Koma çeteyan cara duyem êrîşî gundê Êzidiyan kir
Efrîn - Li bajarê Efrînê, koma çekdar a bi navê Emmar Dadîxî ku duhxwestibû bikeve gundê Qestel Cedo yê Êzidiyan, lê YPG'ê nehiştibû, îro jî êrîşî gundên Qestel Cendo, Yazıdağ û Qitmê kirin. Li ser besivdayîna YPG'ê pevçûn rû da.
Di saetên nîvro de koma çektar a Emmar Dadîxî ku tê gotin hêza xwe ji Tirkiyeyê digiree careke din êrîşî gundê Qundê Qestel Cendo yê Êzidiyan kir. Hate gotin koma çeteyan vê carê êrîşî gundên Yazîdax û Qitmê jî kirine. Ji ber vê yekê hêzên YPG'ê dîsa bersiv da û pevçûn rû da. Di pevçûna ku hîn didome de endamekî YPG'ê yê bi navê Mehemet Hemyaşo birîndar bû.
Li gorî çavkaniyên nêzî Emmar Dadîxî, di pevçûnê de 2 endamên wan hatine kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Duh jî heman komê xwestibû bikeve gund û hinek kesan bigire, lê hêzên YPG'ê nehiştibû û piştî pevçûnek demkurt kom ji gund dûr ketibû.
Tê gotin ku kesê bi navê Emmar Dadixî ku li bajaroka Ezaziyê ya girêdayî Helebê rûdine, Tirkmen e û hêza xwe ji Tirkiyeyê digire. Herwiha hate hînbûn ku hêzên Artêşa Azad jî gelek caran li dijî vê komikê sekiniye.
Herwiha tê gotin navê Emmar Dadîxî wekî "dîktadorê Ezazê" derketiye pêş û beriya niha 11 welatiyên Libnanê revandibûn. Dîsa çend roj beriya niha jî rojnamevana Libnanî yê bi navê Fîda Îtanî revand û hîna li cem wan tê ragirtin. Emmar Dadîxî beriya şoreşê jî wekî yek ji alîgerê herî esasî yê rejîma Baasê tê nasîn.
ANF NEWS AGENCY
