1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Komên muxalefetê 7 caran agirbest binpê kirin
Komên muxalefetê 7 caran agirbest binpê kirin,komên,muxalefetê,7,caran,agirbest,binpê,kirin

Komên muxalefetê 7 caran agirbest binpê kirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Kordînasyona Rûsiyeyê ya Şopandin Agirbestê diyar kir ku di nava 24 seatên dawiyê de agirbesta Sûriyeyê 7 caran hatiye binpêkirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsiyeyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku çekdarên Ehrar El-Şam 3 bajarokên girêdayî Latekiyeyê topbaran kirin û li taxa Selahedîn a Helebê jî gule avêtin nuqteyên hêzên rejîmê.

Her wiha wezaretê destnîşan kir ku koma Ceyiş El-Îslam jî baregehên hêzên rejîmê yên li gundewarên Şamê bombebaran kirin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku balafirên Rûsiyeyê di vê navberê de tu êrîşên hewayî pêk neanîn.

Navenda Kordînasyona Rûsiyeyê ya Şopandin Agirbestê jî bibîr xist ku wan bi rêveberiya Parêzgeha Himsê 6 ton alîkariyên mirovahî gihandin kampên penaberan ên li parêzgehê.

Ji aliyek din ve Rêxistina Heyva Sor a Erebî Sûrî 500 birîndar û nexweş ji bajarokên Kefriye, Fewa, Zebedanî, Medaya veguhezandin kampên li gundewarên Latekiye, Şam û Idlib.

(nse)

ANHA