1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Konferansa guherîna avhewa, tenduristî û edaleta civakî
Konferansa guherîna avhewa, tenduristî û edaleta civakî,konferansa,guherîna,avhewa,tenduristî,û,edaleta,civakî

Konferansa guherîna avhewa, tenduristî û edaleta civakî

Li Parîsê ku ê di meha Kanûnê de Konferansa Avhewa ya Neteweyên Yekbûyî (NY) lê bê lidarxistin, îro konferansek li ser mijarên avhewa, tenduristî û edalet civakî û pêşniyarên çareseriyê tê lidarxistin

A+ A-

PARÎS - ANF Li Parîsê ku ê di meha Kanûnê de Konferansa Avhewa ya Neteweyên Yekbûyî (NY) lê bê lidarxistin, îro konferansek li ser mijarên avhewa, tenduristî û edalet civakî û pêşniyarên çareseriyê tê lidarxistin.

Konferans ji aliyê Wezareta Jinê û Karên Civakî û Tenduristiyê ya Fransayê ve tê organîzekirin û wê du rojan dewam bike. Axaftina vekirinê ya konferansa saet di 09:30 de destpê bike, wê ji aliyê endama Partiya Ekolojî ya Keskan a Ewropayê (EELV) û Wezîra berê ya Hawirdorê Dominique Voynet ve bê kirin.

Di rûniştina destpêkê ya konferansê de wê mijarên weke tenduristî û ahengiya civakî werin nirxandin. Di beşa duyemîn de bêedaletiya civakî ya pirsgirêkên hawirdorê rê li ber vekiriye, bê nîqaşkirin. Di beşa sêyemîn de jî wê bi mijara 'perspektîfên lêkolînê' pêşkêşiyek bê kirin. Di beşa dawî ya îro de wê mijara hatineya neteweyî bê nirxandin.

Di rûniştina destpêkê ya sibe de ku Dîrektora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Dr. Marîa Neîra wê axaftina vekirinê bike, mijarên tenduristî, guherîn avhewa û daneyên aboriyê bên nirxandin.