Komxebata Rêveberiyên Herêmî ya Ekolojiyê didome
Komxebata "Rêveberiyên Herêmî û Eokoljî" ku ji aliyê Komîsyona Rêveberiyên Heremî ya KCD'ê ve hat lidarxistin bi mijarên cuda berdewam dike.
Komxebata "Rêveberiyên Herêmî û Eokoljî" ku ji aliyê Komîsyona Rêveberiyên Heremî ya Kongreya Civaka Demokratik (KCD) ve hat lidarxistin bi mijarên cuda li Parka Sumerê ya Amedê berdewam dike. Di bernameya îro de dê mijarên wekî "ekolojî" û "polîtikayên civakî" bên niqaşkirin. Di mijarên îro de Endamê Lijneya Rêveber ên KCD'ê û Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, Serhat Temel, Hîndekarê Zanîngehê Teknîkê ya Rojhilata Navîn Prof. Dr. Melih Ersoy, Hîndekarê Zanîngeha Bogaziçi Doç. Dr. Semsa Ozar û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. 80 delege tev li komxebamtê bûn. Li bendê ye ku îro encamname diyar bibe.
(mae)
