1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. KNK: Divê Sûriye dest ji kiryarên provakatîf berde
KNK: Divê Sûriye dest ji kiryarên provakatîf berde,knk,divê,sûriye,dest,ji,kiryarên,provakatîf,berde

KNK: Divê Sûriye dest ji kiryarên provakatîf berde

A+ A-

BRÛKSEL - Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya bîranîna serhildana 12’ê Adarê ya Qamişloyê daxwiyanike da û banga xurtkirina yekitiya netewî li gelê Kurd kir. KNK’ê bang li dewleta Sûriyeyê kir û got; “Em ji rejîma Sûryeyê dawaz dikin ku xwe ji polîtîkayên provekatîf û girtin û binçvakirin û biriyardariyên şoven dûr bixe û bi dû rejîma Tikiyeyê nekeve û polîtîkayên wê yên kirêt wernegre û li ser gelê Kurd pêk neyne” û wiha domand “Em bang li rejîma Sûriyeyê dikin ku fermanên dewleta Tirkiyeyê pêk neyne û serê xwe ji nava qûmê derîne û derdora xwe binere bê çi veguherîn çêdibin.

KNK bi bîr xist ku di encama êrişa hêzên ewlekarî û destgehên sîxûrî de zêdetrê 30 kesî jiyana xwe ji dest dan û got; “Bi vê boneyê, em hemû hezên ewlekarî û istixbaratî ku destên wan ketine xwîna gelê me, bi tundî şermezar dikin û rewanpakên vê serhildanê bi bîr tînin û bejna xwe li himberî giranbuhabûna ked û xwîna wan newq û xûz dikin. Ev şehîdên ku ders û waneyên pir xot dan rejîma dewleta Suriyê ku dê qet ji bîr neçin”. KNK ji Sûriyeyê xwest ku dest ji kiryarên provakatîf û girtinên Kurda berde.

EW Ê NEYÊN JI BÎRKIRIN

KNK’ê bi bîr xist ku di van rojan de, gelê Kurdistanê, salvegra heftemîn a serhildana 12’ê Adarê dijî û destnîşan kir ku ev serhildana ku çirûska wê ji bajarê Qamişlo dest pê kir û li tevahiya bajarên başûr-rojavayê Kurdistanê weke Dêrikê, Tirbesipiyê, Amûdê, Dirbêsiyê, Kobanî û Efrînê belav bû, ta xwe gihand bajarên Heleb û Şamê. KNK’ê got; “ Di vê serhildanê de, hêzên ewlekariyê yên komara Sûriyeyê, komkujiyeke hovane li dijî gelê me yê sivîl û bêçek û bêguneh pêk anî.”

KNK’ê di daxwiyaniya xwe de diyar kir ku di encama komkujiyê de, zêdetirî 30’î kes jiyana xwe ji dest dan û bi sedan birîndar bûn û bi hezaran hatin girtin û binçavkirin û got; “Bi vê boneyê, em hemû hezên ewlekarî û istixbaratî ku destên wan ketine xwîna gelê me, bi tundî şermezar dikin û rewanpakên vê serhildanê bi bîr tînin û bejna xwe li himberî giranbuhabûna ked û xwîna wan newq û xûz dikin. Ev şehîdên ku ders û waneyên pir xot dan rejîma dewleta Suriyê ku dê qet ji bîr neçin”.

BÛYERÊN LI TUNIS Û MISIRÊ JI BO REJÎNA DERSEK E

KNK’ê bal kişand ser rewşa dawî ya Rojhilata Navaîn jî û destnîşan kir ku, herêmên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê veguherînên şoreşgerî û bingehîn derbas dike, ew sîstêmên totalîter ku ev 40 sal in bûne bar li ser sînga gelan, têk diçin û got; “Ev şoreşên han, dê bi serkevin, ji ber ku daxwaza wan azadiyeke civakiye ku xwe ji navendên deshilatdariyê diparêze û xwe jê dûr dixwe. Buyerên li Tûnis û Misir rûdan û buyerên niha li Lîbyayê, Yemenê, Baherînê... hwd, rû didin, ders û waneyeke pir xurt û kûre ji bo hemû rejîmên navndîgêr û diktator di herêmê de, da hişyar bibin û encaman û ibretan ji wan wergrin ku çiqas sal û dem derbas bibin, dê vîna gelan nayê têk birin û şikandin.”

