Konferansa Ziman a Netewî Dest Pê Kir
AMED - Li Amedê konferansa ku bi navê Konferansa Ziman a Netewî tê lidarxistin, dest pê kir. Konferansa ku ji bo pirsgirêkên zimanê kurdî bê nirxandin û çareseriya van pirsgirêkan tê lidarxistin piştî sirûda Ey Raqip dest pê kir.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Ahmet Turk di konferansê de axivî û got; "Pêwist e di her qadeke jiyanê de zimanê kurdî were axaftin. Tevî ku di qada perwerdehî û çandî de were bikaranîn, ew qasî jî divê ev ziman bibe zimanekî fermî. Heke ne wisa be, ew ê piştî demekê bi temamî ji holê rabe." Zimanzanê ji kurdên Başûrê Rojava Izedîn Abdullah jî got; "Tevî bihara ereban, bi pêşveçûnên li Rojhilata Navîn re Kurdên Sûriyê jî di çarçoveya xweseriya demokratîk de xwe birêxistin dikin. Li gelek deverên Sûriyê dibistanên kurdî hatin vekirin."
Ji bo pirsgirêkên zimanê kurdî bên çareserkirin di bin pêşengiya KURDÎ-DER'ê de û di encama xebatên Enstituya Kurdî, Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê û Komîsyona Zimên a Kongreya Civaka Demokratîk de li Amedê Konferansa zimênn hat lidarxistin. Ji Başûr, Başûrê Rojava, Rojilat, Bakur, Kafkasya û dîasporayê bi qasî 200 kesî beşdarî konferansê bûn. Konferansê li Navenda Çanda Cegerxwîn dest pê kir. Konferans dê 3 rojan bidome.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk, Parlementerên BDP'ê Ozdal Uçer û Husamettîn Zenderlioglu, Endamê Meclîsa DTK'ê yê daîmî Osman Ozçelik, Serokê KURDÎ-DER'ê Burhan Zorooglu jî di nav de gelek kes tevlî konferansê bûn. Ji zanîngeha Amsterdamê Prof. Dr. Michiel Leezenberg, ji zanîngeha sorbûnê ya Fransayê Dr. Ibrahim Seydo Aydogan, ji Herêma Federal ya Kurdistanê Hêmin Ebdulhemîd, ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbol Sami Tan û Zana Farqînî jî di nav de gelek zimanzan tevlî konferansê bûn.
'DIVÊ PIRSGIRÊKÊN ZIMAN BI SIYASETEKE HEVPAR BÊN NIRXANDIN'
Konferans bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir. Hevserokê DTK'ê Ahmet Turk axaftina vekirinê kir û girîngiya konferansê anî ziman. Turk got; "Ji ber ku ji 4 parçeyên Kurdistanê tevlêbûn çêbûye ev konferans girîng e û dîrokî ye. Mirov nikare ziman, çand û nasnameyê ji hev cihê binirxîne. Divê tevahiya van pirsgirêkan bi siyaseteke hevpar bên nirxandin.
'BILA ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ'
Turk diyar kir ku zimanê kurdî bi salan e rastî zilma dewletê hatiye û wiha axivî: "Heke tenê zimanê kurdî bibe zimanê fermî ev yek têrê nake. Divê Zimanê kurdî li her qadeke jiyanê bê axaftin. Tevî ku bibe zimanê perwerdehî, çand û nasnameyê di heman demê de divê bibe zimanê fermî. Ne wisa be, zimanê kurdî bi demê re dê ji holê rabe."
Turk li hemberî gotinên cîgirê Serokwezîrê tirk Bulent Arinç ên wekî; "zimanê kurdî ne zimanê şaristaniyê ye" nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Zimanê kurdî bi sedsalan di medreseyan de wekî zimanê perwerdehiyê hatiye xebitandin. Zimanê kurdî gelek wêjevanên wekî Baba Tahirî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran afirandin. Di dîroka nêz de jî Mehmet Uzun bi zimanê kurdî roman nivîsandin. Bi hewldana kesên navdar ên navborî jî wêjeya zimanê kurdî geş bûye."
Zimanzanê ji Îranê Mesûd Şemsîzad jî diyar kir ku, konferansa pêk tê xwedî wateyeke dîrokî ye û wiha axivî: "Divê di nava kurdan de komcivînên bi vî rengî pêk bên."
Konferans dê sibe û dusibe jî bidome.
