1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Konferansa Kurd Çima Betal Bû?
Konferansa Kurd Çima Betal Bû?,konferansa,kurd,çima,betal,bû

Konferansa Kurd Çima Betal Bû?

Nivîskar û xwediyê malpera Nefelê Arif Zêrevanî di nivîsa xwe ya 09'ê tîrmeha 2011'an de dibêje "Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî dînamêt êxist binê esasê 'konferansa kurdistanî' de". Piştî nivîsa wî bi mehekê, di malpera Nefelê de roja 22'yê gelawêja 2011'an hevpeyvîna wî ya digel Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî hate weşandin, ku sernivîsa wê wiha ye: "Barzanî: Şerê PKK'ê xizmeta doza kurdan nake 'konferansa kurdistanî' jî çênabe."

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar û xwediyê malpera Nefelê Arif Zêrevanî di nivîsa xwe ya 09'ê tîrmeha 2011'an de dibêje "Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî dînamêt êxist binê esasê 'konferansa kurdistanî' de". Piştî nivîsa wî bi mehekê, di malpera Nefelê de roja 22'yê gelawêja 2011'an hevpeyvîna wî ya digel Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî hate weşandin, ku sernivîsa wê wiha ye: "Barzanî: Şerê PKK'ê xizmeta doza kurdan nake 'konferansa kurdistanî' jî çênabe."

Ji bo her nivîskarî an rojnamevanî tiştên wiha nabin qismet. Hem tişta ku di gotara xwe de gotiye ji alî serokekî girîng ve hatiye piştrastkirin, hem jî wî bi xwe digel serokê mijarê hevpeyvîn kiriye û gihaştiye wê mertebeyê. Ma di çapemeniya kurd de çend nivîskar û rojnameger bi nivîsên xwe wekî vê carê bûne mijara gotareke din, an nirxandinan.

Arif Zêrevan di gotara xwe ya "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalanî dînamêt êxist binê esasê 'konferansa kurdistanî' de" de dibêje "Desthilata başûrê Kurdistanê bi organîzekirina ”konferansa kurdistanî” ko divêt li Hewlêrê çêbe dixwaze li kurdên parçeyên dî û nemaze li PKK'ê û kurdên bakur bide fêm kirin ko doza miletê kurd hêdî pêwistî bi şerê çekdarî û gerîlayên PKK'ê yên li başûrê Kurdistanê nîn e û kurdên bakur bi rêya rêxistinên xwe yên sivîl û legal dikarin têkoşîna xwe berdewam bikin û bigihîn mafên xwe yên kulturî û ta dereceyekê mafên siyasî jî."

Ji alî me bakuriyan ve jî herî pir ev dihat meraqkirin ku konferans li ser çi esasî ye. Baş e ku wekî Arif Zêrevanî gotiye, kurdên bakur tiştekî wiha hêvî nedikirin "nemaze li Hikûmeta Herêmê û kurdên başûr bide fêmkirin ko doza miletê kurd hêdî pêwistî bi şerê çekdarî û pêşmergeyên Hikûmetê yên li başûrê Kurdistanê nîn e û kurdên başûr bi rêya rêxistinên xwe yên sivîl û legal dikarin têkoşîna (Kerkûk û Mûsilê) xwe berdewam bikin."

Kurdên bakur carekê ji ber "Başûr" şikestin. Ji ber ku li ser axa Kurdistanê bi cih bûbûn şerê birakujiyê derket û li aliyekî digel leşkerên dagirker heman cil wergirtin û bi çekên heman dagirkeran li birayê xwe yên kurd xistin. Îro jî Arif Zêrevan aqil dide kurdên bakur ku dest ji çekên xwe berdin û bi riya siyasî têbikoşin. Hem jî li hem Tirkiyeyê.

Tirkiye jî, DYA jî, NATO jî, YE jî tam tiştekî wiha dixwaze, ji xwe.

Ev du car in ku konferansa kurdistanî tê bipaşvexistin. Berî şerê 2007'an jî, bi hêviya ku dê PKK di şer de têk here konferans hat rawestandin. Îro jî, berî çend rojan ku li başûr toz ango çekên kîmyewî bên bikaranîn, konferans bi hêviya ceribandineke nû ya şer tê rawestandin, qaşo ji bo ku li dijî şer in.

Ya rast Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî şerê birakujiyê, bi hezar zehmet û kotekî populîzmek li bakur zeft kiribû. Lê xwiya ye ku xwediyên Arif Zêrevanî, yên ku dikarin wî bibin digel wî hevpeyvînê bidin kirin, hewl didin ku vê destkeftiya Barzanî jî têk bibin û wî di çav bakuriyan de bînin asta 20 sal berê.

Li gor teoriyekê di plana NATO'yê de serhildanek li Hewlêrê jî heye û dê îqtîdara Barzanî jî were şikandin û li şûna wî kesekî ku Kerkûk û Mûsilê ji dest berde were ser kar. Diyalog û hevpeyvîna Arif Zêrevanî ji bo bingeha tiştekî wiha, ku Barzanî ji hezkirina mayiyan dûr bixe û wî bajo ser zemînek plankirî, fîstanekî tefsilandî ye.

Barzanî milekî xwe di vî fîstanî re rakir. Heke PKK di vî şerî de têk here, dê neçar milê din jî tê re rake û vî fîstanî li xwe bike. Dûmahîka wê jî serhildanek bi destê xwediyên Arif Zêrevanî ye û têkbirina îqtîdara niha ya Hewlêrê ye û li şûna wê hatina kurdên "lîberal ên lîberal" in.

Heke na, ji bo konferansa netewî tu astengî tune ye û heta îro ji her roj bêhtir pêdivî ye. Ji nivîsa mehek berê ya Arif Zêrevanî jî xuya ye ku xwediyê biryarê ne Barzanî ye, lê xwediyên fîstanê tefsilandî ne.


Bêjeyên Miftehî