REJÎMA SÛRIYE BI HIŞMENDIYA ZORDAR BERDEWAM DIKE

KNK’ê got; “Tevlî ku ev serhildanên han, hêz û moralê didin civak û gelên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê, lê rejîma Sûriyeyê hîna li serê xwe siwar hatiye û di hişmendiya totalîter û zordar de berdewam dike. Ev hişmendiya ku guhertin û rêforman nas nake û napejirîne ku guherîn û rêforman di bingeha rejîma xwe a siyasî, civakî û aborî çêbike” û wiha berdewam kir; “Rejîma Sûriyeyê, guhên girtiye û xwe kerr kiriye beramberî tiştên li derdora wê çêdibe, tu dibê qey ti têkiliya rejîma Şamê bi van serhildanên gelerî qet tuneye!. Ji vê rejîm heye ku ew dûrî rûdawên wisa ye û ji serhildanên cemawerî parastiye!. Bi vê helwestê, ev rejîm, serê xwe di nava qûmê de veşartiye û jê heye ku gewdê xwe tev hatiye veşartin!.”

REJÎMA SÛRIYE JI REJÎMÊN TIRKIYE Û ÎRANÊ CUDARTIR NÎNE

KNK’ê bal kişand ku rejîma Sûriyeyê, pir ji rejîmên Tirkiyeyê û Îranê cudatir nine û wiha berdewam kir; “ Ji ber ku ew jî heman polîtîkayên nenaskirin û qirkirin û tunekirinê, li himberî Kurdan bi kar tîne. Hebûna gelê Kurdistanê napejirîne weku hebûneke xwedî nasnameyeke bingehên wê yên siyasî, çandeyî, civakî û erdnîgarî heye. Rejîma Sûriyeyê, ta vê rojê jî, di serhişkiya xwe de a bi kar anîna piroje û kiryarên şoven û nijadperset li himberî Kurdan, berdewam dike” û mînaka Projeya kembera Erebî li bajar û herêmên başûr-rojavayê Kurdistanê da û got; “.Ji bilî stendina birayrên şoven ku serokkomariya Sûriyeyê û parlemena wê, li himberî herêmên Kurdan distîne, mînak: biryara 49an ku jiyana aborî li herêmên Kurdan şeht û felc kiriye. Pêve girêdayî, girtinên ketûber ku li himberî Kurdan bikar tîna û bê dadgerî, wan davêje girtîgehan û azar û îşkenceyên hovane li ser wan bikartîne. Ev tev, ji bo vîna Kurdan têk bibe û çav û pişt li wan bişkîne.”

KNK’ê wiha domand; “Berdewankirina rejîma Sûriyeyê van karyar û siyastên han, biratiya navbera Kurd û Ereban dê têxe nava metirsiyê û bi şêweke nehênî bandorê lê bike. Di eynî demê de, serhişkiya rejîma Sûriyeyê di pêkanîna van siyasetên li dij Kurdan, dê hemû hewldan û insyatîfên ku gelê Kurd pêşniyaz dike ji bo çareserkirina doza Kurd li Sûriyeyê bi rêbazaên biratî û aştiyane û demokratîk, dê têk bibe. Di gel vê yekê, peymanên bi guman di navbera rejîmê Sûriyeyê – Sûriye – Îran û hin hêzên şoven yên Ereb li Bexdayê, nîşanên biryardariya van rejîman di berdewamkirina hişmendiya nenaskirina gelê Kurd û pêkanîna siyasetên qirkirin û tunekirina wî de didin diyar kirin. Di encamê de, yê ku ziyan ji van siyastan bibîn, dê gelên herêmê bin, bi hemû netewe û nijad û ol û tayfeyên xwe yên cihê reng. Divê van rejîmên han, baş nas bikin ku gelê Kurdistanê, xwedî vîneke xurt û gewre ye û hêzeke ku tu carî nerm û ji hev nakeve. Divê bizanibin ku hemû polîtîkayên yên şoven, dê nikaribin pêşveçûna gelê Kurd asteng bikin û şûnve venegerînin, tersî vê yê, dê berxwedana Kurdan bi hêztir û firehtir bibe ta ku mafên xwe yên rewa bi dest bixe. Lewra, em ji van rejîmên han dixwazin ku siyastên xwe li himberî Kurdan di ber çavan de derbas bikin û dûrî çareseriyên şoven ku xwe dispêrin tundperestiyê û tunekirina kesê dî, bikevin.”

