1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Komele Doza Berdana Endaman Dike
Komele Doza Berdana Endaman Dike,komele,doza,berdana,endaman,dike

Komele Doza Berdana Endaman Dike

Komeleya Nivîskarên Kurd (Amed) bi daxuyaniyekê doza berdana endamên komeleyê kir, ku di operasyonên dawî de hatine girtin.

A+ A-

Daxuyaniya Komeleya Nivîskarên Kurd li jêr e:

"Ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heta îro mixabin tu car bi arîşeyên xwe re rû bi rû nemaye. Çareseriyeke bingehîn ji bo tu dînamîkên civaka xwe dernexistiye pêş. Ji karkeran heta rêncberan, ji oldaran heta çepgiran, ji kesên nemusilman heta kêmnetewan…

Wekî mînakên hemû dinyayê hatiye jiyîn bi eciqandin û çewsandinan heta niha tu tişt çareser nebûye. Tu dewlet jî bi şûr û mertalan heta bi hetayê li ser piyan nemaye. Di dema me ya îroyîn de tenê diyalog û muzakereyên ku bêne meşandin dikarin hin tiştan bi awayekî aştiyane çareser bike.

Bi giştî van salên dawî û bi taybetî jî piştî vegera BDP’ê ya Meclîsa Tirkiyeyê hêvî û daxwazên me yên diyalog û muzakereyan xurtir kirin. Lê mixabin wekî gelek demên krîtîk vê carê jî piştî çûyîna siyasetmedarên kurdan a Meclîsê bi operasyonên ku endamên me jî di nav de ne bersiv dît. Di operasyonên berê de nêzî deh endamên me hatibûn girtin. Niha jî endamê me Tayyip Temel û nivîskar-wergêr Ayşe Berktay û akademisyen Deniz Zarakolu hatin girtin. Bi rastî eger em zanibin wê aşitiyê bîne vê xakê û ev rê rêyeke rast e, wê bi milyonan aştîxwaz daxwaza girtina xwe bikin. Lê em baş dizanin ku ev ne tu rêbaz in. Em wek komaleyeke rewşenbîrî van opersyonan mîna qirkirineke siyasî dibînin û vê pêkûtiyê şermezar dikin.

Di hemû civakan de nivîskar û rewşenbîr wîjdanê gelê xwe ne.Tu rewşenbîr nikare çavê xwe li hember maf û daxwazên gelê xwe bigire. Û tu rewşenbîr jî ji azadî û aşitiya dinyayê pê ve tiştekî din naxwaze. Di rewşa îroyîn a dinyayê de jî tu hêz û organîzasyon jî nikare li hember van xwestekên mirovane bisekine.

Em wekî Komeleya Nivîskaran daxwaz dikin ku roj berî rojê di serî de jî endamên me û ew kesên ku bi riya siyasetê dixwazin di nav jiyana civakî de cih bigirin bêne berdan. Ev yek wê bike ku li ser vê xakê her kes karibe bi dengê xwe û bi rengê xwe bijî."