heywanê postê hirçekî hebû; ev post bi kayê dagirtî bûn û li ser lingan sekinandi bûn. Şêx Riza pişta erna wezîr, rojekê, di dersê de qala mecaz û kinayê dikir. Ji şagirtên xwe re heçko mîsalek anî û got: »Gava hon dikevin xanîkî û li heywanê hirçekî dibînin divêt bizanin ko xwediyê malê qereçî ye« .

******


HACÎ QADIRÊ KOYÎ – Hacî Qadirê koyî Xaniyê didowan e. Ew jî weke Xanî bi derdê miletê xwe dişewitî. Şihir û qesîdeyên wî tev de li ser milet û welêt in.

Çend şihirên Hacî Qadir di sala 1925an de li Bexdayê di bin navê »komela şihirên Hacî Qadirê Koyî« de çap kirine. Di wê komelê de biserhatiya Hacî jî gotine. Li gora wê komelê Hacî Qadir kurê Mela Ehmed e, di gundê Gorqeraçê de ji diya xwe bûye, û ji eşîra Zengenê ye. Lê ji ber ko di zarotiya xwe de guhastiye Koyê navê »koyî« pê ve bûye.

Hacî jî weke Nalî û Şêx Riza çûye Stenbolê û ketiye civata edîb û şahirên Stenbolê. Ji şahirên wê heyamê pirê wan farisiya xwe li ber destên Hacî xwendine.

Hacî dîwaneke mezin heye an hebû. Min dîwana wî dîtiye; bi destnîviseke hûr qederê 800 rûpel hebû. Hacî ji dîwana xwe du nisxe nivîsandî bûn; heke nisxeke wê tirkan şewitandiye heye ko nisxa din rojekê bikeve destên me.

Ezê îro şihreke Hacî e neçapbûyî belav bikim. Herwekî me got Hacî perestişkarê Xanî bû. Hacî li ser Memozîna bavê min a destnivîs şihira jêrîn nivîsandiye.

Zemane resmi caranî ne mawe Çiraxi nazim û minşî kujawe Le dewri ême roman û cerîde Egerçî meqsed e, zanînî baw e Eman qedrê bizane em kitêbe Le dinya êstekî hemtay ne maw Le eyamî heyati şêxi Xanî Le ser nisxey xet ew nûsirawe Le layî erbabi xoy bo qedr û qiymet Xezîney gewher e, û kisey diraw e Le mecmûhi diwel, Soran û Botan Le sayey em kitêbe nasirawe Le kurdan xeyri Hacî û şêxi Xanî Esasi nezmi kurdî danenawe.

Hacî di sala 1912ê hicrî de li Stenbolê çûye rehmetê. Bi eqlê min li Skûdarê di gornistana Reqece-Ehmed de veşartî ye. Ez dikarim bibêjim min Hacî dîtîye, lê nikarim bibêjim ez Hacî nas dikim. Ji ber ko sala ko Hacî çû rehmetê ez hêj nû keti bûm ser lingan.

********


ŞÊX NÛREDÎNÊ BIRÎFKÎ – Ji eserên Şêx Nûredînê Birîfkî di destê me de bi tenê Çîroka Siltan Ebûbekrê Şiblî heye. Ji xwe jû pê ve min tu eserên şêx ne dîtine. Ev in çend beyt ji qesîda Ebûbekrê Şiblî:

Ev bendeyî şêxî cîhan Lazim divî sira nihan Zahir bikim qutbî zeman Da hon bizanin qisetê Şêxek hebû xewsê dinê Insan hemî jê bûn xenî Ne d'hate xab û xwarinê Daîm bi terka lezetê Navê ewî qutbî şerîf Şiblî Ebûbekrê zerîf Yekser dibû wek mû zeîf Daîm bi tirs û xeşyetê Eslê terîqa şêx çi ye Ewil emîrî şahiye Şêx hakimek farîsî ye Siltanê mîr û şewketê Mîr˜ê nihawendî bû ew Şahê semerqendî bû ew.

*******


EVDIREHMANÊ AXTEPÎ – Kitêbeke wî heye bi navê »Rewzel Neîm« tê de qala wesfên pêxember û mîraca wî kiriye. Kitêb mênzûm e, û 360 rûpel in. Kitêb di sala 1302ê hicrî de hatiye nivîsandin. Evdirehman teqlîdî Ehmedê Xanî kiriye û di şihirekê de qala kurdmancî û kurdmancan kiriye. Evdirehman di beyteke vê şihirê de dibêje:

Me ev çend lefzi şêrîn çêkirin Zimanê di tirkan me pê jêkirin.