DIVÊ SÛRIYE DEST JI POLÎTÎKAYAYÊN GIRTIN Û PROVAKATÎF BERDE

Kongreya Netewiya Kurdistanê KNK, ji rejîma Sûriyeyê xwest ku xwe ji polîtîkayên provekatîf û girtin û binçvakirin û biriyardariyên şoven dûr bixe û bi dû rejîma Tikiyeyê nekeve û polîtîkayên wê yên kirêt wernegre û li ser gelê Kurd pêk neyne. KNK’ê wiha bang li Sûriyeyê kir; “Em bang li rejîma Sûriyeyê dikin ku fermanên dewleta Tirkiyeyê pêk neyne û serê xwe ji nava qûmê derîne û derdora xwe binere bê çi veguherîn çêdibin. Divê rejîma Sûriyeyê ew tiştê gotî ku “gelê Kurd beşeke bingehîne ji tevna civakî a Sûriyeyê ye” di warê kiryarî de bi cih bîne.”

JI BO PARTÎ Û RÊXISTINÊN KURD BANGAWAZÎ

KNK’ê bang li gelê Kurd jî kir ku got; “Em bang li hemû gelê xwe û hemû partî û rêxistinên niştimanperwer, li her çar perçên Kurdistanê û derveyî welêt dikin, ta ku giraniya metirsiyên û êrîş û pilanên şoven ku rûberûyê me ne, baş bizanibin. Em ji wan bi hêvîne ku çi ji destên wan bê û heya ji wan tê, dê hewl bidin xwe ji bo avakirina yekîtiya netewayî a demokratîk. Ji ber ku ev yekîtî, dê bibe bingeha himber derketin û vala derxistina hemû êrîş û pilanên dijminên Kurdan li her derê. Em bang li wan dikin ku hemû derfet û hewldanên xwe bikarbînin ji bo lidarxistina konfêransa netewayî a Kurdistanê û Kurdan di bin banê sitratîjeyeke hevpar de bicivînin.”

Kongreya Netewiya Kurdistanê di dawiya daxwiyaniya xwe de got; “Bi boneya salvegera heftemîn a serhildana 12’ê Adarê a Qamişloyê, em bang li hemû gelê xwe yê Kurdistanê dikin, li hindir û dervey welêt, nemaze, li başûr-rojavayê Kurdistanê û bi sedan malbatên me ku ji ber zordarî û çavsoriya rejîma Sûriyeyê reviyane û weke penaber di kampên “Meqbûlî” û “Domîz” ku girêdayî Dihokê ne, bi cih bûne, em bang li tevan dikin da ku yekîtiya xwe ya netewayî xurtir bikin û durişma “êdî bese” li dij siyastên qirkirin û tunekirinê hildin, da ku li gorî şehîdên serhildana Qamişo û hemû deverên Kurdistanê bibin û em dest bi dest, mil bi mil, bixebitin da em hêvî û daxwazyên şehîdên xwe pêk bînin. Ev şehîdên ku tiştên xwe yên herî giranbuha qorî hembûn û azadiya me kirine, em di gel dengên wan biqarin: “êdî bese” ji hemû şêweyên zordarî û çewisandin û binpêkirinan re û belê ji bo biratiya gelan û jiyana azad û demokratîk û aştiyane re. Û em tev bi hev re, ber bi konferansa netewayî ve pêş de biçin.”

ANF NEWS AGENCY