KNK'ê Fûad Masûm pîroz kir
BRUKSEL 25.07.2014 07:51:32 Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo Fûad Masûm ê ji Serokkomariya Iraqê re hatiye hilbijartin, peyameke pîrozbahiyê weşand.
Di peyama bi navê Konseya Rêveber a KNK'ê de bal hat kişandin ser girîngiya Serokkomariya masûm ji bo gelên Kurdistanê û careke din hat xwestin ku prisgirêkên navbera Kurdan û hikûmeta navendî de bên çareserkirin.
KNK'ê di peyamê de kêfxweşiya xwe ya ji ber hilbijartina Fûad Masûm ji bo Serokkomariya Iraqê anî ziman û di karê wî de serketin jê re xwest. Di peyamê de hat bibîrxistin ku piştî Celal Talabanî cara duyemîn Kurdek ji bo Serokkomariya Iraqê hatiye hilbijartin û hat destnîşankirin ku ji aliyê qezençkirina mafên gelên li Kurdistanê dijîn ve ev yek wê bandoreke erênî bike.
KNK'ê xwest di dema nû de pirsgirêkên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya weke pirsgirêkên sînor û parvekirina petrolê, bên çareserkirin. Konseya Rêveber a KNK'ê her wiha daxwaziya xwe dûbare kir ku bajarên Kurdan ên li derveyî sînorên Herêma Kurdistana Federal in, li rêveberiya Kurd bên girêdan. Di peyamên de hat destnîşankirin ku divê ev daxwaza Kurdan ji aliyê nûnerên Kurdan ên li Bexdayê ve bê dîtin.
