1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 'Konbajarên Pirsûsê bûne tevna jiyanê'
'Konbajarên Pirsûsê bûne tevna jiyanê',konbajarên,pirsûsê,bûne,tevna,jiyanê

'Konbajarên Pirsûsê bûne tevna jiyanê'

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Welatiyên Kobaniyê yên ji ber êrîşên çeteyêna DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe bi terikînin û hatin Pirsûsê bi cih bûn. Welatiyê Kobaniyê ji aliyê welatiyê Pirsûsê ve bi dil germî hatin pêşwazîkirin û deriyê mala xwe ji welatiyê Kobaniyê re vekir û ew hembêz kirin. Ligel seferberiyê Navenda Çanda û Hunera Amarayê di destpêka şer de tevlî hemû xebatan bûn ev nêzî 5 mehan de xebatên xwe dewam dike.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji 15'ê îlonê bi armanca dagirkirina Kobaniyê di roja 132'an de dewam dike. Welatiyên ji Kobaniyê yên ji ber êrîşên çeteyêna DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe bi terikînin û hatin Pirsûsê bi cih bûn. Heya nêzî 65 hezar welatiyên Kobaniyê hatin Pirsûsê û di konbajarên di pêşengtiya Şaredariya Pirsûsê de dimînin. Welatiyên Pirsûsê ji bo xwişk û birayên xwe yê Kobanê bi ruhê seferberî hewl didin şev û roj ji bo wan li ser piyan bin. Ligel seferberiyê Navenda Çanda û Hunera Amarayê di destpêka şer de tevlî hemû xebatan bûn ev nêzî 5 mehan de xebatên xwe dewam dike. Piştî konbajar hatin avakirin welatiyê Kobanê lê hatin bi cih kirin. Dîsa Navenda Çand û Hunerê ya Amarayê bi welatiyê Kobaniyê re dest ji xebatên xwe bernedan. Xebatkarê Navenda Çand û Hunerê ya Amarayê û endamê koordînasyonê krîzê Mehmet Karakiş di der barê xebatan de axivî û diyar kir ku bi penaberên destpêkê re wan deriyê xwe ji bo welatiyê Kobaniyê vekir û destpêkê ew çawan pêşwazî kirine niha jî bi wê şêwazê wan bi dilgermî pêşwazî dikin.

'Ma alîkarî da welatiyên Kobanê'

Karakiş da zanîn ku dema koçberiyê despêkir, dewleta Tirkiyeyê jî êrîşî welatiyên Kobanê kir û bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kir. Karakiş desnîşan kir ku hejmara Pirsûsê ji nişka ve bû du qatê destpêkê gelek zahmetî hat kêşandin û wiha got: "Me di serî de heya me karîbû welatiyên Kobanê li vê derê bi cih kirin. Me ev der weke kompleksê bi kar anîn. Ji bo bandora şer li ser wan rabe, pêdiviyên wan, xwarin û raketina wan me peyda kir. Ji bo bi awayekî bi pergal kar û xebatên vir were meşandin maseya krîzê ava kir depoya dermanan hat avakirin."

‘Xebat bi ruhê seferberiyê didome'

Xebatkara Çand û Hunerê ya Amarayê CîhanYildiztekîn jî balkişand li ser bandora êrîşê çeteyên DAIŞ'ê li ser zarokan kiriye û ji bo wan bi awayekî seferberî şev û roj dixebite. Yildiztekîn diyar kir ku ji bo zarokên li konan dimînin bi çand û hunerê perwerdeya şano, govend, drama, muzîk, erbane tên pêşandin û zarok gelek kêfxweşin.

Yildiztekîn bi lêv kir ku ji bo xwendekarên xwe koma jinan ya erbane û gelek dewreyên perwerdehiyê ava kirine û wiha got:"Ji bo moral û motavîsyona zarokan em her roj li konbajarekê konse didin."

(kom/wk)