1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Konferansa Zimên hêviyek mezin da
Konferansa Zimên hêviyek mezin da,konferansa,zimên,hêviyek,mezin,da

Konferansa Zimên hêviyek mezin da

A+ A-

HEWLÊR - Di 19-22’ê îlonê de li Hewlêrê Konferansa Zanîstî ya Zimanê Kurdistanê bi beşdariya gelek zimanzan, pisporên zaravayên Kurdî, hîndekar û rewşebîrên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê li dar ket. Di konferansa bi hevkariya Wezareta Rewşembîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê pêk hat de biryarên girîng der barê ziman û zaravayên Kurdî de hatin girtin.

Zimanzan, rewşebîr û pisporên zaravayên Kurd ên hatibûn konferansê bi hêvî bûn û van hêviyên xwe yên ji konferasnê bi ANF’ê re parve kirin. Zimanzan û Pisporê Zaravayê Kurmancî Zana Farqinî got; “Konferansê kir ku em hesasiyetên hev du binasin. Hêvî û gumanên me ew e ku ev biryar di demeke kin de pêk werin.” Parlementera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane jî got; “Ji bo pêkanîna biryaran roleke mezin dikeve ser milê siyasetmedarên Kurd.” Endamê Enstîtuya Kirmanckî (Zazakî) Lerzan Jangir jî dibêje; “Min bi riya konferansê karî zaravayê xwe bidim nasîn.” Nivîskar û Mamostayê Kurdî Îbrahîm Seydo Aydogan xwest konferans ji bo konferanseke netewî bibe bingeh, Nivîskar Çeto Çarçelan jî got; “Em hêvî dikin ku wê encamên konferansê li her derê Kurdistanê pêk were.”

‘ŞIYAN Û QÛDRETA PÊKANÎNA BIRYARAN A HIKÛMETA HERÊMÊ HEYE’

ZANA FARQÎNÎ: Sê xalên herî girîng ên konferansê hebûn; Alfabe, zarava û termînalojî. Her wiha siyaseta Kurdan a der heqê ziman de çî ye, evane hatin gotûbêjkirin. Di konferansê de hate destnîşankirin ku divê ew dîwarê du alfabatiyê yê di nava Kurdan de heye, bê hilweşandin. Biryar hate dayîn ku heta Kurd bigihêjin yek alfabeyê, divê her du alfabe li Herêma Kurdistanê bêne bikaranîn. Her wiha damezarandina Civata Bilind a Ziman a ku ji hemû zaravayên Kurdî pêk tê, endamên wê 20 kes bin û her çar sal careke endamên wê nû bibin. Ev jî wê xebatê li ser ziman, zarava û termînolojiyê bikin.

Konferansên li ser zimên çend carên din jî çêbûn, li vir jî û li cihên din çêbûn. Di konferansa li vir de Hikûmeta Herêma Kurdistanê cih girt û şiyan û qûdreta Hikûmeta Herêmê heye ku biryarên konferansê di pratîkê de pêk bînin. Her wiha, di konferansê de gelek kesên ji her derê, ji diyasporayê beşdar bûn. Konferansê kir ku em hev du û hesasiyetên hev du binasin. Biryar hatin girtin. Hêvî û gumanên me ew e ku ev biryar di demeke kin de pêk werin û em hemû nêzî hev bibin.

‘BI NIYETEKE BAŞ DINIRXÎNIM’

Diviyabû amadekariyên konferansê xurtir bûya û pisporên van waran têde cih bigirta. Bi giştî vê konferansê bi niyeteke baş dinirxînim. Daku siberoj ev hemû kêmasî li ber çav bên dîtin û ji aliyê tevlîbûnê û encamên ve baştir bibe. Hêvî û bendewariyek da me.

ANF