Kobaniyê banga destekê li gelên cîhanê kir
Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, amadekariyên çalakiyên piştgiriyê li tevahiya cîhanê dewam dikin. Ji bo Kobanê jî banga destekê li gelên cîhanê hat kirin
KOBANÊ - ANF Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, amadekariyên çalakiyên piştgiriyê li tevahiya cîhanê dewam dikin. Ji bo Kobanê jî banga destekê li gelên cîhanê hat kirin. Di daxuyaniya li ser navê Konseya Rêveber a Kantona Kobanê de hat destnîşankirin, ku ji bo serketina aştî û wekheviyê ya li dijî barbariyê, girîng e destek ji Kobanê re bê dayîn.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku li hemberî Kobanê û du kantonên din ên Rojavayê Kurdistanê, ji 19'ê Tîrmeha 2012'an dema ragihandina xweseriyê ji aliyê gelê Kurd ve, bênavber êrîş tên kirin û hat ragihandin ku tê xwestin li Rojava sîstemeke nû ya ji cihêrengiya etnîkî, olî, sosyo-çandî re vekirî ya xwe dispêre xwerêveberiyê bê avakirin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û berxwedana li hemberî van çeteyan hat nîşandan û hat gotin, "Bi şikandina êrîşên komên tund re gelê Rojava ji bo avakirina rêveberiyeke nû, vîn û biryardariyeke awarte nîşan dan. Ev biryardarî bi berxwedana gel a Kobanê re, ku destpêka dawiya 'mît'a DAIŞ'ê bû, derket asta herî bilind û berxwedana Kobanê nîşanî tevahiya cîhanê da ku yekbûyîna vîna gel û yekbûyîna saziyên herêmî têrê dike ku li dijî terorîzm û şer, nirxên mirovahiyê û aştî were parastin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku berdêla serketina Kobanê gelekî giran bû û vê yekê bandora zelal li jiyana rojane kir. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji sedî 70 ê xanî û avahiyên li Kobanê hatine hilbijartin, beşek ji şêniyên bajêr koç kirine û hat destnîşankirin, ku gel dixwaze li bajarê xwe vegere û tevlî xebatên ji nû ve avakirinê bibe.
BERXWEDANA GELÊ ROJAVA DEWAM DIKE
Konseya Rêveber a Kantona Kobanê diyar kir ku berxwedana li Kantona Kobanê tevî hemû bêderfetiyan jî dewam dike û got, "Ji ber ku sînorê bi Tirkikyeyê re girtiye, ji aliyê pêwîstiyên xwarin û dermanan ve kêmasiyên cidî hene. Lê belê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi ahengiya li gel hemû pêkhateyên Rojava (Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî) re û bi alîkariya Koalîsyona Navneteweyî re li dijî DAIŞ'ê berxwedana xwe didomînin."
Konseya Rêveber a Kantona Kobanê bang li her kesên xwedî nirxên aştî û edaletê ne kir, ku li dijî terorîzmê û ji bo ji nû ve avakirina Kobanê zextê li Tirkiyeyê bikin ku korîdoreke însanî veke. Konseyê da xuyakirin, ku sozên heta niha hatine dayîn bi têrkerî bi cih nehatine anîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku desteka ji bo Kobanê bi tenê di gotinê de maye.
BANGA TEVLÎBÛNA LI ÇALAKIYÊN 1'Ê MIJDARÊ
Konseya Rêveber a Kantona Kobanê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû gelên cîhanê kir, ku bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, piştgiriyê bidin Kobanê û gelê wê yê wêrek. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berxwedana gelê Kobanê û serketina li hemberî dijminê mirovahiyê, bandor li tevahiya cîhanê kiriye û hat gotin, "Desteka ji bo gelê Rojava û Kobanê çiqasî mezin be, wê şensê serketina aştî û wekheviyê ya li hemberî barbariyê, ewçend mezin be."
