1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Kobanî şoreşa sêyemîn pêk tîne – 2- VIDEO!
Kobanî şoreşa sêyemîn pêk tîne – 2- VIDEO!,kobanî,şoreşa,sêyemîn,pêk,tîne,2,video

Kobanî şoreşa sêyemîn pêk tîne – 2- VIDEO!

A+ A-

NAZDAR EBDÎ

https://www.youtube.com/watch?v=_AW1WgFUalY

KOBANÎ – Yek ji lingên esasî yên ji nû ve avakirinê jî xebatên şaredariyê ne. Piştî rizgarkirina navenda kantonê, şaredariyê bi 5 xebatkar û traktorekê, lê bi îradeyeke mezin dest bi xebatan kir. Xebat niha bi alîkariya şaredariyên Bakûrê Kurdistanê didomin.

Ji ber êrîşên hovane yên çeteyan û pevçûnên dijwar, avahiya şaredariyê bi temamî hatiye ruxandin û hemû alavên têde jî wêran bûne. Ji bilî 5 xebatkaran û terektorekê di destê şaredariyê de tiştek nebû. Lê bi hêza îradeya xwe dest bi kar kirin.

Rêya gel hate vekirin, cenazeyên çeteyan hatin rakirin

Destpêkê ji bo amadekariya vegera gel, 3 kolanên bajar bi temamî ji bermahiyên şer paqij kirin. Cenazeyên çeteyên DAIŞ’ê ku li pey xwe hiştibûn ji kolanan hatin komkirin û veşartin. Her wiha riyên fireh û mezin tevî gelek riyên din hatin vekirin û xizmetên jiyanî ji bo gel hatin meşandin.

Şaredariyên Bakûr hatin alîkariyê

Şaredariyê bi derfetên kêm xebatên xwe meşandin, lê pêdiviya wan bi alîkariyê û amûran hebû. Ev alîkarî jî piştî demekê hate kirin. Şaredariyên Bakûrê Kurdistanê hem ekîbên xebatê hem jî emûr û tirimpêl şandin. Vê yekê jî bandoreke mezin li ser xebatan kir. Heta niha 3 ekibên şaredariyên Bakûr hatine Kantonê û xebat li gorî sîstemekê têne meşandin. Di van xebatên ku her roj ji saet 07.00’an heta 17.00’an tên meşandin de gelek pirsgirêk hatine çareserkirin.

Koma yekemîn

Di 4’ê Nîsanê de koma yekemîn a şaredariyên Mêrdîn, Amed, Êlih, Wan, Nisêbîn, Qoser, Rezan û Sur ên Bakurê Kurdistanê, bi 24 tirimpêlên ku yek ji wan ya agirkujê, 16 kamyon pêdiviyên dibistanan û çêkirina kampa Kobanê, 3 tireksên CSB, 2 kirêder û 2 jî dozer bûn, tevî 31 xebatkaran derbasî herêmê bû. Ekîb 15 rojan ma û bi awayekî kordîneyî bi Şaredariya Gel a Kobanê re kar meşandin. Di nava vê demê de 5 kolan hatin paqijkirin û cihê xwe ji ekîba duyemîn re hiştin.

Koma duyemîn

Koma ku ji 26 xebatkaran pêk dihat, tevî 30 alavên cûda di 20`ê Nîsanê de derbasî herêmê bû. Vê ekîbê jî 15 rojan bênavber kar meşand û di 5’ê gulanê de veberiya Bakur. Di encama xebatên ekîba yekem û duyem de 15 kolanên sereke yên bajar ji bermahiyên şer hatin paqijkirin.

Kolanên hatine paqijkirin ev in: “Kolana di navbera kolana Deriyê Sînor ê Kobanê (Mirşîdpinar) û parka 19’ê Tîrmahê, Kolana 48’an, Kolana Termik, Meydana Azadî, Kolana Postê û heta riya gundê Helincê, Meydana Aştiyê heta meydana sînaî, Kolana sereke ya taxa Şehîd Fîras, Kolana Şehîd Peyman a rojhilatê dibistana şerîetê, taxa Kaniya Kurda, Kolana Mektel, Kolana Botan a rojhilat, kolana Şehîd Kawa, Kolana Şehîd Xebat û Kolana Şehîd Yihya.ˮ

Koma sêyem

Koma 3’yemîn di 15`ê gulanê de tevî 38 alavên ku ji tirektor, kamyon, kirêder, bildozer û alavên ji bo vekirina kanalîzesyonan pêk tên, gihişt Kobanê. Alava kanalîzasyonê niha bênavber ji bo vekirina boriyên kanalîzesyonê dixebite.

