Konferansa partiyên sosyalîstên Ewropa û cîhana Ereban destpê kir
Li bajarê Silêmaniyê konferansa partiyên Sosyalîstên Ewropa û cîhana Ereban destpê kir û konferans didome
SILÊMANÎ/ ROJNEWS
Îro saet 08:30'ê li salona Grand Mîlînyum a Otêla Şarî Ciwan a bajarê Silêmaniyê konferansa partiyên Sosyalîst ên Ewropa, nûnerên partiyên sosyalîst û dîmokrat ên cîhana Ereban bi tevlîbûna 41 partî û mêvandariya YNK'ê destpê kir.
Naveroka konferansê ji mijarên weke 'astengiyên li pêşberî bidawîkirina pêşbazî, metirsiya terorê li ser wîlayetên azad, parastin û binpêkirina demokrasiyê' pêk tê. Her wiha wê îro 6 panêl pêk bên.
Di destpêka konferansê de endamê Polîtburoya YNK'ê Sedî Ehmed Pîre peyamek ku xwend, wiha ragihand; "Iraq di rewşek hestiyar de ye. Em xwedî Iraqek dewlemendin. Divê ji bo avakirinê hewl bidin. Ji bo vê jî divê kom bibin, guftûgo, lihevkirin û qala hemû astengiyan bikin."
Sedî Ehmed Pîre dewama xwendina peyamê de wiha jî got; "Hemû welatek piştî şikestinê dikeve nava paşda mayînekê. Ji bo ev pirsgirêkane bên çareserkirin û ji vê rewşê rizgar bibin, em jî xwe weke beşek ji vê rewşê divê bibînin."
Herî dawî jî endamê Polîtburoya YNK'ê Sedî Ehmed Pîre di dawiya peyamê de wiha jî got; "Iraqê gelek demên nexweş derbas kirine û çend demên serokên dîktator derbas kiriye. Ji bo wê jî divê em karekî bikin ku ev demên nexweş carek din ji bo me dubare nebin."
