1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kobaniyan 4 cangoriyên xwe spartin axê
Kobaniyan 4 cangoriyên xwe spartin axê,kobaniyan,4,cangoriyên,xwe,spartin,axê

Kobaniyan 4 cangoriyên xwe spartin axê

A+ A-

KOBANÊ 13.07.2014 10:01:29 Bi hezaran welatiyên Kobanê duh bi şev cenazeyê 4 cangoriyên xwe Firat Kobanê, Hogir Kobanê, Ferhad Talik û Xelîl Ebdî yên ku di pevçûnên gundê Cibnê yê rojavayê Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li goristana şehîd Dijle spartin axê.

Bi hezaran welatiyên herêma Kobanê ji bo cenazeyan wergirin, li pêş Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê kom bûn û darbestên ku bi alên YPG'ê hatibûn pêçandin wergirtin.

Girseya gel bi karwaneke ji sedan wesayîtan ber bi gortistana şehîd Dijle ket rê.

Welatiyan al, sembolên Kurdî û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û bê navber bi dirûşmên dilsoziya bi têkoşerên doza azadiyê re, qîriyan.

Girseya gel ku darbestên têkoşeran rakiribû ser milan li goristanê ji aliyê sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin.

Li goristanê marsîma oxirkirinê bi rêzgirtinê destpê kir.

Piştre li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk Ehmed Şêxo, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mustefa Îto û li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Aram Mihemed, axivîn.

Axaftvanan diyar kirin ku rewşa seferberiyê ya herêm tê de ye ji hemû kesî daxwaz dike ku tevlî nava refên YPG/YPJ'ê bibe û di çeperên berxwedanê de cihê xwe bigre.

Axaftvanan soza şopandina rêya têkoşeranan dan.

Piştî axaftinan girseya gel darbestên herçar têkoşeran rakir ser milan û di nava tilîlî û dirûşmeyên ku berxwedana YPG/YPJ'ê silav dikin, spart axê.