1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Komên govendê li Efrînê ketin pêşbirkê
Komên govendê li Efrînê ketin pêşbirkê,komên,govendê,li,efrînê,ketin,pêşbirkê

Komên govendê li Efrînê ketin pêşbirkê

A+ A-

EFRÎN - Di çarçoveya xebatên Tevgera Çand û Demokratîk de li Efrînê di navbera komên govendê yên ciwanan ên herêma Efrînê de pêşbirkek hate lidiarxistin.

Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efîrnê bi armanca bîranîna şervanê YPG'ê Dilşêr Efrîn ku endamê Tevgera Çand û Hunera navçeya Mabeta ya Efrînê bû û bi piştre tevlî YPG'ê bû û li Helebê jiyana xwe jidest da, pêşbirka komên govendê yên ciwanên hemû navçeyan li dar xistin. 7 komên govendê yên ciwanan di beşdarî pêbirkên bûn. Seroka Desteya Çandê ya Herêma Efrînê Hêvîn Reşîd jî di nav de bi sedan kesî salona navendê tijî kiribûn.

Komên Şehîd Welat û Şehîd Dijwarê yên bajarê Efrînê, Şehîda Dilşêr ji Mabata, Şehîd Bêrîvan û Şehîd Diyar ji navçeya Şêrawa û Şehîd Ciwan ji navçeya Raco, Koma Şehîd Zerdest ji navçeya Cindirêsê beşdarî pêşbirkê bûn. Her wiha koma Şehîd Serhed a mezinan jî wekî mêvan govendek pêşkêş kirin.

Pêşbirk saet di 11.30'an de li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Efrînê dest pê kir. Piştre axaftina vekirinê ji aliyê aliyê Endamê Rêveber ê Tevgera Çand û Hunerê ya Efrînê Mehmûd Bekir ve hat kirin. Bekir destnîşan kir ku ew pêşbirka govendê di kesayeta Şervenê YPG'ê Dilşêr ku li ser banga seferberiyê bû û di berxwedana parastina texên kurda yên Helebê de jiyana xwe jidest da, diyarî hemû cangoriyên Tevgera Azadiyê dike. Bekir her wiha berxwedana Kobanê û Şengalê silav kir. Piştre Seroka Desteya Çandê ya Efrînê Hêvîn Şêxo jî axivî û bal kişand ser rola ciwanan di pêşxistina çandê de.

Piştî axaftinan komên folklorê yek bi yek derketin ser dikê û govendên xwe pêşkêş kirin. Komîteya amdekar jî govend nirxandin û nerînên xwe derbarê govendê de gotin. Di dawiya pêşbirkê de komîteyê encama pêşbirkê eşkere kirin û xelat ji aliyê Seroka Desteya Çandê ya Efrînê û komîteya amdekara li koman hate belavkirin.

Encam li gorî rêzê ji yekê heta dawiyê wiha ye: koma Şehîd Welat, Koma Şehîd Zerdeşt, Şehîd Dijwar, Koma Şehîd Dilşêr, Koma Şehîd Bêrîvan, Koma Şehîd CIwan û Koma Şehîd Diyar.

(dc)