Kolan albuma nû ya Seyda Perinçek
Seyda Perînçek bi albuma xwe ya nû “KOLAN” li pêşberî me ye. Di albumê de Perînçek ji şehîdên têkoşîna gelê Kurd, Arîn Mirxan û Sema Yuce bi bîr tîne û dibêje, bi saya şehîdan em dikarin li ser hunerê xebatan bikin.
Seyda Perînçek berê nav û dengê xwe dabû der bi strana ‘Amara’, niha jî bi albuma xwe ya nû “Çûkê Ser Dara” (KOLAN) li pêşberî guhdarên xwe ye. Kom Muzîk albûmê diweşîne. Gotin û muzîka hemû stranên di albumê de wî bi xwe nivîsîne, nihurandine. Perînçek di albuma xwe de, bi stranên xwe balê dikişîne ser şervana YPJ’ê Arîn Mîrxan û Şoreşa Rojava. Perînçek der barê hûrgiliyên albuma xwe agahî dan DÎHABERê.
Keda 7 salan e
Perînçek diyar kir ku piştî keda 7 salan wî albuma xwe temam kiriye û got: “Me hewl da em dernekevin derî terha otantîk a ji rêûresmê. Hem bi ked û hewldana min û hem jî bi ya hevrêyê min, derhêner û aranjor Azîz Yîgît me ev proje temam kir.” Perînçek got, wan hewl daye ew albuma xwe bigihînin Newroza 2016’an û wiha domand: “Me xwest bi germahiya Newrozê vê albumê bigihînin gel, lê mixabin ji ber pêvajoyê me di zivistanê de derxist û xwe gihand gel.”
Bi saya şehîdan
Perînçek wiha behsa xebata xwe kir: “Bi taybetî, ez dixwazim bibêjim, ez bi vê xebata xwe deyndarê şehîdên azadiyê me ku li dijî hêzên emperyalîst û dagirker têkoşiyan û jiyana xwe ji dest dan. Em ê ti carî Serhed, Xelîl, Delîla û Mîzgînan ji bîr nakin. Çimkî em bi saya wê bedêla wan îro bi zimanê xwe, rengê xwe huner û xebatên xwe yên hunerî dikin.”
Ji serpêhatiyên gel sûd werdigire
Perînçek anî ziman ku, ji merhelaya studyoyê heta roja derketinê xebatên albumê 2 salan domiyaye û wiha axivî: “Sedema afirandina me ya vê berhemê êş, azar, mirin, travmayên ku gel dijîn û li dijî her cure pêkûtiyan bedêla dane bi xwe ye. Ya ku derket holê jî encama van nirxên exlaqî û manewî ye.”
Arîn û Sema bi bîr tîne
Perînçek di strana xwe ya “KOLAN” a di heman demê de navê albumê bi xwe ye jî, şervana YPJ’ê Arîn Mîrxan û Sema Yuce ya di Newroza 1998’an de li girtîgehê agir berda bedena xwe, bi bîr tîne. Perînçek ji bo vê stranê dibêje: “Dikarim wek çîroka gelê bi têkoşîna azadiyê ya jinê azad bû biwesfînim.” Perînçek wiha li pirsa, çima Sema Yuce û Arîn Mîrxan, vedigerîne: “Hevrê Arîn Mîrxan û Sema Yuce, di têkoşîna li dijî tinekirina gelekî de têdikoşiyan, ew leheng in ku esaret û koletî bi bedana xwe mehkûm kirin. Bi romanekê, stranekê, şanoyekê tenê mirov nikare behsa wan bike. Barê stûyê me ye ku em bîranîna wan nedin jibîrkirin.”
SADİYE ESER / DÎHABER