* * *

Heta niho me behsa wan camêran kir ko bi nezmê nivîsandine û xwediyê dîwanê ne. Ji van pê ve çend mirovên din hene ko bi şihirê mijûl ne bûne lê di warên din de bi kurdmancî nivîsandine. Emê niho qala wan bikin.

Kurdîzan Eleksandr Jaba jî di kitêba xwe de qala wan dike û welê dixuye ko ev tişt jî jê re ewî melayê kurdmanc bi devkî gotine û Jaba ew bi frensizî nivîsandine.

******


ELÎ TEREMAXÎ – Jaba dibêje ko kurdmancan heta 1000ê hicretê ilmên dîn û şerîetê bi zmanê erebî dixwendin. Piştî 1000î melayek bi navê Elî, ji gundê Teremaxê, ji qeza Miksê rabûye û ji ber xwendinê çû heta Bexdayê. Elî di medresên Bexda, Mûsil, Behdînan û Soran de xwend û di nav alimên heyama xwe de bû bû zanakî serdeste. Evî Eliyê Teremaxî piştî ko vegeriya welatê xwe rabû di gundê xwe de medreseyek ava kir û bi zimanê kurdmancî kitêbeke tesrîfê jî çêkir û dersa feqehên xwe bi kurdmancî got. Hêdî hêdî ew kitêb li Kurdistanê belav bû.

*******


MELA ÛNISÊ ERQETÎNÎ – Jê re Melayê helqetînî jî dibêjin. Xuya ye ko »Erqetin« an »Helqetîn« gundê wî ye.

Vî melayî daye pey Elî Teremaxî û kitebên tesrîf, zirûf û terkîbê bi zmanê kurdmancî nivîsandine. Min ne eserên Elî ne jî yên Ûnis dîtine ji lewre min nikari bû ez hin tiştan ji wan belav bikim.

*******


MELAYÊ ERWASÊ – Melayê Erwasê kitêbeke kiçik lê hêja nivîsandiye. Kitêba wî li ser nexweşî û dermanên wan e. Mela tê de qala nexweşiyan dike û dermanê her nexweşiyê û çêkirina dermanên jî dibêje. Min bi xwe kitêb ne dîtiye, ez bi salûxdanê dibêjim. Dîsan rawiyan gote min ko Melayê Erwasî di wextê Evdil-Xanê bavê Bedir-Xan de rabûye. Li gora vê û bi texmîn Mela beriya niho bi 150 salî emir kiriye. Ji kitêba wî re »Tiba Melayê Erwasê« dibêjin.

********


KITÊBEKE HISABÎ – Vê paşiyê kitêbeke kiçik ketiye destên min, Kitêbeke mewzûn. Tê de qala hisabî kirine. Ev in çend beytên wê:

Neh caran neh bi xwe hesêb ke biltemam Heştê û yek in, tu bizan ya ez xulam. Heşt caran çar çend in eya şîrînbira Ew sih û dû ne herçî zêde ji te re. Heft caran pênc çend in eya tiflê piçûk Ew sih û pênc in da ko pê nebî xudûk. Şeş caran sê çend in eya sahib meqal Ew deh û heşt in tu bizan ya pîrê kal. Pênc caran pênc çend in ey mêrê çak Ew bîst û pênc in tu bizan ey canê çak. Çar caran heft çend in tu bêje vê demê Ew bîst û heşt in da tu hilnegrî xemê.

Sê caran neh bo te beyan kim ya delal Ew bîst û heft in tu bizane ya heval. Du caran çar çend in min bo te kirye xet Ew heşt temam in der vê nezma pir xelet. Êk caran êk êk e bizan ya nasiha Bo feqîrê koyî bêjin fatiha.

Di dawiya vê kitêbokê de bi erebî şerhek heye. Li gora vê şerhê xwedî kitêba xwe di sala 1345ê romî de nezim kiriye; berî hevdeh salan. Gelo li kû derê? Li Tirkiyê, Iraqê an Sûriyê?

Xwendevanên delal. Ev nivîsara ko ji bo kitêbekê hindik lê ji bo bendekê hinek zêde ye, li hire temam bûye. Herwekî min ji we re got li vê bendê ne wek bendeke tarîxa edebiyatê lê wek lîsteke şahirên me ên kevin fedkirin. Hingê hon dikarin xwe ji şaşbûnê biparêzin.

------------------------------------------ 

 Azîzan, Herekol, (1941), »Hawar«, »Klasîkên me«, hjm. 33, rûp. 6