1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Kolanên Amedê bi muzîkê şad bûn
Kolanên Amedê bi muzîkê şad bûn,kolanên,amedê,bi,muzîkê,şad,bûn

Kolanên Amedê bi muzîkê şad bûn

Kolanên Amedê bi dengê mihrîcana muzikê zindî bûn

A+ A-

Di çarçoveya 1'emîn Mihrîcana Muzîkê ya bi hişyariya "Bi deng û rengê hunerê ber bi azadiyê ve dimeşin" li gelek kolanên Amedê şahî û konser hatin lidarxistin. Bi hezaran kes tev li şahiyên muzikê bûn û kêfa muzîkê derxistin.

1'emîn Mihrîcana Muzîkê ya Amedê, bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Sûr, Rezan, Peyas û Yenîşehîre bi hişyariya "Em bi deng û rengê hunerê ber bi azadiyê ve dimeşin" şevê din li salona Navenda Çandê ya Ciwanan û Cegerxwîn û Parkormanê bi konseran bendewam kir. Bi hezaran kes tev li konserên muzîkê bûn coşiyan. Di bernameya konserê ya Cegerxwîn de koroya zarokan a Navenda Çandê ya Dîcle Firatê, Yusuf Roman amada bûn. Di bernameyê de ji ber ku Îronê destûr neda Yalda Abbasi û Mohsen Mizazade nekarîbûn bên Amedû tev li şahiyê bibin. Koroya jinan ku bi cilên xwe yên neteweyî derketin ser dikê reng dan şevê.

Di konsera Parkormani ya Peyasê de jî Koma Jiyara derket ser dikê û stran gotin. Dema kom derket ser dikê bê navber dirûşmeyên "Biji serok Apo", "Şehid namirin" hatin berzkirin. Piştî komê starên xwe xelas kirin endamê komê got "Bila zarok neyên kuştin, zarok bafirokên xwe bi azad bifirînin" û salvegera kuştina Ceylan Onkol bibîr anî. Girsê di konserê de bê navber sloganên "Şehid namirin" berz kir. Pişt re Koma Newayen Ro derket ser dikê û strana hozan Hogir a "Dirok" stran. Herî dawî hunermend Adil Bêrtî, Îlkay Akkaya û Çopî derketin ser dikê û stran gotin.

(mae)