Yek ji xebatên ku ev kom dimeşîne jî li hemberî şewatên muhtemel, li gundan rakirina gihayên zuwa ye. Tê zanîn îsal çandinî nehatiye kirin, lewre gihayên li erdên bejahiya Kobanê gelekî bilind bûne û tiraktor an jî maşîneyên din ên çandiniyê nikarin rabikin. Ji bo wê jî maşîneya kirêder ku vê ekîpê bi xwe re aniye bi paqijkirina van gihayan re mijul dibe. Di nava zeviyan de erdên vala dihêle da ku dema şewate derket, derbasî erdên din nebe.

Tirimpêlên agirkujiyê jî herdem li kolanên bajar digerin û li hemberî toza ji xaniyên hilweşiyayî radibe, avê direşînin.

Bi demê re di nava pêşbirkê de ne

Ji ber şerên dijwar li bajar gelek ziyan pêk hatine. Termên çeteyan, mayin û madeyên teqemeniyê ku çetean di avahiyan de çandine, xerabeyên avahiyan, ruxandina beşek mezin ji şebekeya kanalîzasyon, av û elektrîkê, girtin û kolandina hemu riyên bajar çendek ji vanan e. Dîsa ji ser cenazeyên çeteyan ku di bin xirabeyan de mane, gelek mêşûmor, li nava xirabeyan jî mişk, cardon, mar û dupişk çêbûn. Bi hatina demsala buhar û havînê re jî bandora neyînî ya van wê hîn zêdetir bibe. Metirsiya mezin jî niha ew e ku nexweşiyên nû ji ber wan kêzikan derkevin, li gundan jî şewatên ji ber gihayên zuwa derkevin.

Ji ber van sedeman ekîbên şaredariyan, bi demê re di nava pêşbirkê de ne û bênavber xebatên xwe didomînin.

Di destpêka xebatan de şaredariyê komîteyek erkdar kir ku termên çeteyan kom bike û li cihekî binax bikin. Heta niha gelek cenaze hatine veşartin. Komîteyek jî bi vekirin û paqijkirina riyan hatiye erkdarkirin. Komîteyê carekê hemu kolanên bajar vekirin û paqij kirin. Lê belê piştî ku gel vegeriya û malên xwe paqij kirin, hemu bermahiyên di malan de avêtin kolaan. Lewre komîte niha careke din li hemu kolanan dizîvire û paqij dike.

Komîteyek jî bênavber li hemberî mêşumoran kolanên bajar derman dike.

Komîteyek ji bo vekirina kanalîzasyonê û yek jî ji bo berhevkirina gilêşê (çop, zibale) li kolanan hatiye avakirin. Şaredariyê her wiha ji bo welatiyên ku malên wan bi temamî hatine rûxandin jî Kampa Miştenûr vekir. Heta niha 200 çadir li kampê hatine bicîhkirin û ji wana 50 ji bo rûniştinê amade bûne. Xebatên li ser kampê didomin.

Ekîbên şaredariyan di heman demê bi komîteyên din ên ji nûve avakirinê re di nava têkiliyekê de ne û bi kordîne kar dimeşînin. Ekîbên şaredariyan li gorî planên nexşeya avahîsaziya nû ya bajar, xebatên xwe dimeşînin.

Projeya avê

Endamê Rêveberiya Şaredariya Gel a Kobanê Mihemed Sadiq Eldemir diyar kir ku ew hewl didin di demên pêş de bi hemu îmakanên xwe avê bighînin herêmê û got: “Yanî em ê projeya avê ku me berê amade kiribû, di meriyetê de pêk bînin. Niha li ser wê kar tê kirin, bi çi rêbazê be em ê avê bighînin malên kobaniyan.”

Ji bo projeya berê ya avê gelek tecrube hatin kirin. Di encama xebatan de derket holê ku gelek boriyên avê yên digihîjin taxên bajar, kûn bûne û ev yek dihêle av bi erdê ve biçe. Ji bo wê jî niha ji bo sererastkirina wan xebat tê meşandin.

Xebatên Muzeyê

Herî dawiyê, piştî ku Desteya Jinûve Avakirina Kobanê, bedelên malan ku hatine rûxandin û malên ku dikevin nava cihên dê bibin muze, diyar kirin, ew ê dest bi xebatên çêkirina Muzayê bikin. Lê belê beriya wê, dê berdêla malan bidin xwediyên wan.

Sibe: Xebatên sazî û rêxistinên herêmî û biyanî