1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Konferansa Êzîdiyan hate astengkirin
Konferansa Êzîdiyan hate astengkirin,konferansa,êzîdiyan,hate,astengkirin

Konferansa Êzîdiyan hate astengkirin

A+ A-

Konferansa li Şerfedinê ku îro bi tevlebûna êzîdiyên Çîyayê Şengalê, welatê Şêx û Başûq-Bahzan û bi tevlebûna êzidîyen Evropa, Rûsya, Surîyê û Ukrayna pêk bihata, ji aliyê hêzên asayişê ya Şengalê ve bêyî ku hincetê nîşan bide hate astengkirin. Serokê Giştî yê TEVDA'yê Sait Hesen Sait û nûcegîhanê me yê DÎHA Murat Kolca jî di navde gelek kes hatin binçavkirin.

Piştî Cejna Cuma ya Laleş, li ber pîrozgeha Şerfedîn konferansa êzîdîyan dê îro li Qada Merge Şerefetin bihata lidarxistin. Konferansa ku dê êzîdiyên Çîyayê Şengalê û welatê Şêx, Başûq-Bahzan û bi tevlebûna êzidîyen Evropa, Rûsya, Surîyê û Ukrayna pêk bihata, ji aliyê hêzên asayişa Şengalê ve hate astengikirin. Konferansê ku bi peşenktîya Tevgera Demokratî û Azadîya Ezîdîyan (TEVDA), hate amadekirin, hate astengkirin. Serokê Giştî yê TEVDA'yê Sait Hesen Sait û gelek kesên din ku hatin beşdarî konferansê bibin hatin binçavkirin. Delegeyên ku ji Rûsya, Ukrayna, Ermenistan, Gurcîstan, Surîye, Tirkiye û Herêma Federal a Kurdistanê hatin, rastî astengiya hêzên asayişa Şengalê hatin. Yekîneyên hêza asayişê ya Şengalê bêyî ku hincetê nîşan bide delege rawestandin û nasnameyên wan ji wan girtin. Yekîneyên Hêzên Asayişê yên Şengalê Serokê Giştî yê TEVDA'yê Saît Hesen Saît, Endamê Federasyona Êzîdiyên Avrupayê, Ali Sacik, ji êzîdiyên Ukraynayê Gurqia Gasanof, ji êzîdiyên Sûriyeyê Şex Suleyman (Ebu Cemil), û Şex Behri (Ebu Delil) û nûcegîhanê ajansa me DÎHA yê Hewlerê Murat Kolca jî di di navde gelek kes hatin binçavkirin. DÎHA (mae)