1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. "Komnewaya Dengê Musa Anter"
"Komnewaya Dengê Musa Anter",komnewaya,dengê,musa,anter

"Komnewaya Dengê Musa Anter"

A+ A-

EVRİM KEPENEK Buka Zanyarê Kurd Musa Anter a Ressam Hêlîn Anter, bi minasebeta 20'emîn salvegera kuştina Musa Anter ku di sala 1992'an de li Seyrantepeya Amedê ji aliyê JÎTEM'ê ve hate qetilkirin bi navê "Apê Musa" Komnewaya Dengê Musa Anter amade kir. Helîn Anter, diyar kir ku dixwaze bi vê projeyê deynê xwe yê li hemberî Musa Anter bicih bîne.

Welatiyên ku her sibe diçin çayxaneyên semta Seyrantepeyê, dê di 16'ê Îlonê de rastî rengên deng û newayek cuda ya Apê Musa bên. Ji ber ku vê carê li şûna reng û dîmenên xweser ên dîrokî û aydî nexşeya Amedê, dê rastî deng û çîrokên Apê Musa bên. Buka Musa Anter Helîn Anter a ressam, bi minasebata 20'emîn salvegera kuştina Musa Anter ku di 20'ê îlona 1992'an de li semta Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê pêk hat, bi komnawaya "Apê Musa" anehga newaya dengê Apê Mûsa amade kir û di 16'ê Îlonê de bi gelê Seyrantepeyê re parve bike. Awaz û ahenga newaya Apê Musa dê heta 25'ê Îlonê li çayxaeya Koşem vekirî bimîne û welatî dê karibin guhdar bikin.

Dema hate qetilkirin beşdarî çalakiya şermezarkirinê bûbû

Buka Musa Anter Helîn Anter, dema Zanyarê kurd hate qetilkirin wê demê diçû lîseyê û wekî gelek ciwanên kurd û welatiyên kurd bûbû heyranê Apê Musa. Lê belê tu carî nebû qismetê wê ku xwe bigîne Musa Anter. Helîn Anter, diyar kir ku dema Musa Anter dihat wir ji bo ku wî nas bikin û bibînin nediçûn dersê, lê belê şensa wê ya ku xwe bigîne wî û nas bike çêne bû. Helîn Anter, anî ziman ku yekem car piştî ku Musa Anter hate qetilkirin beşdarî meşa şermezarkirina kuştina wî bû.

'Ez dixwazim bi vî rengî deynê xwe yê li hemberî Apê Musa bidim'

Buka Musa Anter Helîn Anter, diyar kir ku Musa Anter mirovekî pir pratîk û zana bû. Anter, da zanîn ku Musa Anter mirovekî pir bi coş û dihat hezkirin û her tim bi axaftina xwe û hişê xwe rê dida pêş mirovan û mirol dida derdora xwe. Anter, bilêv kir ku ew pir ket bin bandora Apê Mûsa û ji ber vê yekê xwest teqez ji bo wî tiştekî bike. Anter, da zanîn ku salek berê dest bi projeyek bi vî rengî kir û wiha got: "Ez herî zêde xwe bi rêsîman tînim. Ziman. Lê li aliyê din ez dixwazin deynê xwe yê li hemberî wî jî bîdim. Ji ber wê ez li ser projeya awazên dengê Apê Musa rawetiyam û min xebatek wisa amade kir.

Saetek û 45 deqîqe dengê Musa Anter kom kir

Buka Anter, Hêlîn Anter, destnîşan kir ku wê saetek û 45 (105) deqîqe dengê komî ser hev kir û di vê komkirina coliyên (garuş) dengê Musa Anter de berhemek ava kir. Di garûşa deng de hemû dengê Apê Musa yên tomarkirî li hev kom kirine. Anter, anî ziman ku wê alîkarî ji kurê Musa Anter Dîcle û Anter Anter xwestiye û Anter, da zanîn ku wê ji nêzî qeyda 10 kasetan deg komî ser hev kiriye û li ser komkirina dengê Apê Musa kedek daybet xerç kiriye. Hêlîn Anter, da zanîn ku di garuşa deng de çîrok, dîrok, siyaset û pêkenok ji dengê Musa Anter ên xweser hatin komkirin.

Helîn Anter, destnîşan kir ku dê vê berhema xwe ya ku ji 105 deqîqeyan pêk tê di navbera 16 û - 25'ê Îlonê de li Çayxaneya Koşem pêşkêşî civakê bike û Dengê Apê Mûsa yê taybet bi gel re parve bike. Helîn Anter, destnîşan kir ku kesên dixwazin der barê projeyê de agahiyan bi dest bixin dikarin ji navnîşana înternetê ya www.musaanter.com agahiyê bistînin. Anter, da zanîn ku Zanyarê Kurd Musa Anter ne tenê alimê kurdan yê hemû mirovahiyê ye. DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî