1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ‘Konferans pengavek giring e'
‘Konferans pengavek giring e',konferans,pengavek,giring,e

‘Konferans pengavek giring e'

A+ A-

MURAT KOLCA

HEWLÊR (DÎHA) - Rojnamevan û Kadroya Navendî ya Partiya Komînîstên Kurdistanê Zîrek Kemal der barê konferansê de diyar kir armanca kurdan a her çar parçêyên Kurdistan yek e û wiha got: "Ev konferans ji bo gele kurd bibe pengavek giring û bersivek bide dijminên dagirker."

Hewldan û niqaşên li ser “Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê” her ku diçe xurtir dibe. Rojnamevan û Kadroya Navendî ya Partiya Komînîstên Kurdistanê Zîrek Kemal der barê konferansa neteweya kurd de ji ajansa me DÎHA’yê re axifî. Kemal, da zanîn ku li her çar parçêyên Kurdistanê biryara konferansê pêş ketîye û got: “Di nava gotarên partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê de fikra konferansa neteweyî pêş ket. Ev tiştek giringe ji bo pêşketina kurdan e”

‘Pirsgereka hemû kurdan yekê’

Kemal, li ser sedemên lidarxistina konferansê rawestîya û wiha axifî: “Pêkanîna Konferansa Neteweyî bi çend sedeman ve girêdayi ye. Ya yekem bikarin hêz û bîr û fikrên siyasi, neteweyî û rewşembirî di nexşeyek hevpar de kombikin û beramberî dijminê gelê Kurd bibe bersiv û bandoriyekê li ser wan çêk e. Lê mixabin her tim behsa vê yekê dikin lê nekarîne pêk bînin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî anî ziman gelek giring bu ku wê îsal Konferansa Neteweyî wê pêk bê. Partiyên Kurd yên parçeyên din ji giringî dane vê yekê. Ji ber ku êş û jan û pirsgirêka her çar parçeyan yeke û yek armanca wan heye ji ber vê ji pêwist e ku hemu bi hev re kar bikin. Ji ber ku welatê wan ji aliyê dijmin ve hatiye parçe kirin. Ji ber ku armanca dijmin ew bu ku bîr û hizr gelê Kurd parçebikin. Wek mirovekê bike çarperçe. Ji ber vê ji pir giringe ku konferansekî weha pêk bê ji bo bibe bersiva dijminê gelê Kurd”

'Konferans dê bersivê bide dijminên dagirker'

Zîrek Kemal, xwest gele kurd bi vê konferansê bibe bersive dijminê dagirker û wiha got: “Amed, Mihabat, Hewlêr û Qamişlo hemû rastî yek kirîzê hatiye û pirsgirêka hemûyan yek e. Heman komkujî li himberî gelê Kurd pêk hatin. Pêwiste Kurdên her çar parçeyan û yên derve û kesayetên rewşembîr tevlî vê konferansê bibin. Ji ber ku hizir û bîrên komek kes baştire ji yê kesekê. Dibe em bandorekê li ser welatên ku Kurdistan parçe kirine bikin û diwarê di navbera van de heye hil weşînin. Divê sinorê di navbera Amed, Mihabat, Qamişlu û Hewlêr de ji hole rabe."

‘Serkeftina konferansê bi be pengavek giring’

Kemal bibîrxist ku li Rojhilata Navîn tevgerek serhildanên gelan li himberî sistemên hêzên serdest û dîkdator dest pêkiriye û wiha got. “Bi rastî berê rejîm di destê dîkdatorar de bû. Dema ku me li Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava ji dewletên bi hêz re digotin ev welatana dîkdatorin bawer nedikirin. Ji bo gelê kurd ji holê rakin piştgiriya madî û manewî ji didan wan. Ev konferans pir giringe. Divê amadekariya wê baş bê kirin. Ji ber ku serkeftina wê bibe pêngavek giring. Wê bibe bersiva çareseriya pirsgirêka kurd a çar aliyan. Wê rêzbendiya dinavbera parçeyên Kurdistanê kêm bibe."

‘Dive fikre hemû alîyan bêne girtin’

Kemal wek rojnamewan û wek pêşmergeyêk kevn ji bo amadekarên konferansê ev peşnîyaran kir: "Pêwiste li her çar parçeyên Kurdistanê kesên siyasetmedar, rewşembîr, wêjevan, hwd tevlî bikin û fikrên wan bigrin. Her çend jimara van kesan zêde be gelê Kurd hîs dike ku nunerên wan li vê konferasê de amadene. Ji ber ku rastiyek heye ku me civakek heye cuda kiriye gel ji vê dizane wek kesek wêjevan, pêşmerge, siyasetmedar, doktorek hemu ji kesên welatparêzin. Ji ber vê divê ew kesên bandorî heye li ser civakê têde amade bin. Girêdayî vê yekê ye ku çend girêdayî nirxê bilindê gelê Kurd de û çend dibin berjewendiya gelê Kurd deye. Bi rastî hastên yek pejirandinê dinava partiyên kurdên herçar parçeyên Kurdistanê de lewazin ji ber vê ji gumana min ji partiyan heye. Lê kesayetên serbixwe, rewşembîr û wêjevan newiha gumana min divî warîde ligel wan nine. Eger partiyên Kurd bikarin vînekê derbixîn holê ku bikarin bihev re kar bikin vê ber bi serkevtinê ve biçin”

‘Konferans dê dibe roniya pêşerojê'

Kemal Zîrek. li ser girîngiya pêşerojê jî rawestiya û wiha axivî: "Divê di ve Konfiransê de behsa paşerojê nekîn, besa dahatuya gelê Kurd bikîn. Divê liser bernameyekî hevbeş li ser dahatuya gelê Kurd ji cihanê re bê diyar dirin Ku ka armanca wane çiye? Divê bi ruhê helbestên Ehmetê Xanî, Cigerxwîn, Nalî û Hêmin biçin Konferansê. Divê hewilbide jibo nêzik kirina zimanê Kurdî û çanda Kurdî xebatekê. Bi tenê lidarxistina konfensê bese jibo ku hemu cihanê bêje yek pirsgirên me heye”

'PKK li nav gele kurd hezek mezine'

Kemal da zanîn ku xala herî ginig konferans ji bo tekoşîna tevgerên kurd ya her çar parçeyen Kurdistanê dawa agirbest an jî çekberdanê nekê û wiha bidavî axaftina xwe anî. “PKK di nav gele kurdên Bakûrê Kurdistanê de xwedî îtibarêk mezine. Dewleta tirk dijî gele kurd gelek tûnd e. Li Rojhilata Navîn Kurd-Faris, Kurd û Ereb nebûn dijmina hev le devleta tirk evqas dijminatîya tûnd dijî gele kurd meşand ku Kurd û Tirk bûn dijminê hev û her deverên tirkan êrîşe gele kurd ten kirin. Xebatê çekdarî ya PKK bo mafê kurdan gelek role giring list. Niha jî PKK dixwazê tekoşîna çekdarî bide rawestandin û tekoşîna xwe ya sîyasî bimeşîne le bingehek wisa nine. Wa dewleta tirk kurden beçêk ya Stenbol, Enqere, Amed, Edene û her deverên Tirkîye avet zindana. Em cava dibe ku bo çekberdana PKK bangawazî bikin. Ev nabê û pewîste em bo mafê kurden ye Bakûrê Kurdistan biryarêk girin derxin hole. Ligorî min Kurd bi hêviyek gelek mezin temaşeyî vê Konferansê dike. Divê hemu rojname, kovar û ragehandin giringiyê bide meseleya Konferansê da ku bi serkeftî bi encam bide”

(mae)


Bêjeyên Miftehî