1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Komîsyona Azadiya Jinê tê avakirin: Bê jin aştî nabe
Komîsyona Azadiya Jinê tê avakirin: Bê jin aştî nabe,komîsyona,azadiya,jinê,tê,avakirin,bê,jin,aştî,nabe

Komîsyona Azadiya Jinê tê avakirin: Bê jin aştî nabe

A+ A-

DÎCLE MUFTUOGLU

AMED (DÎHA) - Xebatên avakirina Komîsyona Azadiya Jinê yên li Tirkiyê û Kurdistanê di bin banê KJA'yê de berdewam dikin û jin bi komîsyonê dê tevlî pêvajoya çareseriyê bibin. Komîsyonê diyar kir ku pêvajoya jin tevlî nebe çareserî pêk nayê û aştiya nîvek civak alîgiriya wê neke nayê qebûlkirin.

Xebatên avakirina Komîsyona Azadiya Jinê ji bo pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyê, di çarçoveya muzakerên li Îmraliyê tên rêvebirin di bin banê KJA'yê de berdewam dike. Di bin şîara "Bê jin aştî nabe" ligel hemû rêxistinên jinan hevdîtin pêk tê. Jinên KJA yên aştiya li cihanê pêk tê lêkolin dikin, armanc dike ku tevahî jinên li Tirkiyê tevlî pêvajoyê bikin.

Endama Komîsyonê Ezra Elbistan bal kişand li ser girîngiya jin tevlî pêvajoyê bibe û wiha got: "Li gorî mînakên ji cihanê hatine girtin, di nava salên 1990 û 2012'an de 102 pêvajoyên aştiyê hatine jiyîn û 585 peyman hatine îmzekirin. Di van pêvajoyan de jî tevlî bûna jina ji sedî 8 bû. Tevî ku nivê cemaweriya civakê ji jinê pêk tê ji, nivê cemaweriyê jî tune tê hesibandin. Di pêvajoyekî aştiyê de bi taybet di pêvajoyên pevçûnan de ceribandinên şer ên hatin jiyîn venegotin, tiştên windakirin ên nehatin vegotin û hêviyên li bendê nehatin ragihaind divê di asta çareseriyê de bên fikirin. Dîsa pêvajoyek ya aştiyê ku sererast dimeşe, li gorî peymana civakî ya nû were sazkirin, di pêvajoyê de jî wê tu dawaz ji jina neyê kirin."

Elbistan diyar kir ku weke KJA ew girîng dibinin jin tevlî pêvajoyê bibin û di vê çarçoveyê de mekanîzma komîsyonê xebatan dimeşinin.

'Em azadiya jinê bi komîsyonê ji nîqaşê re vedikin'

Elbîstan anî ziman ku bi pêvjaoya çareseriyê ya di bin pêşengiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin ji bo astengiyên li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê rabikin e û wiha got: "Em bi vê komîsyonê azadiya jinê û pirsgiran nîqaş bikin û ji bo tevlî pêvajoyê bibin xebatan dimeşînin. Bi komîsyonê pirsgirên jinan û azadiyê muzakere bikin û belgeya muzakereyê derbixin e." Elbîstan, da zanîn ku pirsgirêka jinê rast pênasekirin, di makezagonê de ewlekirin û astengiyên li pêşiya tevlîbûna civakê ya jinê rakirin girîng e.

Daxwazên jinan dê ji pêvjaoya muzakereyê re bên ragihandin

Elbîstan diyar kir ku li ser du mijarên weke jin pergalekî çawa dixwazin raçînin û pergala heyî li gorî wan nîn e nîqaş meşandin girîng e û wiha axivî: "Dê konfederasyon be an xweserî be? Em behsa xebata komîsyona di her mijarê de nîqaşan bike dikin. Armanca me vê yêk bibin muzakereyan. Em pirsgirêka jinê weke pirsgirêkekî biyolojîk nagirin dest. Em dixwazin ji nîqaşekî civakî, dîrokî cînî û aborîre cih vebikin."

Elbîstan, têkildarî xebatên maşendin de jî wiha agahî dan: "Jinên Kurdistan û Tirkiyeyê li ser mijara pirsgirêka jinê û azadiyê gotinên hevpar pêk anîn û van gotinan li ser maseya muzakereyê daxwazkirin e. Em pêvajoyekî wisa didin xebitan. Em behsa mekanîzmaya hemû derdorên civakê pirsgirêkên jinê li ser nîqaş bikin, pêşniyarên çareseriyê pêk binin û daxwazên derdikevin holê ji aliyê hemû civakê xwe ve xwedî lêderbikevin û ji nû ve bê înşakirin, dikin. Ji bo vê yêkê li ser mijarên cuda nîqaş kirin û mijarê di rojevê de girtin û ji bo daxwazan têkoşîn kirin qadên me yên pêşî ne."

Dê bi 14 komîsyonên jêrîn xebat bên meşandin

Elbîstan da zanîn ku di bin banê komîsyonê de li ser 14 sernavên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşniyar kirin komîsyonên jêrîn bên rêxistinkirin û bi van sernavan re jin dê ji mijarên ekolojî, aborî, xweseriya demokratîk, netewa demokratîk, parastina cewherî, pirsgirêka rû bi rûbûnê û lêkolîna heqîqetan, nasnameya çandî, çawa xwe pênase dike, pirsgirêkên wan çine û dê van pirsgirêkan çawa û bi kîjan rêbazê çareser bike amadekariyan bike.

Tevlîbûna Bagriyanik a hevdîtina girîng e

Elbîstan bilêv kir ku li ser navê KJA'yê li Îmraliyê Ceylan Bagriyanik tevlî hevdîtina dibe û li ser navê KJA'yê kesek tevlî hevdîtina bûyîn girîng e û ev komîsyon ji bo piştgiriyê bide Bagriyanik dê xebatan bimeşîne.

Elbîstan destnîşan kir ku komîsyon dê di 11-12'ê nîsanê de bi "Komxebata Jinan a Civakbûnê de Aştî" temem bike û hemû derdor dikarin tevlî bibin û wiha pê de çû: "Di komxebatê de jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî dê di pêvajoya muzakereyê de çawa cih bigirin, kîjan daxwazan bînin ziman û bi kîjan rêbazên têkoşînê cih bigirin bên nîqaşkirin. Piştî nîqaşên di komxebatê de komîsyona azadiya jinan dê bê avakirin û fermî bibe.Em bi gelek derdoran re hevdîtina dikin û hevdîtinên me dê bidomin.

(oî/bd)