1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Komxebata mizûka kurd didome
Komxebata mizûka kurd didome,komxebata,mizûka,kurd,didome

Komxebata mizûka kurd didome

A+ A-

AMED (DÎHA) - Komxebata Miqamên Mizûka Kurd di roja duyemîn de berdevam kir û di komxebatê de li ser miqamên mizûkê çawa çêbûn û navê xwe ji çi girtine nîqaş hatin kirin.

Komxebata bi tevkariya Konservatura Aram Tîgran û Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn duh dest pê kir, îro jî berdevam kir. Di komxebatê de îro li ser mijara meqamên mizûka kurd çawa çêbûne û navê xwe ji çi girtine nîqaş hatin meşandin. Di komxebata li Salona Civînê ya Sumerparqê pêk tê Şefê Orkestiraya Neteweyî ya Silêmanî, Enwer Qaradaxî, Mamosteyê Mizûkê yê ji Hollandayê hate Goran Qamîl, Ji Zanîngeha Hewlêr Prof. Barzan Yassîn, Antropolog Samal Ersani û mamosteyên mizûkê yên Navenda Çand û Hûnerê yên Dîcle Firatê û gelek hûnermedên ji Êlih, Hewlêr, Silêmanî, Kobanî û Hollandayê hatin tevlî bûn. Di komxebatê de her wiha kêmasiyên mizûka kurd jî tên nîqaşkirin.

(ft/mae)


Bêjeyên Miftehî