1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Komkujiyê şermezar kirin
Komkujiyê şermezar kirin,komkujiyê,şermezar,kirin

Komkujiyê şermezar kirin

Bi hezaran kesên tev li nimêja înê bûn komkujiya Helepçeyê şermezar kirin

A+ A-

Çalakiyên Nimêja Înê ya Sivîl ku her hefte li qadan tê kirin, vê hefteyê jî bi tevlêbûna hezaran kesan hate kirin. Bi hezaran kesên li Sêrt, Şirnex, Êlih, Sîlopî, Cizîr, Qoser Amed, Hezex, Serêkaniyê û Farqînê kom bûn, li qadên nimêja înê ref girêdan û komkujiya Helepçeyê şermezar kirin.

SÊRT

Bi sedan welatiyên ku di navde endam û rêveberên BDP'ê jî heye li qadê jor ê avahiya BDP'ê ya Sêrtê kom bûn û nimêja înê kir. Endamên meclîsa şaredariyê û wekîlên şaredaran jî tev li nimêjê bûn. Bi sedan welatiyên di nimêjê de ref girêdan komkujiya Helepçeyê şermezar kirin. Mele Mehmet Polat, bi kudî weaz dan û li ser zext û zordariyê rawestiya. Polat, anî ziman ku di olê îslamê de zulim gelek guneh e. Polat, anî ziman ku di olê îslamê de cihê komkujiyê tune û komkujiya Helepçeyê şermezar kir. Polat xwest her kes ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane duayan bikin."

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî li gel hewaya sar bi 100'an welatiyên ku di navde endam û rêveberên BDP'ê endamên meclîsa şaredariyê û meclîsa giştî ya bajar jî hene li qada pêş avahiya BDP'ê kom bûn û ji bo Nimêja Înê ref girêdan. Di nimêjê de Mele Sait Îdîn bi kurdî weaz dan û ani ziman ku dîroka kurdan tişe komkujî ye û yek ji van komkujiyan Helepçe ye. Îdîn, anî ziman ku ev li gorî olê îslame sucekî mezin e û komkujiya Helepçeyê şermezar kir.

ÊLIH

Li Êlihê jî vê hefteyê Nimêja Înê ya sivîl li Baxçeyê Çayê yê Şaredariyê hate kirin. Di nimêjê de bi sedan welatî kom bûn û komkujiya Helepçeyê şerezar kirin. Gelek polîsên sivîl bi kamerayan çalakî kişandin.

SÎLOPÎ

Li navçeya Sîlopiyê jî bi sedan welatî wekî her hefteyê li ber avahiya BDP'ê ya Sîlopiyê kom bûn û ref girêdan. Di nimêjê de endam û rêveberên BDP'ê endamên meclisa BDP'ê jî amade bûn. Welatiyên ku karton, secade û naylonên xwe ji malê anîn, li erdê dirêj kirin û ref girêdan. Mele Mehemed Sadak, di nimêjê de xutbe bi kurdî xwend. Sadak, bal kişand ser komkujiya Helepçe û komkujiyên li dijî gelê kurd pêk hatine û xwest gelê kurd tifaqiya xwe xurt bike.

CIZÎR

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi hezaran welatî, beriya nimêja înê bi çend saet berê li pêş avahiya BDP'ê ya Cizîrê kom bûn. Bi hezaran kesên kom bûn, secade, karton û tejikên xwe ji malê anîn û ref girêdan. Girsê beriya nimêjê ji bo welatiyên di komkujiya Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dabûn xutbe xwend. Pişt re Mele Saît Ozdemir bi kurdî weaz da û li welatiyan şêraniyê mewlûdê belav kir. Balkêş bû di dema nimêjê de polîsan tedbirên mezin girt.

HEZEX

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî nimêja Înê bi tevlêbûna sedan kesan li Parka Aşîtiyê hate kirin. Li vir jî komkujiya Helepçeyê hate şermezarkirin. Mele Ali Nas anî ziman ku kurd jî wekî hemû welatiyên cîhanê xwedî maf û hiqûq in.

QOSER

Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî bi sedan welatiyên li Mala Şeyhdavut Yalçinkaya kom bûn nimêja înêkirin. Mele Memet Oncu bi kurdî weaz dan û komkujiya Helepçeyê şermezar kir

AMED

Li Amedê jî bi sedan kesên ku li Sûka bin erdê ya Selahattin Eyyubî ya li Qada Deriyê çiyê kom bû û nimêja înê kir. Vê hefteyê Mele Zahit Çifkuran nimêj da kirin. Çifkuran, komkujiya Helepçeyê şermezar kir û anî ziamn ku 21'ê Adarê roja raperîn û serhildanê ye û xwest ji bo aştiyê dengê xwe bilind kirin. Çiftkuran, xwest Newroz ji bo gelê kurd bibe wesîleya aştî û azadiyê.

FARQÎN

Li navçeya Farqînê ya Amedê jî bi sedan kesên ku li ber Mala Şînê kom bûn nimêj kirin. Mele Husnu Çalişici nimêj kir û komkujiyên li dijî gelê kurd şermezar kir.

SERÊKANİYÊ

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jî nimêja înê li avahiya BDP'ê ya Serêkaniyê hate kirin.

WAN

Li Wanê li gel hewaya sar zêdeyî 200 welatî li tenişta Qada Muzeyê ya pişt Şaredariya Wanê kom bûn û ji bo nimêja înê ref girêdan. Mele Cemal Demîr, beriya nimêjê weazên bu kurdî dan û li ker zulm û zorê rawestiya. Demîr, anî ziman ku gelê kurd pir zulim dîtiye û xwest êdî xwîn raweste. Piştî weazan nimêj hate kirin.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê jî vê hefteyê nimêja înê li avahiya BDP'ê ya Colemêrgê hate kirin. Mele Zeki Çiftçî weaz dan û komkujiya Helepçeyê şermezar kir.

MELEZGÎRT

Li navçeya Melezgîrtê ya Mûşê jî bi sedan welaıtiyên li avahiya BDP'ê kom bûn nimêja înê kirin.

(mae)


Bêjeyên Miftehî