1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Konferans li me ferz e"
"Konferans li me ferz e",konferans,li,me,ferz,e

"Konferans li me ferz e"

A+ A-

Dekanê Fakulteya Îlahiyetê ya Zanîngeha Selahaddînê Prof. Qadîr Mecît Qaşûri, diyar kir ku Konferansa Neteweya Kurd xwedî wateyek dîrokî ye û xwest her kes ji bo wê bixebite. Berpirsiyarê YNK'ê yê Herêma Soran Bekes Hemeqadîr jî anî ziman ku konferans li kurdan êdî ferz e.

Gelê kurd ji bo yekîtiya xwe ya neteweyî pêş bixin û xurt bikin amadekariyâ konferansa neteweyî ya meha Îlonê dikin. Li Herêma Federal a Kurdistanê gelek akademîsyen, hîndekar û siyasetmedaran piştgirî dan konferansê û xwestin ku her kes piştgiriyê bidin konferansê. Dekanê Fakulteya Îlahiyetê ya Zanîngeha Selahaddînê Prof. Qadîr Mecît Qaşûri û Berpirsiyarê YNK'ê yê Herêma Soran Bekes Hemeqadîr nerînên xwe ji DÎHA'yê re nirxandin. Prof. Qadîr Mecît Qaşûri diyar kir ku kurdan bi vê biryara konferansê gavek gelek watedar û dîrokî avêtiye. Qaşûrî, ani ziman ku ev gavek pir dirokî û pîroz e û wiha got: "Divê li her derê cîhanê kurd ji bo vê konferansê bixebitin. Kurd gelek perçe bûne. Mafê wan li her derê tê binpêkirin. Divê êdi mafê xwe bi dest bixin. Ji bo vê yekê jî divê yekîtiya xwe bi dest bixin. Di serdema Şex Ubeydullah Nehîrî de jî kurdan ji bo yekîtiyê têkoşiyan. Bi 300 mîr û reîsên eşîran re civîn pêk anîn. Lê herî dawî ev hewldan negihşt armanca xwe û Kurdistan kirin 4 perçe." Qaşûri destnişan kir ku piştî Kurdistan bû 4 perçe bêtir mafê wan hate binpêkirin, bêtir mafê wan ji destê wan hate girtin. Niha li hemberî vê yekê hewldana gelê kurd a yekîtiyê heye. Niha partiyên kurdan bûn yek û tifaqek pîroz ava kirin. Konferans di çarçoveya yekitiya gelê kurd de gelek piroz e. "

Hemeqadir: Konferans dê Kurdistanê bike yek

Berpirsiyarê YNK'ê yê Herêma Soran Bekes Hemeqadîr jî anî ziman ku konferans li kurdan êdî ferz e. Hemeqadir, anî ziman ku 15 salin daxwaza konferansa neteweya kurd heye û her tim ev konferans ji bo wan xewnek e. Hemeqadir, da zanîn ku konferans pêdiviyek gelek muhîm e û wiha got: "Dive hemû partî, komele, sazî û siyasetmedarên kurd beşdarî vê konferansê bibin. Divê gelê kurd di her alî de yekîtiya xwe bi dest bixin. Ev konferans dê 4 perçeyan bike yek û Kurdistanê bike nasnameyek."

Emîn: Divê her kes ji bo serkeftina konferansê têbikoşe

Cîgirê Serokê Tevgerae Demokratikbûna Kurdistanê Şukrula Hemed Emîn jî anî ziman ku divê her kes ji bo serkeftina konferansê têbikoşe û wiha got: "Divê hemû rewşenbir, ronakbir, demokrat û siyasetmedar ji bo xurtkirina vê konferansê di nava hewldanan de bin."

DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî