1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kolana 'Serbest' a Sûrê: Gazî
Kolana 'Serbest' a Sûrê: Gazî,kolana,serbest,a,sûrê,gazî

Kolana 'Serbest' a Sûrê: Gazî

A+ A-

YASÎN KOBULAN / AZÎZ ORUÇ

AMED (DÎHA) - Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî qedexeya 29 rojan a kolanan, li kolana Gazî qedexe rabû. Li gel qedexe hat rakirin jî çûn û hatina kolanê di bin kontrola polîs û tîmên taybet de ye. Polîsên kolan dagirkirine û xwe li ser agirê esnafan germ dikin, dorpêça kolanan didomînin. Ji ber dorpêça polîs û tîmên taybet esnafên dixwazin dikanên xwe vekin piştî çav li van polîs û tîmên taybet dikevin paş ve vedigerin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê dorpêça hêzên dewletê di roja 32'an de berdewam dike. Di roja 29'an de qedexeya kolana Gazî bi dawî bû. Lê qedexeyên kolan û taxên din didomin. Her çend qedexe li kolana Gazî rabûbe jî dorpêç û barîkatên polîs û tîmên taybet didomin. Li taxên Savaş, Hasirli, Fatihpaşa, Dabanoglu, Cemal Yilmaz û Cevatpaşa qedexeya kolanan di roja 32'an de berdewam dike. Her çend qedexeya kolana Gazî 3 roj berê rabû jî esnaf ji ber helwesta polîsan nikarin biçin ser kar. Kolana Gazî bi awayekî fîlî ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatiye dorpêçkirin û welatî di bin lêgerin û kontrola polîsan de diçin kolanê. Ketin û derketina kolanê bi derabeyên hesinî yên polîsan ve hatiye girtin.

Di ketina kolana 'serbest' de lêgerîn

Di ketina kolana Gazî de polîsên taybet bi çekên lûledirêj li pişt derabeyên hesinî rawestiyane û welatiyên dixwazin têkevin kolanê lêgerîn dikin. Polîs yek bi yek li ser welatiyan lêgerîn dike û piştî lêgerina zêde û gefan welatiyan derbasî hundir dike. Xebatkarê çapemeniyê jî rastî astengiyên mezintir tên. Polîs ewil lêgerîn û lêpirsînê dike û piştî destûr ji fermandaran xwest destûrê dide têkevin hundirê kolanê.

Polîs dîmenê rojnamegeran jê dibe

Li serê her kuçeyekê maşîneyek zirxî û maşînê Ford Ranger hatine rawestandin. Rojnamegerên ku dixwazin wêne bikişînin ji aliyê polîsan ve tên astengkirin. Rojnamegerên ku dîmen û wêne kişandibin jî di derketina kolanê de ji aliyê polîsan ve tên desteserkirin û jêbirin. Rojnameger tenê dikarin cihê ku polîs û tîmên taybet lê tune bin wêneyan bikişînin.

Li ber her deriyekî polîsek

Kolana Gazî êdî dîmenê xwe yê berê winda kiriye. Niha li ber deriyê her esnafekî polîsekî taybet rawestiya ye. Kolana ku berê ji mirovan cihê meşê tune bû, niha bêdeng û polîs tenê hene. Esnafên ku dixwazin biçin dikanên xwe vekin, piştî polîsên tîmên taybet li ber deriye dikanên xwe dibînin paşve vedigerin. Esnafên dikanên xwe vedikin jî heta êvarî nikarin siftahê bikin.

Destûr nadin tekevin Xana Hasan Paşa

Her çend Qonaxa Hasan Paşa ya Dîrokî li ser Kolana Gazî be jî polîsên tîmên taybet destûr nadin welatî derkevin xanê. Esnafên ku ji ber sermayê li ber deriyên xwe agir pêdixin jî li şûna esnafan polîs xwe li ber agir germ dikin.

Kolana Zêrvanan jî ligel ku li Kurdistan û Tirkiyê sûkek mezin a zêre jî êdî bêdeng e. Maşînê polîsan li ber deriyê kolanê rawestiya ye û welatî nikarin biçin ser dikanên xwe.

Çarşiya Şewitî bûye cihê tîmên taybet

Çarşiya Şewitî ku yek ji kolana dîrokî ya Amedê ye jî ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin û di nava kolanê de tîmên taybet polîsên çekdar û tîmên taybet ên zirxî tûra davêjin. Tîmên taybet ên rûpoş digerin. Di derketina Kolana Balıkçılar Başi jî Tîmên taybet û JOH bi cih bûne.

(mae)


Bêjeyên Miftehî