1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Konferansa Jinên Ciwan bi dawî bû
Konferansa Jinên Ciwan bi dawî bû,konferansa,jinên,ciwan,bi,dawî,bû

Konferansa Jinên Ciwan bi dawî bû

A+ A-

RIHA (DÎHA) – 1’emîn Konferansa Jinên Ciwan ên DBP’ê ya ku li gundê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Amarayê hate lidarxistin bi aşkerakirina encamnameyê ve bi dawî bû. Di konferansa ku diyarî Arîn Mîrkan û Kader Ortakaya hate kirin de biryara yekemîn bi rêxistinkirina jinan pêkanîna azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû.

1’emîn Konferansa Jinên Ciwan ên DBP’ê ya bi şîara “Jinên ciwan dê mêtingeriyê ji Kurdistanê bavêjin û qadên azad ava bikin” hate lidarxistin diyarî Arîn Mîrkan a li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiya fedaî li dar xist û Kader Ortakayaya dema xwest derbasî Kobanê bibe û tevli berxwedanê bibe ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin, hate kirin. Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan di konferansê de axivî û diyar kir ku pêşeroja azad dê bi destên ciwanan ve teşe bigire û wiha berdewam kir: “Jiyana nû dê bi têkoşîn û rêxistinbûna we ve pêk bê. Heke di rojên pêş de ez biçim gravê ez ê silavên we ragihînim. Ji bo we hemûyan serkeftinê dixwazim.”

Di konfaransa 2 rojan berdewam kir de, pêşniyar û biryar hatin girtin û bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Di biryara yekemîn a hate girtin de hate gotin ku ew ê li ser bingeha azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkoşîna jinên azad bê meşandin. Jinên ciwan dê li her derê li dijî tîryak, fuhuş, tecawiz, tacîz û hemû rêbazên şerê taybet têbikoşin, rêxistina xwe xurtir bikin û xwe bigîhinin hemû jinan.

Biryarên ku di konferansê de hatin girtin wiha ne:

* Li her derê dê li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinan perwerdeyan xurt bikin, perwerdehiya parastina cewherî berfireh bikin.

* Li ser bingeha ‘em ax, av û enerjiya xwe komunal bikin’ ji bo jinên ciwan tevli xebatên înşayê bibin li her derê meclîs, komun û koperatîfan û xebatên perwerdehiyê rêxistin bikin û qadên azad ava bikin.

* Kampanyaya heyî ya jinên ciwan rojane bikin û bi awayeke aktîf bê meşandin.

* Herî dawî wekî meclîsên jinên ciwan rêxistibûna xwe xurtir bikin û kongreyê li dar bixin.

* Hemû rêxistinên ku têkoşîna jinên ciwan didin re hatine ba hev û xeta têkoşîna hevpar pêk bînin û sezîbûneke siwan ava bikin.

Piştî ku encamname hate aşkerakirin jinên ciwan ji bo piştgiriyê bidin nobeta berxwedanê ya gundên Mehser û Miseynterê didome derketin rê.

(sa/wk)